DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

15:14 29/10/2016
 
Polîsan avaniyên HDP û DBP'ê şewitandin
Li navçeya Dara Hênê avahiyên DBP û HDP'ê ku rêveberên wan di bin çavan de ne ji aliyê polîs û cerdevanan ve hatin qundaxkirin.
15:10 29/10/2016
 
Derketina dervê welat li Hevseroka HDP'ê Yuksekdag qedexe kirin
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de biryara qedexeya derketina derveyê welat da.
15:04 29/10/2016
 
Li Çelê 3 leşker mirin
Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên ku li Çiyayê Hîsarê ya Çelê ne çalakiyek pêk anî û di encamê de 3 leşker mirin û yek jê giran 5 leşker birîndar bûn
14:57 29/10/2016
 
Ji bo qutkirina înternetê gilî kirin
Piştî Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin li Hemû Kurdistanê înternet hat qutkirin. Yekîtiya Odeya Sinhetkaran û Esnafên Êlihê, qutkirina înternetê ya 4 rojan birin dadgehê û gilî kirin.
14:49 29/10/2016
 
Hêzên Şoreşger 3 gund û 3 gundik rizgar kirin
Şervanên Hêzên Şoreşger 3 gund û gundikek ji komên çete yên DIAŞ’ê rizgar kirin.
14:37 29/10/2016
 
Xizmên windayan 403 hefte ne li windayan digerin
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê di hefteya 403'an de lêgerîna xwe ya ji bo windayan berdewam kirin. Xizmên windayan di çalakiya xwe de binçavkirina Hevşaredaran şermezar kirin.
14:37 29/10/2016
 
Li Dersimê tevgera helîkopteran
Hat ragihandin ku li Dersimê tevgera helîkopteran heye. Helîkopterên ji navenda Dersimê rabûn ber bi qadên Pîlumurê ve firiyan.
14:30 29/10/2016
 
Dayikên Şemiyê: Komara tijî xwîn e li Galatasarayê bixwînin
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya 605'emîn de xwîşka Huseyîn Toraman, Sakîne Toraman axivî bal kişand li ser îlankirina Komara Tirkiyeyê ya di 29'ê Cotmehê de û wiha got: "Li Dayikên Şemiyê binêrin, dîrok ji vir derbas dibe. Bi dehan kes hatin qetilkirin. Dîroka tijîn xwîn e li Qada Galatasarayê bixwînin."
14:26 29/10/2016
 
Li Pîranê 5 kes hatin binçavkirin
Li Pîranê 5 kesên ku di nava wan de endamên meclîsê jî hene hatin binçavkirin.
14:15 29/10/2016
 
Li dijî êrîşan bihezaran kes daketin qadan
Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata bi hezaran kes bi biryara "berxwedana bênavber" daketin kolanan. Di çalakî û daxuyaniyên li gelek deveran hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku dê li dijî îktîdara AKP'ê bexwedana xwe bidomînin.
14:09 29/10/2016
 
Ceza da Hevşaredar Bakirhan
1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza da Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan.
14:00 29/10/2016
 
Leşkeran bi ser gund de girt 6 kes binçav kirin
Leşkeran li gundê Kavarê ya Mûşê bi ser malan de girt û 6 kes binçav kirin.
13:02 29/10/2016
 
Katar a leşkeran birîndar kir di beşa lezgîn de ye
Duh li Şirnexê piştî çalakiya li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê leşkeran jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar bûbû. Katar a ku 5 meh in ducaniye di beşa lezgînde tê girtin.
12:41 29/10/2016
 
Ketina avahiya şaredariya qedexe ye!
Çalakiyên "Dest nede îradeya min" a ku ji bo berdana Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli didomin, ji ber ku destur nayê dayîn welatî bikevin avahiya şaredariyê, şaredarî nikare xizmetê bide.
12:23 29/10/2016
 
Demirtaş: Erdogan nekarîbû bi hilbijartinê Amedê bistîne dixwaze bi Qeyûmê bistîne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, li ber avahiya DBP'ê ya Yenîşehîra Amedê diyar kir ku Erdogan nekarîbû Şaredariya Amedê bi hilbijartinê bistîne, niha dixwaze bi qeyûmê bistîne û wiha got: "Niha di destê Qesrê û AKP'ê de tenê zordarî maye. Kesên dîktator her tiştî bi zorê bi rêve dibin û desteser dikin."
12:19 29/10/2016
 
'Heta hevşaredarên me neyên berdan em ê meclîsê terk nekin'
Meclîsa Şaredaraiya Bajarê Mezin a Amedê diyar kir ku bi awayekî fîlî dest danîne ser şaredariya wan û wiha got: "Ji îro pêde heta hevşaredarên me neyên berdan û dorpêça polîsan ranebe em ê meclîsê terk nekin û em ê 24 saetan vekirî bihêlîn."
11:34 29/10/2016
 
Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
Polîsan li Çamlikuluya Bucayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 12 kes hatin binçavkirin.
11:28 29/10/2016
 
Ji girtiyê di greva birçîbûnê de ye banga hestiyariyê
Girtiyê ji Kobanê Mustafa Muhammed Alî yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ye û ji ber di hucreya yek kesî tê girtin ev 14 rojin di greva birçîbûnê de ye. Alî banga hestiyariyê li raya giştî kei û da zanîn heta daxwazên wî neyên bicih anîn ew ê çalakiya xwe bidomîne.
11:23 29/10/2016
 
Ji Leyla Xalîd ji bo Kişanak peyama piştevaniyê
Leyla Xalid ku yek ji fermandarên jin ên destpêkê yên Fîlîstînî ye, binçavkirina Kişanak û Anli şermezar kir û ji bo çalakiyên girseyî bang kir.
11:14 29/10/2016
 
Xwendekarên DTCF'ê hatin binçavkirin
Polîsên TEM’ê serê sibê bi ser malên xwendekarên DTCF'ê de girt û 6 xwendekarên kurd binçav kirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN