09:19 16/5/2016 |
|
Hanim Bîlen a ku piştî li Şirnexê qedexe hate îlankirin û berê xwe da riyên koçberiyê diyar kir ku di salên 1990'an de dema ku gundên wan hatin şewitandin jî heman tişt jiyana û daxwaza xwe wiha anî ziman: "Bila ev bibe koçberiya dawî."
|
09:18 16/5/2016 |
|
Piştî qedexeya derketina derve welatiyên ku mecbûr man ji Şirnexê koçber bibin, li dora bajar konên ku vedane dimînin û li benda roja rabûna qedexeyê û vegera malên xwe ne. Jinan diyar kirin ku dengên bombeyan dibihîzin û malên wan tên xirakirin ji bo dorpêç bê rakirin divê hemû kes berê xwe bidin Şirnexê.
|
15:41 14/5/2016 |
|
Kongra Jinên Azad (KJA) bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyanî da û cijna ziman li hemû kurd û kurdistaniyan pîrzo kir.
|
15:36 14/5/2016 |
|
KJA'yê daxuyand ku armanca helwdana rakirina destnedayînan meclîsa ku îrade û gotina jinan nebe, li dijî destkeftiyên jinan ketiye dewreyê û ew ê ji guhertina Qanûna Esasî re bibê jin "Na" û xwest hemû jin xwedî îradeya jinê ya meclîsê bibe.
|
09:30 14/5/2016 |
|
Fatîm Kûlter di 75 saliya xwe de ji ber qedexeya li Şirnexê bi zorê hate koçberkirin lê ew neçû bajarên rojava yên ku dewlet dixwaze çû bajaroka Sêgirkê ya nêzî bajar. Dayika Fatîm a 3 caran ji aliyê dewletê ve bi zorê hatiye koçberkirin her carê ev polîtîka pûç kiriye vê carê jî polîtîkaya koçberkirina bi zorê pûç kir.
|
09:19 14/5/2016 |
|
Şaredariya Dersimê li zeviya 15 donim a ku kirin bostan, bi tovên xwezayî ve hilberîna organîk bikin. Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Dersimê Ayten Kordu diyar kir ku keda jinan û xweza gihandine hev û armanca wan avakirina qadên hevpar ên hilberînê ye, bi vî rengî dixwazin jinên dersimî heqdestê keda xwe bigirin.
|
09:06 14/5/2016 |
|
Di salên 90'an de welatiyên ku koçber bûne û li Edene û Mêrsînê bi cih bûne her yek ji wan xwedî çîrokekî bi dram in. Civaknas Menîce Yaşar diyar kir ku bi taybetî jî jin di şertên zehmet de dijîn û pirsgirêka wan a herî mezin jî pirsgirêka zimanê dayikê ye. "Yaşar wiha axivî: "Jinên ku vî pirsgirêkê dijîn jî yên koçber bûne û zêdetirî 26 sal in jiyana xwe di konan de berdewam dikin in."
|
17:24 13/5/2016 |
|
Hat diyar kirin li Wezfa Ensarê ya Bedlisê despêkê li 9 jinan şantaj hat kirin û piştre 9 jin bi îstismara zayendî re rû bi rû mane. Parlamentara HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat diyar kir ku jinên mexdûr serî li qereqolê dane, lê serlêdana jinan hatiye piştguhkirin û ev tişt got: "Çawa li ser dosyaya li Karamanê bi lez û bez dan girtin, niha tişta li Bedlîsê tê kirin jî heman tişt e. Tê xwestin kesê ev sûç kirine, wan mafdar derxin û li ser delîlan bidin girtin."
|
09:01 13/5/2016 |
|
Dîroka navçeya Licê ya Amedê di heman demê de parçeyek dîroka berxwedanê ya gelê Kurd. Yek ji şahidên berxwedana ku li hemberî zilmê hatî meşandin Fehîma Zorarslan a 66 salî anî ziman ku wan koletiyê, cerdevaniyê û zilmê tu car qebûl nekirine û got "Me got berxwedan jiyan e û me her li ber xwe da. Em natirsin ne ji wan ne ji bombeyên wan. Ma ji mirê wêdetir heye?
|
10:05 12/5/2016 |
|
Nivîskar û rojnamgera femînîst Ayşe Duzkan gotinên rayedarên îxtidarê û saziyên dewletê yên li dijî jinan nirxand diyar kir ku dema ku rayedar devê xwe vedikin di her daxuyaniyê de Peymana Pêşîlêgirtina Hemû Cureyên Şîdetê yên li Dijî Jinan a NY'ê bin pê dikin.
|
09:12 11/5/2016 |
|
Hunermenda kurd Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) a ku beriya 24 salan di pevçûna li Tetwanê de nemir bû bi ruhê xwe yê berxwedêr û muzîka xwe ve di têkoşîna azadiya kurd de cihê xwe diparêze.
|
10:24 10/5/2016 |
|
Li gundê Kerwas a Licê bi hatina biharê re jinên ku bi berbangê re dest bi kar dikin li gel qedexe û bombebaranê tovên jiyanê li her derê direşînin. Jinan bertek nîşanî bombebaranê dan û gotin "Piştî bombebaranê em dîsa diçin û axa xwe cot dikin."
|
09:10 10/5/2016 |
|
Jinan li kargeriya dirûnê ya Mala Taxê ya Jinan a Guneşê ku Şaredariya Akdenîzê di çarçoveya projeya "Rêveberiya di Cih de" amade kir dest bi perwerdehiyê kirin. Jin li vir perwerde dibin û dest bi dirûn û fesalê dikin û berhemên xwe bi awayekî komîmê ava dikin. Endama kargeriya dirûnê Merişan Encu, anî ziman ku ev kargerî ji bo afirandin hilberîn û debara jinê firsendek mezin e.
|
09:13 09/5/2016 |
|
Li Bazara Semtê ya Agiriyê jinên ku bi peştemalên xwe yên xemrî ve dezgehên xwe datînin banga li hemû jinan kirin û xwestin piştevaniyê xurtir bikin.
|
15:09 08/5/2016 |
|
Li gelek navendan bi munasebeta Roja Dayikan, bername hatin lidarxistin û dayikan di axaftinên xwe de banga "werin em dest bidin hev û bihevre mirinên zarokên xwe rawestînin" li hemû kesan kirin.
|
19:50 07/5/2016 |
|
Endamên KJA'yê hewldana darbeyê ya ku dixwaze destnedayînên parlamenterên HDP'ê rake şermezar kirin.
|
09:15 07/5/2016 |
|
Dayîka Rozerîn Çukur a ku li Surê hatî qetilkirin Fahriye Çukur Roja Dayîkan bi gora 101 roj berê hatî kolandin û bi êşekî mezin pêşwazî dike got; "Cenazeyê wê 100 metre li pêşiya min bû lê min nekarî biçim bigirim. Ez negihiştimê û min tiştên nava dilê xwe de ji Rozerîna xwe re negotin. Rondikên ji çavên me bariyan bûn xwîn bi ser Surê de bariyan."
|
16:59 06/5/2016 |
|
Li Wanê bi pêşengiya KJA û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bernameya Roja Dayikan hate lidarxistin.
|
12:26 29/4/2016 |
|
Kongreya Jinen Azad (KJA), bi daxuyaniyekî bang li raya giştî û bi taybetî li jinan kir ku bi ruhê 8'ê Adare û bi berxwedana Newrozê, bi tilîlî û rengên xwe tevli 1'ê Gulanê bibin.
|
10:11 29/4/2016 |
|
Jinên ku nêviyê nifûsa cîhanê ava kirine, diyar kirin ku muxalefeta bingehîn ya civakê ne û ji bo aştî û azadî bi ser bikeve ew dê qadên 1'ê Gulanê rengîn bikin. Jinên kedkar bang li hemû jinên Tirkiyeyê kirin û xwestin bi ruhê 8'ê Adarê dakevin qadan û qadên 1'ê Gulanê rengîntir bikin.
|