17:13 07/3/2016 |
|
Li keleha berxwedanê Geverê jinên Kurd li gel hemû êrîş û astengiyan hêzên dewletê li pişt barîqatan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi coşek mezin pîroz kirin.
|
16:00 07/3/2016 |
|
Jinên ku bi munasebeta 8'ê Adarê li gelek navendan daketin qadan diyar kirin ku ew ê girêdayî bîranîn û berxwedana jinên têkoşer derkevin û heta ku li cihanê şopên kapîtalîzm, zayendperestî, şîdet, kedxwarî, taciz û tecawiz ji holê bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin.
|
14:53 07/3/2016 |
|
Buroya Li Dijî Tacîz û Tecawiza Zayendî ya di Bin Çavan de Alîkariya Hiqûqî, der barê tacîz, tecawiz û îşkenceya zayendî ya di navbera salên 1997 û 2016'an de kir rapor û bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê ji 1997'an heta Adara 2016'an 95 jin di bin çavan de rastî tundiya zayendî hatine û 432 jin rastî tacîza zayendî hatine. Li gorî raporê 357 kesên sucdar polîs in û 109 jî leşker û cendirme nin. Di raporê de hat diyarkirin ku leşker û polîsên li Kurdistanê tev li van sûcan bune pêşiya darizandina wan hatiye girtin û hemû sucên li dijî jinê pêk hatine bi “bêceza" bûnê hatine xelatkirin.
|
12:40 07/3/2016 |
|
Li navçeya Geverê ku hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve navenda navçeyê dorpêç kirin û anonsên "navenda sûkê vala bikin" dikin jî jinên geverî ber bi qada 8'ê Adarê ya li pişt barîkatan ve dimeşin.
|
12:03 07/3/2016 |
|
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bo jinan bêyî heq xizmeta gihaniyê(çûnhat) bide der.
|
09:03 07/3/2016 |
|
Jinan di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji 158 girtiyên jin ên ku ji ber nasnava xwe ya zayendî parastine û li hemberî tundiya zayendî derketine rastî êrîşan hatine, postaya pirtûkan û şarên xwe şandin.
|
09:03 07/3/2016 |
|
Jina bi navê Miyaser Aslan a ku li Wanê dijî dema 17 sal berê hevserê wê hate girtin venegeriya “mala bavê” û bi hêza xwe ya cewherî jiyana xwe domand. Aslan li gel debara malê dikir di nav xebatên meclîsa taxê û KJA’yê de jî cihê xwe girt û bi van gotinan têkoşîna xwe ya jiyanê anî ziman: “Min jiyana ku dewletê li ser Kurdan û jinê ferz dikir tu carî qebûl nekir.”
|
09:02 07/3/2016 |
|
Li Geverê ku berxwedan bi ked û vîna jinê ve mezin dibe, berxwedêrên YPS-Jinê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di çeperên berxwedanê de pêşwazî dikin. Jinên berxwedêr ku li hemberî êrîşên hêzên dewletê li dora agirê berxwedanê dibin xelek gotinên ku ji dîrokî re dimînin tînin ziman. Jinên berxwedêr dibêjin ku hêza ku wan li ser piyan digire tenê vîna jinê ye û di nav berxwedanekê ku şahidiya hilatina rojê dike jinan silav dikin.
|
09:02 07/3/2016 |
|
Dîlan Çoban (Rûken Hêlîn) a ku ji berxwedana Kobanê bi bandor bû û tevlî şoreşê bû di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest da. Dayik Ayşe Çoban da zanîn ku keça wê her tim ji bo Kobanê li pey çalakiyan bû û got “Dîlan bi eşqa gerîla şewitîbû.”
|
09:01 07/3/2016 |
|
Dayikên ku zarokên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan li erdê ye, bang li hemû jinan kirin ku di 8'ê Adarê de berxwedana xwe mezintir bikin û deng bidin dengê wan. Dayika Turgay Gîrçek Makbule Gîrçek, bang li hemû dayikan kir ku dest bidin destê wan û deng bidin dengê wan. Dayika Rozerin Çukur Fahriye Çukur jî bang li jinan kir ku deng bidin dengê wan û êşa wan parve bikin. Çukur, xwest di 8'ê Adarê de bi milyonan jin li Amedê kom bibin.
|
20:27 06/3/2016 |
|
Bi deh hezaran jinên daketin qadan li dijî hişmendiya qedexekar a AKP'ê ya li Kürdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin qêrîna xwe bilind kirin. Deh hezaran jin ji bo aştî, wekhevî, edalet û azadiyê daxwazên xwe anin ziman û diyar kirin ku ew dê ji bo azadî û hebûna vîna xwe her dem bi ruhê 8'ê Adarê li qadan têbikoşin.
|
14:25 06/3/2016 |
|
Ligel qedexeya Walîtiya Amedê jinên ku li Kizilayê rê girtin ji wan 11 jin bi derbkirinê hatin binçavkirin.
|
11:45 06/3/2016 |
|
Jinên ku li Kadikoya Stenbolê ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bibin kom bûn piştî ku êrîşa polîsan çêbû, hemû kolanên Kadikoyê veguherandin qada berxwedanê.
|
09:14 06/3/2016 |
|
Emoş Bakiray a 92 salî ya jinên ku li çar parçeyên KUrdistanê li ber xwe didin bi gotina "Niha jinên ku têdikoşin neviyên Zarîfe û Besêyan e, hevrêyên Sakîneyan e" pênase dike dibêje ku mîrateya ku Besê, Zarîfe û Sakîneyan li pey xwe hiştine ji aliyê jinan ve hatiye dewrgirtin.
|
15:02 05/3/2016 |
|
Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê di çalakî û bernameyên hatin lidarxistin de jinan bi biryarbûna xurtkirina têkoşîna azadiya jinên anîn ziman û peyama "Em ê li dijî împaratoriya tirsê ya ku tê xwestin bê avakirin li kolanan binin, kolanan neterikînin. Em jiyana ku desthilatdar li ser me ferz dikin red dikin" dan
|
14:42 05/3/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Wanê di mitînga 8’ê Adarê de axivî û ji bo daxwaza xwerêvebirinê ya gelan û jinan got kesên jinan qetil dikin nikarin jinan rêvebibin Yuksekdag ji bo êrîşên tevkujiyê yên li Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê jî wiha axivî: “Ewê xira bikin, emê ava bikin. Ewê bikujin emê ji nû ve biafirînin.”
|
14:00 05/3/2016 |
|
Li Êlihê ligel ku mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate qedexekirin jî lê jin qedexeyan nas nekirin û li qada mitîngê li hev kom bûn û mitînga xwe pîrozkirin. Jinan li qada mitîngê bi stran, lîlandin û govend gerandin qadê xemiland û rûhê jinên berxwedêr yên li cihên cûda ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin li qadê dan jiyandin.
|
10:59 05/3/2016 |
|
Jinên wanî qada mîtînga 8'ê Adarê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî beşdar bibe tije kirin. Polîsan rengê kesk, sor û zer yên ku jinan xwestin têxin qadê desteser kirin.
|
10:11 05/3/2016 |
|
Komîsyona Jinê ya Şaxa ÎHD'a Enqereyê panela "Dema dewlet tundiyê pêş dixe, jin berxwedanê xurt dikin" pêk anî. Panelîstan di panelê de diyar kir ku daraz zayendîparêz e.
|
09:05 05/3/2016 |
|
Jinên ku xebatên xwe yên kolektîf bi navê EKOJIN'ê digihîne serfkarên xwe, niha jî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi keda xwe ya destan bi çêkirina flama, pankart, çente, cil û bergan amade dikin. Jinên ku bi rengên cuda amadekariya çêkirina pankarta “Jin ji bo Serokatî û Azadiya xwe li ber xwe didin” dikin, bi çêkirina keda xwe ya destan dixwazin qadan bi rengên jinan bixemilînin.
|