DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

10:22 17/9/2016
 
Ji ber doza 'Cerattepe' dê Rîze bê dorpêçkirin
Doza herî mezin a Zozanên Kafkasor a li mewkiya Cerattepe ya Artvînê ji bo bê rawestandin hatibû vekirin dê 19'ê îlonê de li Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê bê dîtin.
09:10 16/9/2016
 
Qirêjiya Bakirçay gefan li jiyana zindiyan dixwe
Yek jî ava herî girîng a Egeyê bêguman Çemê Bakirçay e, lê ji ber qirêjiyê gefan li jiyana zindiyan dixwe.
09:08 15/9/2016
 
Heftreng bû yek reng!
Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê bêyî ku biparzine ava qirêj diavêje çemê Xinisê ya wekî "Heftreng" tê zanîn ji ber vê yekê li çem hem jiyana giyaneweran û hem jî ekolojî di bin xetereyê de ye.
12:05 09/9/2016
 
Ev baxçe kaniya şîfayê ye
Meclîsa Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya ya Wanê, gelek cureyên tovên nebat û gihayên xweser ên li Kurdistanê kom kirin û "Baxçeyê Şîfayê" ava kir. Berhemên van nebatan dê li "Dermanfiroşên Tenduristiyê" bê pere li nexweşan bê belavkirin.
09:13 04/9/2016
 
Destpêkê daristan piştre jî zevî şewitandin
Bi rojan e daristanên li gundê Akanyusê ya navçeya Xîzanê dişewitî zevî jî girt nava xwe. Şêniyên herêmê diyar kirin ku bi gefên leşkeran re rû bi rû ne, ji bo wan ji herêmê koçber bikin daristan û zeviyên wan dişewitînin, welatiyan got ew dê dest ji axa xwe bernedin.
11:48 30/8/2016
 
Cotkarên Licê peymana çandiniya organîk îmze kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li navçeya Licê çandiniya organîk bi pêş biçe, serwextbûnê bide avakirin, kooperatîfiyê bi pêş bixe, di vê der barê de perwerdeyê dide, di çarçoveya Projeya Pêşxistina Çandiniya Organîkî ya Licê de peyman bi cotkaran re îmze kir. Şaredarî dixwaze heta sala 2017'an vê projeyê li tevahiya navçeyan bi pêş bixe.
09:04 24/8/2016
 
Santrala Metsamorê Îdirê jahrînî dike
Santrala Nukleerê ya bajarê Metsamorê ya Ermenîstanê welatiyên Îdirê jahrînî dike. Ji ber radyasyona santralê di saleke dawî de 3 ciwanên gundê Mûştaliyê bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan. 5 ciwan jî nexweş ketin. Dîsa ji ber radyasyonê êdî çêre jî xelas dibe û sewalkarîe tune dibe.
09:10 21/8/2016
 
'Çiyayê Pîrozewer ê Heybetê tê tunekirin'
Çiyayê Heybet ê li navçeya Qowanciyan ku heta 3 berê jî lê mîhrîcan dihat lidarxistin, ji ber kaneyên xîz û keviran bi tunebûnê re rû bi rû ye.
12:41 10/8/2016
 
Bi hişmendiya qirkirinê nêzîkî xwezaya Kurdistanê dibin
Di operasyonên leşekrî yên li Kurdistanê de xwezaya Kurdistanê tê şewitandin û hemû ewldanên vemirandinê ji hêla leşkeran ve tê asteng kirin. Li gorî daneyên Midûryeta Giştî ya Daristanan, di 15 şewatên daristanan ên li Amedê de 66.20 hektar daristan şewitî, Li Boluyê di 15 şewatan de tenê 26.74 hektar qad şewitî, ev jî cudakariya li dijî erndîgariya Kurdistanê dide nîşan.
16:53 08/8/2016
 
Tevgerên Ekolojiyê û KCD çûn Licê
Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi hev re daxuyaniyeke hevbeş dan, ji bo şewat û taxrîbatên Licê lêkolîn bikin çûn herêmê.
09:12 05/8/2016
 
Bîstanên bajar berhemên xwe yên yekem da
Bostanên Bajar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji bo jiyanek ekolojîk, komîn û dijberî betaliyê hatin çandin, berhemên yekem dan.
09:22 01/8/2016
 
HES biqedin dê Newala Alakirê jî zuha be
Her çendî dadgehê biryara "Li ser Newala Alakirê HES nayê çêkirin" dabe jî di bin navê rêjeyê de HES'a 5'emîn tê avakirin. Yek jî şêniyê Newala Alakirê Bîrhan Erkutlu diyar kir ku dema li ser newalê projeyên 8 HES'an bi dawî bibe, dê newal heta behrê mehkûmê boriyan bê kirin.
09:17 22/7/2016
 
Li Heskîfê dîrok bêhis û pis tê tunekirin!
Texrîbata ku bendava Ilisu ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin nedîti ve tên dîtin, pêwîstiyên daxuyaniyên rayedarên dewletê yên berhemên dîrokî hilgirin jî nehat bicihanîn. Endamê Komîsyona Ilisu ya Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Oner Ozturk diyar kir ku saziyên dewletê hem li dijî ekosîstema herêmê hem jî li hemberî berhemên dîrokî xemsar in.
14:29 18/7/2016
 
Şewata li Licê ji hêla leşker û cerdevanan pêk hatiye
Meclîsa Ekolojiyê ya KCD'ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, piştî bidawîbûna "qedexeya derketina derve" ya li Licê derbareyê pêkanîn li herêmê raporek amade kir û di raporê de hat destnîşankirin ku şewata li herêmê ji hêla leşker û cerdevanan pêk hatiye.
09:09 18/7/2016
 
Kanên keviran ên Stenbolê gefan li jiyana welatiyan dixwe
Kanên keviran û santrala betonê ku salek berê li taxa Gazî ya Stenbolê hatiye avakirin gefê li jiyana mirovan dixwe. Toz û bermahiyên kan û fabrîqeyên hatine avakirin tev li ava bendavê dibin û gelek nexweşî bi xwe re çê dike.
11:56 16/7/2016
 
Li Duzgun Baba her diçe şewat belav dibe
Li Çiyayê Duzgun Baba yê Qisleya Dersimê şewata ku li daristana xwe dabû der, her diçe berfireh dibe. Hat raçavkirin ku bo tefandinê tu mudaxile xwe nadin der.
09:08 12/7/2016
 
RES'an hemû darên çam û zeytûnan hişk kirin
Di sala 2015'an de li ser zeviyên çandiniyê zêdeyî 200 darên çam û zeytunan hatin jêkirin û li şûna wan RES hatin avakirin. Hat dîtin ku ji ber RES li herêmê hatin avakirin darên çam û zeytûnan ên mayî jî hişk bûn.
09:00 11/7/2016
 
Li dijî talana ekolojiyê 'Komîteya mudaxalekaran'
Rêxistinên derdor û ekolojiyê li ser banga Hewldana Jiyana Çandî û Xwezayî kom bûn û li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê "Komîteya Mudaxaleya li dijî talana ekolojîk" ava kirin. Berdevkê Hewldanê Ahmet Karaçorlu, diyar kir ku ew dê li dijî talankirina xwezaya Mezopotamya bibin dengê rojava.
14:16 08/7/2016
 
Tevgerên Ekolojiyê û KCD çûn Licê
Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi hev re daxuyaniyeke hevbeş dan, ji bo şewat û taxrîbatên Licê lêkolîn bikin çûn herêmê.
09:01 02/7/2016
 
'Bi talana xwezayê dixwazin Kurdistanê vala bikin'
Endamê Platforma Parastina Munzurê Hasan Şen, bertek nîşanî şewitandina daristanên li Kurdistanê da û ev tişt got: "Bi hincetên bêbingeh li hemberî xwezayê talanê pêk tînin." Yek jî Parastvanê Bajarê Stenbolê Burak Kaan Yilmazsoy aşkera kir ku bi talana xwezayê re dixwazin Kurdistanê vala bikin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN