DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

15:25 28/10/2016
 
Polîsan hemû riyên derdora Adliyeya Cizîrê girtin
Li Cizîrê hemû riyên diçin adliyeya ji aliyê hêzên dewletê ve bi bariyerên beton û wesayitên zirxê hatin girtin.
15:23 28/10/2016
 
Belavkarên Azadiya Welat hatin binçavkirin
Belavkarên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Ayşe Dogru, Erdem Kaymaz, Abdurrahman Kaymaz hatin binçavkirin
15:10 28/10/2016
 
NY: DAIŞ’ê li Mûsilê 232 sivîl kuştin
NY'ê daxuyand ku çeteyên DAIŞ'ê li Mûsilê di 26'ê cotmehê de 232 kesên sivîl qetil kirin.
15:04 28/10/2016
 
Yer û Polat hatin berdan
Hevserokên DBP'ê yê Dersimê Hulya Yer û Murat Polat hatin berdan
14:59 28/10/2016
 
Jinên tev li daxuyaniyê bûn rastî 40 meh ceza hatin
4 jinên di 15'ê Sibatê de li Edeneyê tev li çalakiye bûn bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine rastî 40 meh cezayê girtîgehê hatin.
14:55 28/10/2016
 
Hêzên Şoreşger du mezrayên Şehbayê rizgar kirin
Hêzên Şoreşger li herêma Şehbayê mezrayên Hiwarîn û Girnata yên dibin dagirkeriya çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûn rizgar kirin.
14:49 28/10/2016
 
'Dîmenên dema qetilkirina Elçî di dosyayê de tuneye'
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, di çalakiya ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hatibû qatilkirin de axivî diyar kir ku dîmenên dema qetilkirina Tahîr Elçî yên beriya 6 mehan ji ATK'ê re hat şandin di dosyaya dozê de tuneye.
14:43 28/10/2016
 
Beştaş: Em ê li qadan bin
Binvçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê yê Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew ê li dijî zextan li qadan bin.
14:25 28/10/2016
 
Qeyûm 10 xebatkarên din ji kar avêt
Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Farqînê hat kirin 10 xebatkarên şaredariyê ji kar avêt û li şûna wan kesên nêzî AKP'ê girt kar.
14:20 28/10/2016
 
Demîrtaş bi gel re nimêja înê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî çalakiya li Amedê bi gel re nimêja înê kir.
13:43 28/10/2016
 
Li şûna avahiyên gel projeyên qereqolan!
Li Cizîrê rayedarên dewletê li taxa Yafesê xaniyên gel hildiweşîne û cihê xaniyan pirojeyên qereqolên tîmen taybet çêdike.
13:43 28/10/2016
 
Li şaredariya Amedê dîmenên dagirkeriyê
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li cihê ku posterên hevşaredaran anîn xwarê ala Tirkiyeyê hat daliqandin.
13:30 28/10/2016
 
Li dijî wesayîta zirxî çalakî
Li Cizîrê şêvê din li hemberî wesayîta zirxi ya ku li taxa Nûrê dewriye diavêt çalakiya bombeya deng pek hat û wesayîta hat derbkirin.
13:30 28/10/2016
 
Nameya Altinors hat tunekirin
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ji girtîgehê nameyek navîsand, hat îdiakirin ku nameya Altinors a Erdogan rexne kiriye hate desteserkirin û tunekerin.
12:59 28/10/2016
 
Ji girtiyan ji bo Şirnexê piştevanî
Girtiyên li Girtîgehat Tîpa T a Duzceyê ji bo piştevaniya Şirnexê pereyên ku kom kirin şandin.
12:56 28/10/2016
 
Dersimiyan guh nedan qedexeya walîtiyê
- Welatiyên Dersimê guh nedan qedexeya Walîtiya Dersimê ya ku li bajar daxuyanî bê dayîn, bi çalakiya rûniştinê binçavkirina Kişanak û Anli şermezar kirin.
12:52 28/10/2016
 
Artêşa tirk êrîşî çalakgerên li ser sînor kir
Welatiyên Efrînê yên ku li dijî dagirkirina artêşa Tirk a sînor herikîn ser sînorê Sorkê rastî êrîşa leşkeran hatin û di enamcê de welatiyek ji milê xwe birîndar bû.
12:52 28/10/2016
 
Dijberî sansurê '#haberSİZsiniz' dest bi weşana zindî dike
Komek rojnamegerên ku weşanên wan ên televîzyon û rojnameyan hatin girtin ji bo welatiyên "Bênûçe" dimînin platforma "haberSÎZsiniz" ava kir. Platform çalakî û xebata xweya ewil de roja yekşemê têxe meriyetê.
12:27 28/10/2016
 
Şaredarên Koln û Rennesê piştgirî dan Hevşaredarên Amedê
Şaredarên Koln û Rennasê piştgirî dan Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û binçavkirin şermezar kirin. Şaredaran xwestin hevşaredar serbest bên berdan û fikaren xwe anin ziman.
12:16 28/10/2016
 
Li Dîlokê ji bo DAIŞ'ê riyeke nû
Kesê bi navê A.D. ê ku li Cerablus û Raî ya di bin kontrola DAIŞ'ê de ye bazirganiya sînor dike, diyar kir ku DAIŞ bi riyên nû ve dikeve Tirkiyeyê û MÎT û Emniyeta Dîlokê jî ji vî rêxistinbûna DAIŞ'ê agahdar e.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN