DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

09:01 09/6/2016
 
Bedena me jî jiyana me jî ya me ye, êdî hiş bin!
Jinên ciwan ên Îzmîrê li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Jinên ku dayikbûnê red dike kêm e, nîvco ye" nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku îsyana jinan dê li kolanan bidome. Jinan bi gotina "Êdî hiş bin. Bedena me jî jiyana me jî ya me ye" hêrsa xwe nîşandan.
09:01 09/6/2016
 
Bêfikar piştgirî da kampanyayê
Sevîlay Bayri ya ku li Wanê kuafor e, ew bixwe jî di temenê biçûk de hate zewicandin, ji ber vê yekê jî piştgirî da kampanyaya "Em serê bûkên temenê wan ji 18 salî biçûk in û traşa zavayan nakin" dan destpêkirin. Bayri ya ku di 12 saliya xwe de hatiye zewicandin wiha got: "Piştî ku min dan zewicandin rojeke piştre ji bo ku bilîzim derketim kolanê lê xwesuya min li pey min derket û gotina 'êdî tu zarok nînî, tu zewicî ye, mêrê te ye' bi kar anî û min bir malê."
14:54 08/6/2016
 
Dayikên Aştiyê: Em ne koleyên mêr, ne jî yên Erdogan in
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a "Jinên dayikbûnê red bikin nîv û kêm in" dan û diyar kirin ku ew ne koleyên Erdogan û ne jî yên mêr in.
09:02 08/6/2016
 
Jinên Mêrsînê: Erdogan bê aqil e
Piştî Serokomar Erdogan bi daxuyaniyen wekî "Jina ku dibêje ez dixebitin û xwe ji dayikbûnê dûr dixe, ya rast jinbûna xwe înkar dike" û heqaret li jinan kir, bertekên li hemberî Erdogan jî zêde bûn. Herî dawî jinên Mêrsînê bertek nîşanî Erdogan dan û aşkera kirin ku jin jinin, tişta kêm aqilê Erdogan e. Seroka Komeleya Jinên Serbixwe Ayla Oran Erciyes diyar kir ku ev hişmendî jinê wekî tekakesî digire dest.
10:53 07/6/2016
 
Li Bakûr AKP, li Başûr PDK êrîşî jinan dike
Zext û êrîşên ku ji hêla hikûmeta AKP û Serokomarê tirk Erdogan ve li Tirkiye û Kurdistanê li hemberî jinan pêk tê, bi heman wayî li Başûrê Kurdistanê jî êrîşên li hemberî jinên kurd ji hêla PDK'ê ve bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Nûnera REPAK’ê Meral Çîçek diyar kir ku serdegirtina hêzên asayîşa PDK’ê ya di 5’ê Gulanê de li hember Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK) pêk hatibû, tu aliyekî xwe yê hiqûqî tune. Çîçek got ku tişta PDK’ê dike bi temamî keyfî û dervey qanûnî ye û wiha got: “Em nêzikatiyên weke parçeyekî Kurdistanê milkê partiyekî siyasî be, qebûl nakin.”
21:57 06/6/2016
 
'Bila Erdogan ne axive jin bi axivin
Jin li Enqere û Stenbol li dijî gotina Serokomar Erdogan a 'Jinên dayikbûnê red bikin nêvî û kêm in" daketin kolanan û şermezar kirin. Endama Platforma Em dê Cinayetên Jinan Rawestînin Nazan Koşek, anî ziman ku kes ne şirikê bedena jinê ye û nikarin bibin şirîk.
13:13 06/6/2016
 
Jinan bersîv da Erdogan: Ji tere çi?
Serokomar Erdogan ji ber gotinên li hemberî jinan rastî bertek û nerazîbûnên jinan hat. Jinan bersîv dan gotina Erdogan a "Jinên dayikbûnê red dikin nîv in" û gotin "Ji tere çi ji kêre çi?" dan Erdogan.
09:22 05/6/2016
 
Ayten navê wêrekî û berxwedanê bû
Endama YPS-JIN'ê Ayten Tanriverdî ya di 24'ê gulanê de li Silopiyê jiyana xwe ji dest da, bi têkoşîna xwe ya di temenê biçûk de dest pê kiriye tê zanîn. Dayika wê Fatma Tanriverdî li pey keça xwe soza berdewamkirina têkoşîna wê dide.
09:15 05/6/2016
 
Jinên enqereyî: Bila êdî Recep Tayyîp mudaxaleyî jiyana me neke
Jinên enqereyî li hemberî nêzîkatiyên Serokomar Tayyîp Erdogan a mudaxaleyî jiyana jinan dike herî dawî jî gotina "tu malbatên misilman di vî ferasetê de nabe" bi kar anî nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku bila Erdogan mudaxaleyî jiyana wan neke, bang li jinan kirin xwestin li dijî polîtîkayên neteweperest a li ser bedena jinan tê meşandin têkoşîna hevpar bidin.
09:07 04/6/2016
 
Bi hunera xwe ve dibe mînak
Bedîa Akinci ya li Êlihê dijî bi hunera folyo ya ku di dema lîseyê de hîn bûye niha bi aweyeke rêk û pêk îcra dike. Akinci ya ji aliyê derûdorê ve tê teqdîrkirin diyar kir ku çanda kurdan, berxwedan û şîdeta li dijî jiyan dineqişîne.
09:09 03/6/2016
 
Hostayên deng û gotinê: Jinên dengbêj
Dengbêjiya ku di jiyandina çanda kurdan de xwedî ciheke girîng e ji aliyê jinên kurd ve tê jiyandin. Dengbêj Hediye Kalkan a ku got ligel pêkûtiyan "distrê" wiha got: "Ev cesaret pêşengên jin dan me. Meryem Xan, Ayşe Şan, Delîla û Zîlan ên ku pêşiya jinan vekirin hene. Hinek ji wan bi şerê xwe hinek ji wan jî bi hunera xwe ve têkoşiyan û şoreş pêk anîn. Heke ez dikaribim vî kevneşopiyê bidomînin deyndarê wan im."
09:02 03/6/2016
 
Dê ji bo jinên êzîdî yên hatin ragirtin bi NY'yê re hevdîtin bên kirin
Endamên Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên ku Bi Zorê Hatin Ragirtin, xebatên xwe yên der barê 7 hezar jinên êzidî yên ku ji hêla çeteyên DAŞI'ê ve hatin ragirtin û îşkence li wan tê kirin, li qada navneteweyî berdewam dike. Platforma ku heyetek şand Başûrê Kurdistanê, li vir xebatên xwe berdewam dike, Endama platformê Reyhan Yalçindag dê ji bo ezmûna Bosna Hersekê biçe Bosnayê û 2 rojan li wir hin hevdîtinan pêk bîne û dê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bê xwestin ku bikeve nav tevgerê.
09:12 02/6/2016
 
Hêzên dewletê bi êrîşên zayendî koçberiyê ferz dikin!
Şîdeta li hemberî jinan a ku parçeyeke şerê dewletê yê li Kurdistanê dimeşîne ye li Sîlopiyê roj bi roj zêdetir dibe. Tîmên taybet bi gotinên "çima hûn di vê germê de çarşevan li xwe dikin, derxînin em we bibînin" jinan taciz dikin û di heman demê de jî bi gotinên "Derkevin ji van deran biçin hûn ê van malên xirabûyî çi bikin" koçberiyê ferz dikin.
12:34 01/6/2016
 
Ji KJA'yê ji bo mîtînga 5'ê Hezîranê bangawazî
KJA'yê ji bo beşdarbûna mîtînga ku dê 5'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin û li bendê ye bi sedhezaran kes beşdar bibe ya "Li dijî darbeyê berxwedana demokratî" bangawazî kir bi taybetî xwest jin qadê tijî bikin.
09:12 01/6/2016
 
Îsyana jinê ya bi stranan: Orkestraya Jinê ya Stenbolê
Orkestraya Jinê ya Stenbolê ku jinan ava kirine bi gelek zimanan stranên xwe distrê û stranên xwe li dijî "yên ku ji jinan re dibêjin bêdeng be" stranên xwe dibêjin. Jinên endamê orkestrayê dibêjin ku em îsyana jin û stranan e hemû jinan vedixwînin konseda di 2'yê Hezîranê de dê li Kartalê bidin.
09:11 01/6/2016
 
Zarok anîn, Musolînî, Hîtler û AKP - HATE NÛKIRIN
Piştî duyemîn qatlîama Roboskê Serokomar Tayyîp Erdogan, wekî piştî qatlîama Roboskê ya yekemîn "jin û zayokî" anî rojevê û ev gotinên Erdogan gotinên Musolînî yên "gelên ku derguşên wan vala dimîne nikarin împaratoriyê ava bikin" û yên Hîtler "Her dayik divê herî kêm 4 zarokan bîne" anî hişê mirovan. Jinan ev gotin wekî "ji bo bangawaziyên nijadperest rê vekirin" nirxandin.
09:10 01/6/2016
 
Jinên Geverê: Em serî natewînin
Li navçeya Geverê ku bi hezaran mal hatin şewitandin û talankirin, jinên ku bi darê zorê ji navçeyê hatin koçberkirin li hember tabloya giran dilorînin. Jinan bi gotinên “Xwezî mirovên me jiyana xwe ji dest nedaban û malên me bihata şewitandin. Lê em ê li hember vê zilmê serî netewînin.” bertek nîşanî wehşetê dan.
09:05 31/5/2016
 
Jin dê destûr nedin kes mudaxaleyî jiyana wan bike
Hefteya borî li qada Kizilayê komek mêren bi cube belavokên ku dixwest "Jin bedena xwe bigirin" belav kirin. Komek jin mudaxaleyî mêran kir û destûr neda ku mêr van belavokan belav bikin. Endama komê Gulşah Ozturk a îsyan derxist diyar kir ku ger destûrê bidin vê ferasetê dê cih dê cih ji jinan re nemîne û hemû mafên jinan dê ji destê wan bê girtin.
09:08 29/5/2016
 
Endamên BÎKG'ê: Hezex hêviya jiyanê dide mirovan
Endamên BÎKG'ê yên piştî êrîşên komkujiya li Hezexe bi boneya piştevaniyê hatin Hezexê, diyar kirin ku gelê Hezexê li gel êşên mezin dîsa heviya jiyanê didin mirovan. Endamên BÎKG'ê bang li hemû welatiyan kirin ku bi gelê Hezexê re têkevin nava piştevaniyê.
09:06 29/5/2016
 
'Sûc û sûcdar ji nedîtî ve tên'
Li Wanê jinên ku li hemberî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku rapor sûc û sûcdar nedîtî ve tê.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN