DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

09:06 29/10/2016
 
Jin bi hezar kedê hinaran dikin tirş
Jinên ku li Hatayê hinaran kom dikin û tirşa hinaran çêdikin yek bi yek ji baxçe kom dikin û heb bi heb paqij dikin. Piştî paqij dikin bi kedek mezin tirşê çê dikin û pêşkêşî sifreya hezaran dikin.
09:05 29/10/2016
 
Rojnameya Cumhuriyetê jî nadin girtiyan
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya 2 mehin di bin tecrîda giran de tên girtin. Birayê Zana Kaya Musa Kaya, diyar kir ku birayê wî di bin tecrîda giran de ye û rojnameya Cumhuriyetê jî nadin wan.
09:05 29/10/2016
 
Gelê taxê parka xwe dixwazin
Şaredariya CHP'ê ya Çukurovayê ligel biryara dadgehê jî partak ku daye şîrketek taybet vala kir, gelê herêma jî dixwaze ku şardarî li gorî biryara dadgehê tevbigere.
09:03 29/10/2016
 
Tarhan Erdem: Li Tirkiyeyê demokrasû tuneye
Lêkolîner-nivîskar Tarhan Erdem diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye û divê ev ji gel re vegotin û wiha axivî: "Ev demokrasiyekî çawa ye? Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye."
09:03 29/10/2016
 
Ahmet Tellî: Rejîma dîktator dê di nav çopa dîrokê de winda bibe
Helbestvan Ahmet Tellî bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê da û diyar kir ku gelê kurd êdî xwedî hêzek mezin e, dê di demek nêz de van êrîşan bi têkoşîna xwe ya serkeftî bê encam bihêle.
09:02 29/10/2016
 
Dîrektorê RSF'ê Mihr: Qutkirina înternetê li dijî azadiya çapemeniyê darbe ye
Kordînatorê RSF'ê yê Almanyayê Christian Mihr, têkîldarî qutkirina înternetê ya li bajarên kurdan diyar kir ku ragihandina mobîl, a înternetê niha gelekî girîn e û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî vî qutkirinê em li dijî azadiya çapemeniyê wekî darbe dinirxînin."
21:44 28/10/2016
 
Leşkeran jina ducanî bi giranî birîndar kir
Li Şirnexê piştî çalakiyê li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê leşkeran jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar kir.
21:06 28/10/2016
 
Li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê êrîş
Li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê gelîlayên HPG'ê bi roket û çekên giran çalakî pêk anî.
20:43 28/10/2016
 
Saziyên kurd ji bo çalakiya sibê bang li Amediyan kirin
Rêxistinên DBP, HDP, KJA û KDC'ê ji bo çalakiya Sibê li Ofisê pêk bê bang li gelê Amedê kirin û xwest her kes li vîna xwe xwedî derkeve û tev li çalakiyê bibin.
19:38 28/10/2016
 
Parlamenterên HDP'ê esnafan ziyaret kirin
Parlamenterên HDP'ê, li navçeya Yenîşehîra Amedê esnaf ziyaret kirin û xwestin ku tevlî çalakiya wan a ku dê sibê seat di 11.00'an de pêk bînin bibin.
17:54 28/10/2016
 
Li Çewlîgê 5 siyasetmedar hatin girtin
Li Çewlîgê siyasetmedarên HDP û DBP'ê yên ku hatibûn binçavkirin bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
17:08 28/10/2016
 
Girtî hatin derbkirin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê girtiyan ji ber ku girtiyê bi navê Yusuf Bulut piştî ameliyat bû rojekî anîn girtîgehê nerazîbûn nîşandan, girtiyên ku nerazîbûn nîşan dan ahtin derbkirin.
17:02 28/10/2016
 
Demîrtaş çû serdana malbata Kişanak û Anli
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo piştevaniyê çû malbatê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin.
16:56 28/10/2016
 
Nûçegihana Ozgur Gelecekê hat binçavkirin
Nûçegihana Kovara Ozgur Gelecekê yê Dersimê Sînem Ozkan û aktîvîsta YDK'ê Elîf Kaya li Stenbolê hatin binçavkirin.
16:50 28/10/2016
 
Girtin têrê nekir niha jî dîwar lê kir
Qeymeqamê bi navê Ahmet Adanur ê wekî qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê hat kirin ku kîlît li deriyê Navenda Şêvîrmendiya Jinê ya Sîtiya Zin xist ev têrê nekir niha jî li pêş derî dîwar lê kir.
16:33 28/10/2016
 
Li Mûşê 'qedexeya girtina darebeyan'
Piştî walîtiya Dersimê waliyê Mûşê jî girtina darebeyan qedexe kir.
16:17 28/10/2016
 
Waliyê Amedê destûr nade wesayitên şaredariyê kar bikin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli piştî hatin binçavkirin, Waliyê Amedê xebatên maşîne kar asteng kir.
16:16 28/10/2016
 
Nûçegihana me Kaya: Em bawer dikin ku hêza herî bi bandor gotin e!
Nûçegihana me Yafmur Kaya ku li ber Girtigeha Sîlîvriyê dema nûçe dişopand hate binçavkirin gotina "Em bawer dikin ku di demokrasiyê de hêza herî bi bandor gotin e. Ev baweriya me, kevneşopiyame ye" bi kar anî û diyar kir ku ew ê rastiyan binivîsînin.
15:55 28/10/2016
 
'Jibilî berxwedanê alternatîfa kurdan nîne'
Parlamenterê HDP'ê BErdan Ozturk diyar kir ku li dijî êrîşên AKP'ê jibilî berxwedanê alternatîfa kurdan nîne.
15:26 28/10/2016
 
Qeyûm saziya jinan girt
Li Cizîrê qeyûmê hatî tayînkirin Navenda Şevîrmendiya Jinê ya Sîtiya Zin girt û Gerînendeya Polîtîkayên Jinê Şukran Yalçin ji kar derxist.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN