DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

09:04 17/11/2015
 
DEM GENÇ: Mifteya azadiyê rêveberiya cewherî ye
Rêxistina sîwanê ya saziyên ciwanan DEM-GENÇ, bi perspektîfa avakirina pergala rêveberiya cewherî ber bi kongreyê ve diçe. Hevberdevkê DEM-GENÇ'ê Cîhan Gunerî da zanîn ku dê ciwan di peşxistina hemû xalên pergala xwerêvebirinê de roleke aktîf bigirin ser xwe û got "Mifteya azadiyê rêveberiya cewherî ye."
16:53 15/11/2015
 
Meclîsa Ciwanên Sêrtê rêveberiya xwe ya nû aşkere kir
Meclîsa Ciwanan a di bin banê Konseya Bajar de xebatên xwe dimeşîne 1'emîn Lijneya Giştî ya Awarte pêk anî û rêveberiya lijneyê ya nû aşkere kir.
09:08 08/11/2015
 
Ciwanên Antalyayê: Em ê bi xwedîlêderketina rêveberiyên cewherî têkoşînê xurtir bikin
Rêxistinên ciwanan ên Antalyayê li dijî êrîş û qatlîamên AKP'ê banga têkoşînê kirin. Aktîvîsta DEM-GENÇ'ê Engîn Kizilay got ku ew ê li dijî êrîşên AKP'ê li Kurdistanê xwedî li rêveberiyên cewherî derkevin û têkoşînê xurtir bikin.
09:06 08/11/2015
 
Li diji girtina xwendekaran tora piştevaniyê
Li zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê di demên dawî de nêzî 100 xwendekar hatin girtin ji bo ku piştevaniya xwendekaran bê xurtkirin rêxistinbûnên nû tên pêşxistin. Aktîvîsta TODA'yê Hebûn Sumelî girtin wekî parçeyekî pêvajoya şer şîrove kir, nirxandina "bi xwe û hêza xwe ya cewherî bawer bikin" kir û bang li xwedîlêderketina dozên xwendekaran kir.
15:48 06/11/2015
 
Xwendekarên zanîngehan: Em ê li hemû fakulteyan têkoşînê xurtir bikin
Xwendekarên zanîngehan ên di 34'emîn salvegera dameziradina YOK'ê de ligel astengkirina polîsan jî çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin diyar kirin ku ew ê li dijî hewldanên ku dewlet bi postalên xwe ve bikeve zanîngehan, veguherandina girtîgehên bêtel, li zanîngehan avakirina artêşa betalan, li dijî perwerdehiya bê qalîte, yek tîp kirinê, zanîngeh kirina cihê bazirganiyê, li dijî pêkûtiyên polîs û pewirdarên ewlehiyê yên taybet dê bi fakulte bi fekulte têkoşînê xurtir bikin.
09:06 06/11/2015
 
DÎDODER: Êrîş zêde bûn xwe rêxistin bikin!
DÎDODER a ku li Dîlokê xebatkarên wan hatin girtin li dijî êrîşên li hemberî nasname û çanda xwendekaran banga rêxistinbûnê kirin.
20:46 23/10/2015
 
Jinên ciwan ên DEM-GENÇ’ê terzîxaneya ‘Ekîn Wan’ vekirin
Aktvîstên Meclîsa Jinên DEM-GENÇ’ê yên Nisêbînê bi dirûşma “Hilberîna xwe em xwe bi xwe bi awayekî komunal înşa dikin” terzîxaneya “Şehîd Ekîn Wan” bi merasîmekî dan vekirin. Jinên ciwan diyar kirin ku ji niha şûn ve ew ê xwe bi xwe hilberînên xwe înşa bikin û êdî pêdiviyên wan bi tu saziyên dewletê nemaye.
13:43 17/10/2015
 
DEM-GENÇ di 29'ê Mijdarê de bi 5 hezar ciwanan ve dê kongreya xwe pêk bîne
Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk bi şîara "Em bi DEM-GENÇ'ê ve xwe rêxistin bikin, jiyana azad înşa bikin" ve dê di 29'ê Mijdarê de dê bi 500 delege û 5 hezar ciwanan ve kongreya xwe ya yekemîn li dar bixe.
14:10 17/8/2015
 
Ji ciwanên sosyalîst piştgiriya parastina cewherî
Yekitiya Ciwanên Sosyalîst ya Navneteweyî (IUSY) encamnameya Konferansa Rêbertiyê ya Akdenîzê ku li Amedê pêk hat aşkere kir. IUSY bang li raya giştî ya navnateweyî kir ku piştgiriya hewldanên parastina cewherî ya Kurdan bikin û pergala Rojava nas bikin. Her wiha daxwaz hat kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di nav de hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
12:53 14/8/2015
 
Ciwanê El Fetihî: We serkeftina li hemberî zilmê li Kobanê nîşan da
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di civîna Komîteya Adenîz a ku ji aliyê IUSY'ê ve li Amedê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku diyar kir ku ciwanên sedsala 21'emîn dê bibin rûyê aştiyê. Endamê Koma Ciwanên El Fetihî Readt Debiy jî diyar kir ku têkoşînên li hemberî zilmê hemû teqez dê serbikevin û wiha got: "Ji xwe we ev yek li Kobanê pêk anî û hûn serkeftin. Têkoşîna we ya bi rûmet hemû cîhanê dît û me jî hûn mînak girtin." Debiy Şoreşa Rojava silav kir.
11:44 19/7/2015
 
Çalakî dê ji bo azadiya Ocalan pêk bên
Ciwanên Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di 21'ê tîrmehê de çalakiyên deng derxistinê û lempeyan bigirin û vekirin li dar bixin.
16:49 13/7/2015
 
'Zarokên Gezî dê bi zarokên serhildanê re li Kobanê bên cem hev'
SGDF balkişand ser kampanyaya dê di 19-24'ê tîrmehê ji bo ji nû ve înşakirina Kobanê de cih bigirin û wiha gotin: "Zarokên serhildana Gezî dê bi zarokên serhildanê re di 19'ê tîrmehê li Kobanê bên cem hev. Em dê Kobanêya me bi hev re parastî dê bi hev re înşa bikin."
10:45 13/7/2015
 
Ciwanên SGDF'ê dê di înşaya Kobanê de cih bigirin
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) kampa xwe ya her sal havînê li dar dixin ji bo di înşaya Kobanê de cih bigirin bi gotina "Me bi hev re parast em dê bi hev re înşa bikin" vegêrandin kampanyaya "Em Kobanê bi hev re înşa bikin" Ciwan amadekariyên di 19-24'ê tîrmehê de biçin Kobanê dikin û wiha gotin: "Bajar bajarekî hilweşiyayî ye, di aliyê ruhî de Kobanê azad e lê di aliyê fizîkî de em dê rakirin ser piyan."
10:16 04/7/2015
 
DEM-GENÇ dê li dijî tiryakê bi hêz têkoşînê bike
Edamên DEM-GENÇ'ê li Îzmîrê bi armanca ciwanan li hemberî tiryak, fuhuş û sîxurtiyê agahdar bikin kampanyaya "Xwedî li ciwantiya xwe derbikeve" da destpêkirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Enes Kaya bang li hemû ciwanan kir ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên "şerê taybet" li dora komele û navendên çandê yên ava bikin xwe rêxistin bikin.
20:10 21/6/2015
 
Ciwan: Tecrîda li ser Ocalan îxaneta li dijî pêvajoyê ye
Endamên DEM-GENÇ'ê diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan îxaneta li ser pêvajoyê ye û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.
18:43 17/6/2015
 
DEM-GENÇ: Em dê bi avakirina xweseriyê bersîv bidin
Endamên DEM-GENÇ'ê yên Amedê operasyonên dawî yên li hemberî ciwanan pêk tên bi daxuyaniyekê şermezar kir.
09:27 17/6/2015
 
Ciwan dê ji bo azadiya Ocalan bimeşin
Ciwanên di bin pêşengiya DEM-GENÇ de di çarçoveya hamleya "Xwedî derkeve" ji 4'ê nîsanê heya niha gelek bername li dar xistin dê di 20-21-22'yê hezîranê de bi dirûşmeya "Xwedî li serokê xwe derbikeve" li tevahî Tirkiye û Kurdistanê meşan li dar bixe.
17:20 14/6/2015
 
DEM-GENÇ tecrîd û êrîşên kontra şermezar kir
Endamên DEM-GENÇ'ê yên Enqereyê, êrîşên kontra û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. DEM-GENÇ'ê anî ziman ku ew dê li gel û rêberê xwe xwedî derkevin.
21:14 01/6/2015
 
DEM GENÇ'ê li Sûra Amedê sazî vekirin
Ciwanên li Kurdistan û Tirkîyê di bin serbana Federasyona Komalên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) de xwe bi rêxistin dikin, li navçeya Surê ya Amedê avahîya xwe vekirin.
08:56 01/6/2015
 
Ciwanên Xelfetiyê bi meşaleyan heta Amarayê meşiyan
Ciwanên Meclîsa DBP’ê û Aktîvîstên DEM-GENÇ'ê yên Xelfetiyê bi armanca pêngava “Xwedî derkeve” heta gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Amarayê bi meşaleyan meşiyan.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN