DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

09:18 25/1/2016
 
Li Egeyê xwezayê talan dikin
Di demê dawî de xwezaya bakurê herêma Egeyê ji aliyê komên sermayeyê bûye cihê talanê. Niha çêkirina Santrala Termîkê a Çandarli û Fabrîkaya Çîmento a Zeytîndag di rojevê de ne. Hewl didin van projeyan ji rojeva raya giştî derxin, bidin jibîrkirin û niha li benda biryara wezaretê ne. Berdevkê Platforma Havirdorê ya Bergamayê Erol Engel da zanîn ku li dijî biryarê derketine, lê li bendê nîn in ku ji bo parastina hawirdorê hikûmet biryareke baş bigire.
09:03 01/1/2016
 
Dadgeh dibe şîrikê qirkirinê
Bajarê Antîk a Phokaî ya Foçayê ku namzet e bikeve lîsteya esas a UNESCO'yê ji ber projeya kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Foçayê di bin xetereya tunebûnê de ye. Dadgeha Îdarî ya 3'emîn a Îzmîrê jî ji ber derbarê projeyê de biryar nade dibe şîrikê qirkirina çandî û ekolojîk.
09:02 29/12/2015
 
Berxwedana Alîaga rê li pêş duyemîn talankirina Yirca girt
Têkoşîna Gelê Aliaga ya li dijî projeya Şaredariya MHP'ê ya Parka Zeytinlî û Bajarê Antîk yê Kymeyê bi ser ket û şaredariyê du proje rawestand. Serokê Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku çand û gel di bin êrîşek dijwar de ne û têkoşina hevpar girîng e.
14:59 25/12/2015
 
‘Bi polîtîkayên êrîşkar mafê jiyanê hatiye xezpkirin’
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê der bare texrîbên li ser bajarên kurdistanê yên ku qedexe lê hene rapora ku amede kiribû bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên êrîşkar, di ekosîstemê de texrîbatên pir cîdî çêbûne û mafê bingehîn ên mirovan ên wekî paqijî, hawirdorek ku tê de mirov bikaribe bijî, perwerde, tendûristî û mafê ewlehiya jiyanê hatiye xezpkirin.
09:02 24/12/2015
 
Sermayeya mezin ekolojiya Dîlokê tune dike
Ekolojiya bajarê Dîlokê ku ji her aliyê ve di destê sermayeyên mezin de hatine parvekirin di bin metîngeriyê de maye û her ku diçe wêrantir dibe. Meclisa Ekolojiyê ya Dîlokê derbarê wêrankirina ekolojiyê de dest bi xebatan dike û rayedarê meclisê ragihand ku dê bi riya komîsyonan rê li ber van pirsgirêkan bigirin.
09:28 15/12/2015
 
Cihek ji bihûştê 'Sulavên Harbiye'
Sulavên Harbiye yên li navçeya Defne ya Hatayê bi xweşikbûna xwe ve mirovan sermest dike lê ji ber xemsarî, bajarîbûn û polîtîkayên rantê yên rêveberiyên herêmî di bin xetereyê de ye.
09:28 15/12/2015
 
Bendav dê zeviyên fasûleyan di bin avê de bihêle
Bendavên ku li Gundê Serêrê yê Xinisê têkevin meriyetê, dê zeviyên Fasulyeyên Şekir ku giranbuha ne di bin avê de bihêle.
09:03 14/12/2015
 
Daristanên Amanosê di bin xetereya kanên keviran de ye!
Qadên daristanê yên çiyayê Amanosê ku wekî "Salîh kayasi" tê zanîn ji bo kana keviran bê çêkirin dewrî şîrketekî taybet hatekirin. Ruhsata ku ji bo kana kevir a li taxa Karaksi hatibû vekirin di encama têkoşînê de hatibû betalkirin lê îsal careke din hate nûkirin. Welatiyên taxê diyar kirin ku êdî ji taxa wan ne bêhna daran bêhna tozê tê û gotin ew naxwazin ji taxa xwe koç bikin.
16:32 13/12/2015
 
'Em hawara Sûrê di bedena xwe de hîs dikin'
Rêxistinên sivîl ên civakî têkîldarî qedexeya derketina derve daxuyaniya hevpar dar û bi gotina "Em hawara Sûrê li bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike" banga xwedîlêderketina mîroteya çandî kirin.
09:09 12/12/2015
 
Taxa Germiyanê di bin talûkeya RES'ê de ye
Taxa Germiyan a Çeşme ya Îzmirê ya bi salan li hemberî kanên keviran têkoşîn meşand, niha jî di bin gefa Santralên Enerjiya Ba (RES) de ye ku ji ber RES'ê çandinî li herêmê hişk dibe.
12:16 07/12/2015
 
Li Dersîmê di bin çavdêriya dewletê de qetlîama xwezayê!
Li Dersîmê bi hatina zivistanê re darvan jî ketine nav daristanan. Darên berû ku ji bo gelê Dersim pîroz in, ji aliyê darvanan ve têne birîn û qereqolên li herêmê û Miduriyeta Daristanan tenê çavdêriya vê komkujiyê dikin.
09:09 07/12/2015
 
Xebatên parastina pisîka wanê encamên erênî dide
Xebatên ji hêla Navenda Lêkolînê ya Pisîka Wanê ya girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi armanca parastina pisîka Wanê tên meşandin, encamên erênî dide.
10:12 06/12/2015
 
Li gel Ava Periyê jiyana wan jî zûwa bû
Ji ber ku devê Bendava Tatarê ya li ser Ava Perî ya Dersimê hatiye girtin, bi hezaran masî mirin. Gundiyên ku ji ber av tune ye nikarin zeviyên xwe av bidin dixwazin ku an bendav bi giştî werin rakirin an jî devê bendavan were vekirin.
09:03 06/12/2015
 
'Ekolojîst bila komkujî û talana li Kurdistanê bibînin'
Endamê Komîteya Şopandina Mafên Sewalan Burak Ozguner, diyar kir ku dewlet li Kurdistanê xwezayê û sewalan qetil dike û ji ekolojîst û parazvanên mafên sewalan xwest ku bên li Kurdistanê lêkolîn bikin û rastiya dewletê bibînin.
16:00 05/12/2015
 
Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê hat avakirin
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinkirinê de Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê ava kir.
09:10 05/12/2015
 
'Kana kevir dê sewalkarî û cotkariyê bikujê'
Welatiyên li Herêma Kabahaydarê dijîn bertek nîşanî kanên keviran yên ku dê werin çêkirin dan û gotin ku ger ev kanên keviran çêbibin dê sewalkarî, çandiniyê bikuje û ew destûrê nadin ku ev kan vebin.
09:08 28/11/2015
 
Daristanên Dersimê dewlet şewitand gel şîn dike
Endamên Meclîsa Ekolojiyê yên Dersimê daristanên ku ji ber topebarana hêzên dewletê şewitîne bi çandina darê berûye ji nû ve zindî dikin. Aktîvîstên ekolojiyê nirxandina "Ew çiqas xwezayê texrib bikin em ê jî ji bo ku şîn bikin ewqas têbikoşin. Em ê tenê bi parastina cihên hatine taxrîbkirin nemînin qadên darastanê jî berfirehtir bikin" kirin.
09:01 28/11/2015
 
Di daqa enerjiyê de daxwaza 'xwerêveberiyê'
Li Tirkiye û Rojhilata Navîn şerê enerjiyê diqewime, EMO'yê dê geşedanên diqewimin bi sempozyuma "Di enerjiyê de sûda civakî û gelemperiyê" bigire dest. Endamê Lijneya Organîzekirina Sempozyumê Huseyîn Yeşîl diyar kir ku di enerjiyê de têkîliyên rantê serdest in û daxwaz kir ku enerjî bi rêveseriyên xweser ên rêxistinên pîşeyî jî tê de cih digirin bên rêvebirin.
14:57 26/11/2015
 
Ji bo Daristana Bajêr a Amedê daxwaznameyên îtîrazê
Konseya Bajêr a Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û saziyên civaka sivîl ji bo Daristana Bajêr çalakiyên xwe didomîne û îro jî daxwaznameyên îtîrazê hate dayîn.
09:13 22/11/2015
 
Li sewalan îşkenceya pet shopan
Firotina sewalên kedî ya li pet shopan ligel ku li dijî Danezana Mafên Sewalan a Gerdunî ye jî sewalên wekî pisîk, kuçik, kîvroşk di hundirê qefesan de di bin sermayê de tên teşhîrkirin û li benda kesekî ku wan bikirin dimînin. Nûnerê Federasyona Mafê Sewalan ê Îzmîrê Esîn Onder diyar kir ku divê ji bo ku ev rewş bi dawî bibe gav bên avêtin û têkîldarî mijarê di 2014'an de qanûna ku hatiye meclîsê têrê nake û nirxandina "Ji bo ku hin kes pere qezenc bikin ma ev çi zilm e?" kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN