DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

09:50 05/5/2016
 
Cîhan digire, Tirkiye vedike
Hikûmeta AKP'ê bi propaganda "Em enerjiya neteweyî hildiberinin" santralên nukleere ava dike. Lê li cîhanê jî ji ber zerarê dide ekolojiyê yek bi yek digire. Li gorî daneyê EMO'yê di salên dawî de 156 santralên nukleerê hatin girtin. Sekreterê NKP'ê Huseyin Onder, bal kişand ser felaketên Çernobil û Fukuşimayê û anî ziman ku gelê Tirkiye ne di ferqa talûkeyê de ye.
09:32 04/5/2016
 
Meclîsa Ekolojîk a Amedê dê der barê îstasyonên bazê de gilî bike
Îstasyonên bazê ku rê li pêş gelek nexweşiyan vedike, ji ber ku hêjmara wan li Amedê gelek zêde bûye jiyana mirovan dixe bin talûkeyê. Li Amedê ku zêdeyî 600 îstasyonên bazê hene, "lewhayê hişyariyê" tune. Meclîsa Ekolojîk a Amedê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ji bo ev îstasyon ji qadên civakî bên rakirin dê gilî bikin.
10:22 30/4/2016
 
Av tune, lê HES'ê çêdikin
Bi dehan gundên girêdayî Mikse av tune, lê li navenda Miksê HES'ê ava dikin. Gelê Miksê bertek nîşan dan û diyar kirin ku li Gundê Feqiyê Teyran Vereruzê av tune, lê li Miksê HES'ê ava dikin.
09:09 27/4/2016
 
Şîrketa Kolinê nekaribû li Yirca santralê çêke, li Kozluorenê çê dike
Şîrketa Înşaetê ya Kolînê ku li navçeya Somayê rastî berxwedana gel hat û nekarîbû li gundê Yircayê santrala termîkê çêke, niha dixwaze li gundê Kozluorenê yê Somayê çêke. Şêniyên gund li dijî avakirina santrala termîkê dest bi nobeta daran kirin. Berdevkê EGEÇEP'ê Turgut Înel, diyar kir ku dê li cem berxwedêran cih bigire û demek nêzîk serlêdana hiqûqî bikin.
09:10 26/4/2016
 
Parazvanên jiyanê: Bi sedan Çernobilên nû li Derya Reş hene
Di 30'emîn salvegera facîaya Çernobilê de li Deryaya Reş bi sedan projeyên Santrolên Hidroelektrik (HES) tên amadekirin. Parazvanên jiyanê diyar kirin ku ev santrolên hidroelektrikê facîayên nû yên Çernobilê bi xwe re tînin û bi destpêka HES’an re Çernobîlên nû dest pê dikin.
09:05 26/4/2016
 
'Ji şaredariya Miksê hem tevkariya aboriyî hem jî ya ekolojîk'
Ji aliyê Şaredariya Miksê ve hem ji bo piştgiriya ekolojiyê hem jî ji bo ya aboriyî 42 hezar şitlên gûz û mişmişan hatin danin.
09:55 23/4/2016
 
Bi navê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin
Xwendekar û endamên Pirtûkxaneya El-Cezerî bi boneya 118'mîn salvegera Rojnameya Kurdistan û yekemîn salvegera El-Cezeriyê bi dirûşmeya "Pirtûkxane û daristan ne dûrî hev in" bi alîkariya Şaredariya Bismilê li cem gora birayê Şêx Seîd, Şêx Evdirehîm bi navê 'Mîqdad Mîthad Bedirxan' daristanek ava kirin.
09:15 19/4/2016
 
Kendava Îskenderunê di bin gefên santralê de ye
Li Tirkiyeyê ji 80 projeyên Santralên Termîkê jê 27' santrol li Kendava Îstenderûnê hatine plankirin. Ji 27 santralên termîkê jê 3 heb bingehên wan hatine avêtin û xebatên înşaetê didomin. Projeyên 8 santrolan xelas bûye û 13 santral jî hêj di pêvajoya projeyê dene. Sekreterê Parastina Derdorê ya Îstenderûnê mîmar Ercüment Kimyon, diyar kir ku kendava Îskenderûnê dixwazin bikin kendava Dîlovasi û kendav di bin gefan de ye.
09:06 15/4/2016
 
Bi HES'an dê riha jiyanê ya Agiriyê bibirin
Bi hatina biharê re ji bo çêkirina xebatên 2 HES'ê ku li ser çemê Muradê ya di nav Agirî û navçeyên wê re derbas dibe careke din hat destpêkirin. Bi çêkirina HES'an dê gelek erd û zeviyên gundiyan di bin avê de bimîne û gundî jî dê bi neçarî koç bikin.
09:17 14/4/2016
 
Qeraxa Çaltilidereyê emanetê kirêtiyê ye
Qeraxê bakurê behra Egeyê ku nêzî salekê ye bi qirkirina xwezayê dikeve rojevê niha jî bi kirêtiya fabrîkayan dikeve rojevê. Welatiyên ku li peravên behrê dijîn diyar kirin ku bermahî û molozên fabrîkayan bi awayekî veşartî li peravên behrê têne valakirin û kirêtiya bermahiyan bandoreke neyînî li wan dike.
09:09 09/4/2016
 
Şaredariya AKP'ê dixwaze warê seyranê Eymîr ji îmarê re veke
Gola Eymîrê ya li Enqereyê bi xweşikbûn, xweza û rengê xwe warê seyranê pîknîkê ye, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve dibe qada îmarê.
17:18 26/3/2016
 
'Mirovên tên qetilkirin perçeyek ji ekolojiyê ne'
Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê Mesût Balcan got, "Şerên li Rojhilata Navîn, Sûriyê û Kurdistanê pêk tên xesarê didin xwezayê. Mirovên tên kuştin û qetilkirin jî perçeyeke ji ekolojiyê ne."
09:06 05/3/2016
 
Ocaxên mermerê Komur bênefes hişt
Bajaroka Komirê ji ber 6 ocaxên mermer û keviran bêav û bênefes maye. Hevşeradarê Bajarokê Huseyîn Yuka diyar kir ku ocaxên mermer û keviran bajarok aniye asta ku nikarin bijîn û li hemberî desturdayîna ocaxên nû nerazîbûn nîşan da.
09:43 27/2/2016
 
Cudahiya wêrankirina ekolojiya Kurdistanê û Tirkiyê
Di mehên dawî de çêkirina bendava Ilisuyê ya ku yek ji parçeya konsepta şerê AKP'ê ye, rê ji qatlîamên xweza û dîrokê re vedike bi lez û bêz tê çêkirin. Bendava ku ji aliyê Cengîz Holdîng a ku li Cerattepeyê bi çêkirina înşeata madenê ve hate rojevê, yek ji lingê wî ji li Basayê tê çêkirin.
11:51 25/2/2016
 
Li Dersimê ji bo betalkirina projeyên bendav û HES'an serlêdan
Ji bo projeyên bendav û HES'ên ku têne plankirin li Geliyê Munzurê were çêkirin ji Miduriyeta Bajarvanî û Hawîrdorê ya Bajêr û Walitîyê serlêdana betalkirinê hate kirin.
16:26 21/2/2016
 
Meclîsa Ekolojî ya Rihayê jêkirina darên 400 salî şermezarkir
Meclîsa Ekolojî ya Rihayê darên 400 salî ên li Xana Gumrukê ya dîrokî ku ji hêla Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Rizvaniyeyê hate birîn şermezar kir.
12:58 21/2/2016
 
Bi pêşengiya jinan ber bi Cerattepeyê meş dest pê kir
Bi hezaran welatiyên ku li ber konê berxwedanê ya li navenda Artvînê hate danîn kom bûn bi pêşengiya jinên ku belgeya "Ev înşeat qanûnî nîne" hilgirtin ber bi Cerattepeyê meş dest pê kir.
09:08 03/2/2016
 
Parazvanên jiyanê: Bila Heskîf neyê veguhastin, bê parastin
Bajarê dîrokê Heskîf a ku dê bi bendava Ilisuyê ve di bin avê de bîmine û ji bo veguhestina warê dîrokî qanûn ji meclîsê jî hate derbaskirini, parasvanên jijayê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku divê Heskîf li şûna ku bê veguhastin divê bê parastin.
09:04 31/1/2016
 
‘Yên Palmîra tune kirin îro dixwazin Heskîfê wenda bikin'
Endamê Înîsîyatîfa Jiyandina Heskîfê Omer Faruk Akyuz bertek nîşanê pêşnûmeya veguhestina Heskîfê da û got ku dewlet ji Sûrê heya Heskîfê dixwaze cihên dîrokî vala bike. Akyuz anî ziman ku ew hişmendiya komkujiyên li ser çandê baş nas dikin û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê jî bajarê Palmîra ji holê rakir. Îro heman hişmendî bi destê dewletê Heskîfê winda dike. Yên Palmîra wenda kirin, îro dixwazin Heskîfê winda bikin.”
09:10 29/1/2016
 
‘Heke rêveberiya cewherî hebûya xweza nedihat talankirin'
Li navçeya Bêgirê ji ber 2 HES'ên li ser çemê Bengimahîyê hatine çêkirin jiyan hat asta qedîne. Niştecihê taxa Axparanê Yilmaz Kuşçu destnîşan kir ku HES'an ne tenê aboriya wan her wiha çand, dîrok û xwezaya wan jî bi tunebûnê re rû bi rû hiştiye û wiha got: "Heke rêveberiya cewherî hebûya û gel di diyarkirina pêşeroja xwe de xwedî biryar bûya ev pêk nedihatin."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN