DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

13:38 22/3/2013
 
Tîma Jinan a Stêrk a Baglarê bû şampiyon
Tîma Basketbolê ya Jinan Stêrk a Baglar Belediyesporê di Şampiyoniya herêmî ya li Xarpetê de bi ser ket û bû yekem. Tîma Jinêan a Stêrk a Basketbolê piştî di şampiyona navendê de bû yekem, di Şampiyona Hêrêma Xerpetê de jî bû yekem.
11:39 12/3/2013
 
Jinên ciwan di turnuvaya Newrozê de serkeftin
Tîma Basketbolê ya Jina a Şaredariya Êlihê di Turnuvaya Aştiyê ya Newrozê de bû şampiyon û kupaya xwe ji destê Alîkariya Şaredara Êlihê Gulîstan Akel wergirtin.
11:34 18/2/2013
 
Şaredariya Yenişehirê tesîsa sporê ava dike
Şaredariya Yenîşehîrê projeya tesîsa sporê ya sala 2013'an vegot.
12:51 12/2/2013
 
Serkeftina tîma basketbolê ya Rezan
Tîma Basketpolê ya Şaredariya Rezan di Lîga Basketbolê ya Herêmê ya Zilaman de Dersim têk bir û di nava 82 tîman de derket Liga 3'emîn.
18:19 10/2/2013
 
Tîma Jinan a Qoserê 1'em Liga Play-oof'ê mîzoger kir
Tima Fûtbolêya Jinan a Spora Şaredariya Qoserê Tîma Gençlerbirligî ya Qeyseriyê 1-0 têk bir. Jinan bi vê serkeftinê Lîga 1'em a play-oofê mîsoger kir.
11:35 20/1/2013
 
Belediyespora Bajarê Mezin a Amedê bû şampiyon
Di Lîga Akademiya Tirkiyeyê ya Koma Rojhilata Anatolê ya nifşê U-16 salî de; Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bîngolspor 3-0 têk bir û bû şampiyon.
12:24 04/1/2013
 
Lîstikvanên jin ên gogê ji bo şampiyonê têdikoşin
Lîstikvanên jin ên gogê ku Tîmê Gogê ya Jinan a Qilûba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de cih digirin, diyar kirin ku lîstika gogê ne tenê karê zilaman e û ew ji bo Şampiyona Koma 7'emîn a Lîga 2'emîn têdikoşin.
11:01 28/11/2012
 
Pêşbirga werzîşê ya Peyasê û GGC'ê dest pê kir
Pêşbirga fûtbolê ya seha xalîçe ya di navbera Şaredariya Peyasê û Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu (GGC) de hatibû amadekirin dest pê kir.
09:27 03/10/2012
 
Pêşbirga Fûtbolê ya Ciwanên Azad bi dawî bû
Pêşbirga Futbolê ya Cwianên Azad ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ve hate destpêkirin bi maça fînalê dawî bû.
16:29 20/9/2012
 
Kurdek bû şampiyonê cîhanê
Gulaşvanê Zendê yê Netewî yê Amedî Mehmet Çetînkaya, di Şampiyonaya Cîhanê ya Gulaşa Zendê de bû yekemîn.
13:27 09/8/2012
 
Tûrnûvaya 'Ji Şaredarên Girtî re Azadî' dest pê kir
Di çarçoveya Tûrnûvaya "Ji Şaredarên Girtî re Azadî" ku ji aliyê Şaredariya Sixkê ve tê lidarxistin, maçên ewil hate lîstin. Di tûrnûvaya fûtbolê ya ku 42 tîm beşdar bûn de maça ewil di navbera tîmên Engîn Atilgan Spor û Arger Sporê de pêk hat.
12:46 06/8/2012
 
Şahiya sporê a Aydin Erdem hate lidarxistin
3'yemîn Şahiya Sporê ya ji bo bîranîna Aydin Erdemê ji aliyê polîsan ve hate kuştin hate lidarxistin.
12:38 25/7/2012
 
Fînala 'Tûrnûvaya Ji Bekîr Kaya re Azadî" hate lidarxistin
Tûrnûvaya Ji Bekîr Kaya re Azadî ku ji aliyê Şaredariya Wanê, Belediye Vanspor û Mala Piştgiriya Perwerdehiya Şaredariya Wanê tê lidarxistin bi lîstîka fînalê bi dawî bû. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ji girtîgehê peyam şand û wiha got: "Hêvî dikim ku ev tûrnûva bibe wesîleya azadiya hemû hevalên me. Azadiya we her tim mayînde be."
12:23 16/7/2012
 
Tûrnûvaya 'Ji Bekir Kaya re azadî' dest pê kir
1'emîn lîstika "Turnuvaya Ji bo Bekîr Kaya Azadî" a ku ji aliyê Belediye Vansporê ve di navbera taxan de pêk hat dest pê kir. Di tûrnûvaya ku 28 tîm tev li pêşbirgê dibin de timên Rêberspor û Zagros Mezopotamyaspor hatin hemberî hev.
13:51 08/7/2012
 
Belediyespor a Bismilê kongreya xwe pêk anî
Qilûba Belediyespora Bismilê kongreya xwe pêk anî û Mustafa Kurt wekî serokê qlûbê hilbijart. Belediyespora ku di lîga BAL'ê de ew ê têkoşîn bide rengên xwe wekî kesk û sor û zer guhertin.
16:18 07/7/2012
 
Meclîsa Ciwanan a Wanê Lîjneya 3’yemîn pêk anî
Meclîsa Ciwanan a girêdayî Konseya Bajêr a Wanê 3’yemîn Lîjneya Giştî ya Asayî pêk anî. Di Lîjneyê de nameya Şaredarê girtî yê Wanê Bekîr Kaya hate xwendin. Beşdaran jî bi deqîqeyan li çepikan xistin û Şaredar Slav kirin.
09:18 04/7/2012
 
Turnuvaya futbolê ya “Ji Bekîr Kaya re Azadî” tê amadekirin
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Samî Dînç a Şaredariya Wanê, piştî serdema betlanê bê navber xebatê xwe di domîne. Piştî ku hemû xwendekarên wan ketin betlana havînê, ji bo ciwanê emrê wan 15-25 salî, turnuvoya fotbolê ya bi navê “Turnuvaya ji Bekîr Kaya re Azadî” amade kirin. Mamosteyê Mala Perwerdehiyê û berpirsyarê ji turnuvayê Bahattîn Karaman agahî dan. Karaman, diyar kir ku ji bo ew girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya bê hiquqî bînin ziman dest bi vê turnuvayê kirine û ji bo azadiya Kaya ye.
12:06 28/6/2012
 
Onerê Amedî yê qurbanê mayinê di atletîzma Ewropayê de bû 3'emîn
Di şampiyona Ewropayê de Sponsorê Şaredariya Rezan a Amedê Mehmet Nesîm Oner, di beşa Şampiyoneya Atletizma Ewropayê de ket rêza 3'emîn. Oner di 2004'an de li Pasûrê dema şivandî dikir çavek û milê xwe winda kiribû.
16:11 22/6/2012
 
Serkeftin ya Wansporê ye lê rumet ne ya şaredariyê ye
Serokê Qibuba Wansporê ya Şaredariya Wanê Nîhat Gezîcî, diyar kir ku di lîstikê de navê Şaredar Bekîr Kaya û Qilûba wan nehatiye dîtin û vê yekê ew xemgîn kirine. Gezîcî, daxuyaniya Waliyê Wanê Munîr Karaloglu rexne kir û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
11:35 12/6/2012
 
Helbijarteya Kurdistanê di Sipora VIVA'yê de nasnava pileya yekemîn wergirt
Helbijarteya Kurdistanê di Sipora Palewaniyetiya Herêman (VIVA) yê de bi 2-1 golan bi ser Tîma Qibrisê ket û nasnava yekemîna palewameniytiya 'VIVA'ê bi dest xist.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN