09:18 01/4/2016 |
|
Fatma Taha ya ku ji Sûriyeyê ji ber şer reviya û hate Rihayê, cilên kevn ên ku cîranên wê ji bo alîkariyê didin, dişo, utî dike û piştre jî difiroşe. Taha ya ku nikare kireyê mala xwe bide bi firotina cilan ve helw dide debara xwe bike.
|
09:09 01/4/2016 |
|
Berxwedana 2 jinên ku ji ber ku li kargehê li dijî saetên zêde xebatê û îstîsmara zayendî ya li dijî jinan xebatên rêxistinkirinê pêk anînê ji kar hatin avêtin di roja 8'emîn de li ber kargehê berxwedana xwe didomînin. Kardelen Yogungan û Sonay Tezcan ên ku ji kar hatin avêtin dixwazin îstîsmara li dijî jinan bi dawî bibe û vegerin li ser karê xwe.
|
09:13 30/3/2016 |
|
Li dijî girtina 3 akademîsyenên ku belavoka aştiyê îmze kirin nerazîbûn didomin, Seroka Giştî ya THÎV'ê Şebnem Korur Fîncanci têkîldarî girtinan got ku tê xwestin civak bitirse û nirxandina "lê tişta ku dixwazin dê pêk neyê herî dawî azadî. fikr û aqil bi ser keve" kir.
|
14:20 29/3/2016 |
|
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Koçaelî yên Vakfa Ensar û Wezîra Polîtîkaya Malbat û Civakê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan jinek binçav kirin.
|
13:06 29/3/2016 |
|
Li navçeya Çinarê jinên ku kursa kurdî ya bi hevkariya Navenda Jinê ya Jînwar û KURDÎ-DER'ê hatibû organîzekirin bi dawî kirin bi merasîmê sertifîkayên xwe wergirtin.
|
09:03 29/3/2016 |
|
Jinên Îzmirî, bertek nîşanî îstîsmara li dijî 45 xwendekarên jin ên li Yurda Vakfa Ensar a Karamanê dağn û xwestin hemû jin li hemberî îstîsmara li ser jinê pêş dikeve dengê xwe bilind bikin. Jinan bang li Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî Sema Ramazanoglu jî kirin û xwestin Vakfa Ensar bigire.
|
09:01 28/3/2016 |
|
Li hemberî êrîşên zayendî û tundiyê Yeryuzu Kadinlari ji bo parastina mafê jiyanê xebatên parastina cewherî pêş dixin. Jinên ku diyar kirin hiqûq têrî parastina jinê nake bi spora parastinê ya bi navê Aîkî-do fêrî parastina fîzîkî dibin.
|
14:22 27/3/2016 |
|
Endamên BÎKG'ê çûn serdena "Nobeta azadiyê" ya ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo serbestberdana akademîsyenan hatiye destpêkirin.
|
09:07 26/3/2016 |
|
Xebatên Atolyeya zanista jin û jiyanê ango Jineolojiyê li Îzmîrê dest pê kir. Têkildarî xebatên Atolyeyê de Endama KJA'yê Sînem Işik axivî û ev tişt anîn ziman: "Di esasê xwe de Jineolojî, vegera cewhera li jiyana watedar e. Em jî dê bi van atolyeyan vê vegerê pêk bînin."
|
10:03 25/3/2016 |
|
Li Stenbolê jina bi navê Aynûr Kanbûr a 49 salî, li mala xwe rastî êrîşek bi çekî hat û di encama vê êrîşê de Kanbûr jiyana xwe ji dest da.
|
11:23 24/3/2016 |
|
KJA'yê li hemberî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya têkîldarî Weqfa Ensarê ya "Careke pêkanîn ji bo ku saziya me ya bi xizmetên xwe derketiye pêş nabe hinceta reşkirinê" ku bi îstismara zayendî re hate rojevê nerazîbûn nîşan da û xwest îstifa bike.
|
09:21 23/3/2016 |
|
Rêxistinên jinan li hemberî gotinên Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya "cereke ev tişt kirin ji bo reşkirina saziyekî me yê bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nabe hincet" a ji bo Weqfa Ensarê ya ku bi standala îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan hate rojevê nerazîbûn nîşan dan û xwestin wezîr îstîfa bike. Jinan diyar kirin ku daxuyaniya ku hatiye dayîn ne li gorî aqilê jinê ne jî fikra jinan e.
|
09:14 22/3/2016 |
|
Jina bi navê Damla Kutulu ku rastî êrîşa hevserê xwe hat û ji bo parastina rewa hevserê xwe Fikret Kutulu kuşt, ji aliyê dadgehê ve hat beraetkirin. Parazvanen mafên jine û parêzeran diyar kirin ku jin ji bo bijîn neçar dimînin ku bikujin. Parêzeran anin ziman ku ev biryar dê ji bo jinên girtî bibe minak û emsal.
|
09:06 19/3/2016 |
|
Rahşan Demîrel a dî salên 1990’î de li hember polîtîkayên înkar û îmhayê di roja Newrozê de bû yek ji sembolên berxwêdêr ên Newrozê bi helwesta xwe nîşan dabû ku çirûskên agirê Newrozê li Îzmirê belav dibin. Kekê Rahşan, Nusret Demirel behsa jiyan û têkoşîna wê kir û wiha got: “Rahşan zilma li hember gelê kurd pêk dihat qebûl nekir û bedena xwe bî agirê Newrozê kir yek.”
|
14:41 18/3/2016 |
|
Duyemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê, bi beşdariya hezar û 300 jinên ji 48 gelên cuda, li paytexta Nepal Katmandû pêk hat. Di roja dawî ya konferansê de civîna encamê hat lidarxistin û biryarname hatin erêkirin.
|
09:06 18/3/2016 |
|
Hikûmeta AKP'ê ji bo tevlêbûnên girseyî asteng bike û dengê gel qut bike, destûra pîrozbahiya Newrozê bi rojekê bi sînar kir. Li hemberî vê qedexe û sînorkirinê hemû beşên civakê bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê li Qadan Newrozê pîroz bikin. Jinên ku di nava têkoşîna azadiya jinan de cih digirin jî diyar kirin ku ew dê bi tilîliyên xwe tev li berxwedana Newrozê bibin.
|
09:14 17/3/2016 |
|
Endama Komeleya Jiyana Jinê Fatma Ayaz li Semsûrê li ser Sunta fîgurê jinê û nexşên jiyanê çêdike û hewl dide pirsgirêkên civakê û jiyana civakê xêz bike. Ayaz, bi vê xebatê hem hunerê pêş dixe hem jî debarê dike.
|
14:57 16/3/2016 |
|
Duyemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê, ku di 13'ê Adarê de li paytexta Nepal Katmandû destpê kir, bi civîna Civata Giştî re dewam dike. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo mirovên di komkujiya Helebçeyê û hemû qirkirinan de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
|
14:53 16/3/2016 |
|
Rêxistinên jinan ên li Amedê êrîşa nîjadperest a ku li Yalovayê li hmeberî xwendekareke kurd pêk hat şermezar kirin.
|
15:22 15/3/2016 |
|
Li Kobanê, Peykerê Berxwedanê yê Jina Kobanê, bi merasîmeke hat vekirin.
|