DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

14:51 06/1/2016
 
Jinên ciwan ên Mêrdînê meclîsa xwe ava kirin
Jinên ciwan ên Mêrdînê avabûna Meclîsa Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) ragihand û bang li jinên Tirk, Kurd, Suryanî û Ereb kir ku di bin banê meclîsê de bibin yek.
09:00 04/1/2016
 
Ciwanên Tirkiyeyê: Divê YPS li her derî were avakirin
Rêxistinên ciwanan ên li Tirkiyeyê avabûna YPS'ê ya li hemberî terora dewletê silav kirin. Ciwanên Tirkiyeyî diyar kirin ku divê têkoşîna li pey xendekan bi Kurdistanê re bi sînor nebîne û peyama "Divê YPS li Tirkiyeyê jî were avakirin. Bila li her derî YPS were avakirin û herkes xwe biparêze" dan.
09:08 27/12/2015
 
DEM-GENÇ: Kurdistan dê bi rêveberiya cewherî azad bibe
Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan, diyar kir ku ew ji rêveberiya cewherî gavan paşve navêjin û wiha got: "Îro gelê Rojava çawa azad bû û çawa pergala xwe ava kir, Şengal çawa azad bû, gelê Bakurê Kurdistanê jî dê bi rêveberiya cewherî azad bibe."
10:21 19/12/2015
 
Ciwanên rihayî xwerêveberî û Ocalan silav kirin
Ciwanên rihayî bi slogana "Em xwedî li Rêbertî û xwerêveberiyê derdikevin" bernameyek li dar xistin.
10:07 18/12/2015
 
'Emê bi parastina cewherî bersiva êrîşan bidin'
Xwendekarên Zanîngeha Erdexanê balê kişandin ser êrîşên nijadperest ên bi hevkariya polîsan pêk tê û gotin "Her kê bixwaze rêxistinbûna me belav bike, emê bi parastina cewherî bersiva wan bidin."
16:54 16/12/2015
 
Dê ciwan têkoşîna rêveberiya cewherî xurttir bikin
Encamnameya 1.Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê hate daxuyandin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê, gel bi riya rêveberiya cewherî çareseriya xwe pêş dixe û dê ciwanên Kurdistanê jî pêşengiya berxwedana rêveberiya cewherî bikin.
10:08 16/12/2015
 
Ciwanên Îzmîrê: Em ê berxwedanê bi hev re xurt bikin
Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê serhildanên gel ên li Cizîr, Sîlopî, Kerboran, Sûr û Nisêbînê ya li dijî hewldanên qatlîaman silav kirin anîn ziman ku ew ê bi hev re berxwedana gelê kurd xurtir bikin.
11:03 14/12/2015
 
Ji jinên ciwan rêxistineke nû
Jinên ciwan dê ji niha û pêde bi navê Jina Ciwan a Demokratîk a Azad (ODGK) xwe birêxistin bike. ODGK dê di 9'ê Çile de avabûna xwe îlan bike û ji bo pêşxistina hemû xalên rêveberiya cewherî xebat bimeşîne.
17:19 13/12/2015
 
Kongreya DEM-GENÇ'ê bi coşa xwerêveberiyê bi dawî bû
Yekemîn Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê ya ku bi beşderiya hezaran ciwanan pêk hat û nîqaxên xwerêveberiyê mora xwe li kongreyê xist bi coşeke mezin bi dawî bû.
13:02 13/12/2015
 
Bi hezaran ciwan di kongreya DEM-GENÇ'ê de ne
Yekemîn Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê li Amedê bi beşdariya bi hezaran ciwan û 500 delegeyan ve dest pê kir.
11:16 12/12/2015
 
Ciwan ji şorêşê û rêveberiya cewherî re amade ne
Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê, diyar kirin ku ewê bi xurtî tevlî kongreya DEM-GENÇ'ê ya sibe li Amedê tê lidarxistin bibin û peyama ku ji şoreşê û rêveberiya cewherê re amade ne dan.
09:35 11/12/2015
 
'Kombûna ciwanan ji bo pergalê xeteriye'
DEM-GENÇ'ê dê di 13'yê kanunê de kongreya xwe li dar bixe. Aktîvîstê DEM-GENÇ'ê Ûmût Ozkan diyar kir ku ew ê nasnameyek nû ji bo ciwanan peyda bikin, ji ber ku pergal ji kombuna ciwanan ya ji bo jiyanek nû ditirse êrîşan li ciwanan dike.
15:42 28/11/2015
 
Ciwanên SGDF'î li Amedê hatin cem hev - HATE NÛKIRIN
Ciwanên SGDF'î yên herêma Kurdistanê bi panelekî li Amedê hatin cem hev. Di panelê de Berdevka SGDF'ya Herêrma Kurdistanê Senem Bali axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pargalek çewisankar heye û têkçûna vê pergalê bi yekitiya ciwanan mimkune.
09:07 28/11/2015
 
DEM-GENÇ dê hêza ciwanan kom bike
Amedekariyên 1'emîn Kongeya Awarte ya DEM-GENÇ'ê a ku dê bi beşdariya 500 delegeyan pêk bê hatin temamkirin. Aktîvîsê DEM-GENÇ'ê Bariş Coşkun diyar kir ku yek ji armanca kongreyê, komkirina hêza ciwanan e.
10:04 27/11/2015
 
Cîwanên Êlîhê ji bo kongreya DEM-GENÇ’ê amade ne
DEM-GENÇ bi mijara xwerêberiyê dê di 29’ê cotmehê de kongreya xwe ya asayî ya yekemîn pêk bîne. Li Êlîhê jî amedekariyên ji bo kongreyê bê navber didomin û aktîvîstê DEM-GENÇ’ê Mîkaîl Sezgîn bang li cîwanan kir û wiha got: “Ji bo rawestandina şerê li Kurdistanê tê meşandin, dive hemû ciwan di kongreya DEM-GENÇ’ê de bicivin.”
09:02 27/11/2015
 
Ciwanên Riha û Qersê ji bo kongreya DEM-GENÇ'ê amade ne
DEM-GENÇ amadekariyên kongreya xwe ya 29'ê mijdarê dike. Wekî gelek bajarên Kurdistanê, ji Riha û Qersê jî dê bi sedan ciwan tevlî kongreyê bibin.
09:18 25/11/2015
 
Rêxistinên ciwanan: Em dê xwedî li Nisêbînê derkevin
Rêxistinên ciwanan ên li Mêrsînê êrîşên dewletê yên li hemberî gelê Nisêbînê şermezar kirin û banga xwedî derketina li gelê Nisêbînê kirin. Rêxistinên ciwanan daxuyandin ku dê bi çalakiyên xwe yên rêxistinî êrîşan vala derxin.
15:16 19/11/2015
 
DEM-GENÇ'a Qersê rêveberiyên cewherî silav kir
Xwendekarên DEM-GENÇ'ê yê Zanîngeha Kafkasê rêveberiyên cewherî yên li Kurdsitanê hatine îlankirin silav kir û lanet li êrîşên dewletê barandin.
10:45 18/11/2015
 
Navenda Ciwanan a Bahoz Aydin hate vekirin
DEM-GENÇ'ê li Sîlopiyê Navenda Ciwanan a Bahoz Aydin vekir. Dayika Halîl Can, Guler can a ku di merasîma vekirinê de axivî hestên xwe bi gotina "Îro bi sedan ciwan di riya wan de dimeşin" hestên xwe îfade kir.
15:29 17/11/2015
 
Bi şanoyê balkişandin ser komkujiyên Kurdistanê
Endamên DEM-GENÇ'ê yên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin, bi şanoya pêşkêş kirin balkişandin ser operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyên sivîlan ên li Kurdistanê pêk tên.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN