DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

09:10 28/6/2016
 
Dewlet û leşker bûn yek û dest bi talankirina daristanê kirin
Leşkerên ku li Dersimê operasyonê pêk tînin, di bin navê firkirinê de daran dibirin û daristanê talan dikin. Bi fermana Şêftiya Bikaranîna Daristanê îhala talankirinê hat derxistin.
09:09 28/6/2016
 
Dewletê bi şer ekolojî û sewalkarî tune kir
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ku çanda mêşvaniyê gelek pêş ketiye, piştî dewletê şer pêş xist mêşvanî jî xelas bû. Mêşvanê bi navê Abdulkadîr Kalkan, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên şên mêşvanî û ekolojî xelas kir û hemû zindiyên herêmê zerarê dibîne.
09:07 27/6/2016
 
Gundê 500 salan di bin tehdîda HES'ê de ye
Gundê Degîrmenozu ya xwedî dîrokekî 500 salan e û 150 mal hene ji ber HES a li geliyê Kopruçaya Manavgatê tê çêkirin bi valakirinê re rû bi ye.
09:06 27/6/2016
 
'Hê ev şewat belav nebûye divê bibin av û rawestînin'
Ekolojîst Sergen Sucu yê li hemberî li Licê di encama bombeyên şewatê ku ji helîkopteran hatine avêtin û bi hezaran donim erezî hate tunekirin nerazîbûn nîşan da bang li rêxistinên hawirdorê û hemû kesên jiyan û aştiyê diparêze kir xwest deng derbixin. Sucu wiha got: "Hê ev şewat ji vî axê li deverên din belav nebûye divê niha bibin av û xirakirinan rawestînin û aştiyê ava bikin."
14:57 25/6/2016
 
Ji koloniya leglegan çend dîmenên xwezayî
Li Bismila Amedê piştî qewlê qurpbûnê, niha legleg li gel çêlikên xwe di heman refê de difirin.
16:25 24/6/2016
 
Dê li Wanê bazara pevguhartinê bê avakirin
Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê dê bi şîara "Tiştên te bikaranî navêje, biguherîne" li bajêr bazara pevguhertinê ava bike.
11:49 02/6/2016
 
Li Erdîşê 'baxçeyên taxan'
Şaredariya Erdîşê di baregeha "Belavkirina qadên mêweyan" de 4 hezar şitilên gûzan belav kirin û bi vê re "baxçeyên taxan" çê dike.
09:07 31/5/2016
 
Dema çiya yên Kurdistanê be...
Dema çiya yên Kurdistanê bin û hikumet alîgirê 'pereyan' be, zirara li xwezayê jî mezin dibe. Li Mêrdînê ji bedêla viyadûk a hin erzan û kêm zirarê dide xwezayê, çiyayên nava Rişmil û Mehsertê tên xirabkirin û bi vê yekê rê çêdikin. Bi hezaran darên biîv û rezê tirî tên tunekirin.
09:19 30/5/2016
 
Bajarê Kyme yê Antîk tune dibe
Şîrketa Azerî ya Petrolê ya Razemeniya Enerjiya Socar Power A.Ş., hewl dide li herêma Bajarê Antîk ê Kyme 2 santralên termîkê û 17 turbinên ba ava bike. Li herêma Bajarê Antîk ê Kyme maşineyên kar dest bi xebatê kirin. Bi xebatên înşatê re hebûna Bajarê Antîk ê Kyme dikeve talûkeyê.
09:02 29/5/2016
 
Kanên mermer û kevir jiyanê tehdîd dike
Li Kemer, Kumluca û Fînîke yên Antalyayê ku herêma turîzmê ye zêdetirî 30 kanên kevir û mermerê hem zirarê dide xwezayê hem jî bendoreke neyînî li ser jiyanê dike. Darên sedir û merxê yên Tirkiyeyê li vî herêmê ne, welatiyên herêmê bi nexweşî û koçberiyê re rû bi rû ne.
09:11 28/5/2016
 
Heyeta pêzan di 11'ê Tîrmehê de tê Akkuyuyê
Li Akkuyu tê plankirin ku Santrolên Nukleerê bê avakirin. Li dijî Santralan biryara erênî ya ÇED'e hat betalkirin. Li ser vê yekê heyeta pêzan a ji aliyê wezaretê ve hatiye amadekirin dê di 11'ê Tirmehê de bê Akkuyuyê Derdorparêzên Mersinê jî diyar kirin ku ew dê pêvajoyê bişopînin.
09:18 26/5/2016
 
Têkoşîna li dijî ocaxa keviran zêde dibe
Li navçeya Soke ya Aydinê projeya Ocaxa Keviran hat amadekirin. Wezareta Bajarvanî û Derdorê jî biryara "Pêdivî bi rapora ÇED'ê tune" da û destûr da projeyê. Lê welatiyên herêma Sokeyê bi biryarin ku nehêlin ev ocax têkeve meriyetê. Keyayê Gundê Burunkoyê Muharrem Kaçar, diyar kir ku ocaxên keviran dê çandiniya herêmê tune dike. Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergili jî diyar kir ku ew dê li pişt têkoşîna gelê herêmê bin.
09:09 24/5/2016
 
Kanê mermerê gefan li jiyan û xwezayê dixwe
Kanê mermerê yê ku li mezrika Dolê ya navenda Semsûrê hate vekirin qada jiyanê ya gundiyan teng dike, ava wan qirêj dike û parçeyên zinaran ku têne xwarê gundiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Gundiyên ku bertek nîşanê kanê dan gotin "Jiyana me û xwezaya me di bin xetereyê de ye."
09:04 23/5/2016
 
2 hezar darên li qada TEİAŞ'ê hişk dibin
Li Payîzava ya Wanê ji ber xebatên Bendava Zernek, 2 hezar darên li zeviya TEİAŞ'ê ji ber bê xwedî hatiye hiştin terkî talan û hişkirinê mane.
09:35 21/5/2016
 
Li dijî tovên bi GDO tovên organîk diçînin
"Bostanên Bajar ên Amedê" yên ku dişibe Tevgera Gundiyên Bêax ên Brezîlayê her diçe belav dibe. Heta niha li taxên cuda yên Amedê 3 bostan hatine avakirin û tovên ku bi rêbazên kevneşop hatine bidestxistin hain çandin. Endamê Komîsyonê Zaxîre Çandinî Tov a Meclîsa Ekolojiyê Remzî Konuksever diyar kir ku tovên bi GDO ji holê rakin.
09:40 19/5/2016
 
‘Bisqilêtê biajo, zirarê nede xwezaya welatê xwe’
Li 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, li gel standên pirtûkan, gelek standên bi mebestên cur bi cûr jî hatine vedan. Hin ji van standan jî standên Kollektîfa Ekolojiyê ya Jîngeh û ya Komeleya Bisqilêtê ya Amedê ne. Aktivîst Ferat Demîroglû diyar kir ku mebesta wan a li pêşangehê ew e ku, ew pirtûkên li ser ekolojiyê yên bingehîn ên derbareyê ekolojiyê de bigihînin mirovan.
09:07 11/5/2016
 
Dê li Bodrumê bi avakirina 900 RES'î re xwezayê talan bikin
Bajarê Bodrum di aliyê turîzmê û aliyê xwe yî xwezayî ve wekî bihuştekî ye, dê bi avakirina 900 RES'î re xwezayê talan bikin. Ji bo avakirina RES'an riyên ku tên vekirin, ji niha ve di çêkirina riyan de bi sedan dar ji cihên wan tên rakirin. Endamên Platforma Derûdorê ya Nîvgirava Bodrumê bertek nîşanî çêkirina RES'an dan û diyar kirin ku bi çêkirina RES'an re pêşeroja Bodrumê tê tunekirin û bang li raya giştî hat kirin ku li dijî vê talanê piştgiriyê bidin wan.
16:10 08/5/2016
 
Li Heskîfê gotûbêj û meşa xwezayê
Di roja duyemên a sempozyuma ji bo pêşîlêgirtina Projeya Bendava Ilisuyê gotûbêj hate kirin û meşa xwezayê hate lidarxistin.
15:33 08/5/2016
 
‘Dewlet xismeta kapîtalîzmê dike'
Platforma Xwebiratiya Zozanan li Enqereyê bi navê "Dest nede qadên jiyanê - Ji rêya kesk re bêje bes e" sempozyum pêk anî. Di sempozyumê de Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî xwezayê têkoşinek civakî derketihe holê û gel êdî li dijî vê yekê derdikeve. Ustun, anî ziman ku ji bo xetên HES'ê li Giresunê bê parastin 600 - 700 parazvan hatin girtin û dewlet ji bo kapitalizmê paletî û xizmetê dike. Ustun, da zanîn ku dewlet Sûr û Cizîrê wêran dike û pêşkêşî TOKÎ dike.
09:16 06/5/2016
 
Ligel zehmetiyan li Baxçeyên Hevselê hilberîn berdewam e
Dorpêçkirina navçeya Sûrê ket meha 6'an û ligel hemû êrîş û dorpêçan jî hilberînerên Baxçeyên Hewselê debra xwe ya yekem girtin. Hilberînerên Baxçeyên Hevselê ku ji bo Amedê wek depoya sebzeyê ye dixebitin diyar kirin ku ew ligel hemû zor û zehmetiyan dev ji hilberînê bernadin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN