DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

10:24 02/7/2016
 
'Xeta me Zîlan Rêberê me Ocalan'
Endamên KJA'yê Zeynep Kinaci (Zîlan) li Îzmirê bi bîr anîn û bi dirûşmên "Xeta me Zîlan Rêberê me Ocalan" meş pêk anîn.
12:55 01/7/2016
 
Jinên lubnanî li diji çeteyan çek hilgirtin
Jinên li navçeya El Kaa ya xiristiyanan a Lûbnanê ya li sînorê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên yekîtî ava kirin.
08:22 01/7/2016
 
Jinan Zîlan bi bîr anîn
Li navçeyên Qoser û Artukluyê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku di 1996'an li Dersimê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.
15:49 30/6/2016
 
Jinan li Mêrsînê Zîlanê bi bîr anî
Koordînasyona KJA'yê ya Mêrsînê, Zeynep Kinaciya PKK'yî ya li Dêrsimê çalakiyeke li dar xist û jiyana xwe ji dest dabû, di 20'emîn salvegera wê de bi bîr anîn.
11:48 28/6/2016
 
Jinên wanî: Em nahêlin dest bidin îradeya me
Jinên wanî li hemberî pêkanînên AKP'ê yên desteserkirina şaredariyên DBP'î bertekên xwe dan der û wiha gotin, "Me bi îradeya xwe ew hilbijartin û anîn ser kar, lê bes em dikarin wan bi îradeya xwe ji peywirê bigirin."
11:37 28/6/2016
 
Li qiraxa Ava Rû jiyanê dihûnin!
Li Şirnexê welatiyên ku ji ber êrîşên qirkirinê qatin koçberkirin li gundê Cîfanê û derûdora wê bi pêşengiya jinan jiyana nû dihûnin. Malbatên ku li qiraxa Ava Rû bi jiyana xwezayî çanda xwe didomînin bi gotina "ji dewletê tu hêviyên me tuneye" bi biryar in ku jiyana ku înça dikin bi hevre bidomînin.
10:05 23/6/2016
 
Amurê şanoya girtiyan kirin amûrê lêpirsînê
Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi boneya pêlîstoka çêkirîn derbarê 37 jinan de lêpirsîn da destpêkirin.
16:05 22/6/2016
 
Dayîkên Aştiyê daxwazên xwe dubare kirin
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya xwe ya bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera mutabakata Dolmabahçeyê dane destpêkirin, cara 33'yemîn pêk anîn.
10:02 22/6/2016
 
Jinên Şengalî KDP şermezar kirin
Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî polîtîkaya KDP'ê ya li hemberî jinên êzidî şermezar kir û li dijî van polîtîkayan banga hevgiriyê kir.
09:23 22/6/2016
 
Hemû kar û bar bi keda jinê tê kirin
Jin bi navê Mutlu Ofkelî ya ku beşeke jiyana xwe bi xebatê derbas dike, da zanîn xebat ji bo jinan gelekî zehmet e û ev tişt got: "Mekanîzmaya afrîneriyê li ser hişmendiya mêr şekil girtiye, ev hişmendî herî zêde jî mekanîzmaya afrîneriyê ye û dê di her qada jiyanê de cih bê girtin û bê zanîn."
09:22 22/6/2016
 
Tehliyeya Dogan jin kêfxweş kirin
Jina bi navê Çîlem Dogan li Edeneyê bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû ma û hat xwestin bi zorê fihûşê bi wê bide kirin. Li ser vê îşkenceyê Dogan mafê xweyê parastina rewa bi kar anî û lêxist hevjînê xwe kuşt. Li ser kuştina hevjînê xwe Dogan hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Li ser itiraz cezayê wê vegerandin pere û Dogan serbest hat berdan. Biryara beraetê ji hêla saziyên jinan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
11:14 21/6/2016
 
Çîlem Dogan: Ez ê ji bo hemû jinan têbikoşim
Çîlem Dogan a ku ji ber şîdeta zilam mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û 15 sal ceza lê hate birîn duh bi kefaletê ve hate berdan wiha got: "Li derve û li hundir bi milyanan jinê dîl hene. Ez ê ji bo azadiya wan ji niha pêve têbikoşim."
18:04 20/6/2016
 
Zîlan û Sema Yuce hatin bi bîranîn
Zeynep Kinazi (Zîlan) ya li Dersimê çalakiya fedayî pêk anî û Sema Yuce ya di şeva Newrozê bedena xwe da ber agir li Çinarê hatin bi bîranîn.
17:01 20/6/2016
 
Çîlem Dogan hate berdan
Çîlem Dogan a ku li dijî şîdetê mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî bû û piştre hate girtin bi kefaletê hate berdan.
13:53 20/6/2016
 
'Tirkiye dixwaze li ser penaberan pere qezenc bike'
Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Ragirtin bi jinên êdizî ve bi munasebeta Roja Penaberan a Cihanê daxuyanî dan diyar kirin ku di serî de li Rojhilata Navîn li gelek deverên cihanê trajediya penaberan berdewam dike, Tirkiye jî dixwaze bi riya penaberan pere qezenc bikin.
13:12 20/6/2016
 
Jinek ji hêla hevjînê xwe yê berê ve hat kêrkirin
Li Wêranşarê jina bi navê Rahîme Sicak ji ber cara duyemîn bi kesekî din re zewicî, ji hêla hevjînê xwe yê berê yê bi navê Sînan Sicak ve hat kêrkirin. Hat gotin Sicak ji qirika xwe û ji zikê xwe birîndar bûye.
09:06 20/6/2016
 
Di ser qedexeya Şirnexê re demsal derbas bû
Di ser êrîşên qirkirinê û qedexeya li dijî Şirnexê re demsalek derbas bû. Jinên şirnexî yên ji ber êrîşan bi zorê hatine koçberkirin li benda rakirina qedexeyê ne û dixwazin di demeke kin de vegerin cih û warên xwe.
13:34 19/6/2016
 
Kaya: Kujer nikarin rê nîşanî jinan bidin
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya di çalakiya li Rihayê hat li darxistin de bertek nîşanî axaftinên Erdogan ên wekî "Jina ku dayikbûnê red bike, ew kêm e" da û aşkera kir ku ji ber şerê AKP'ê yê li Kurdistanê bi dehan jin hatin kuştin û ev tişt got: "Kesên ku 7 rojan li hemberî cenazeyê dayik û malbata wê wehşet pêk anî nikare rê nîşanî jinan bide. Kesên ku ev hovîtî pêk anîn kêm aqil e."
09:00 19/6/2016
 
'Me bikujin jî em ê vegerin axa xwe'
Li Şirnex a ku dorpêç didome jinên li benda vegerê ne diyar kirin ku ew ê li ciheke din dijîn. Jinan wiha gotin: "Qedexe çawa rabe em ê vegerin axa xwe, Me bikujin jî em ê vegerin û xwedî li axa xwe derkevin."
17:26 18/6/2016
 
Jiyana me ya me ye!
Jinan li Stenbol û Dîlokê Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê bi gotina "Jiyana me ya me ye, em rapora komîsyona hevberdanê nas nakin" şermezar kirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN