21:59 29/7/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna jinan a Mamak Tuzluçayirê de diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe pêdivî bi çareseriya demokratîk heye û xwest ji nûve Qanûna Esasî bê sazkirin. Yuksekdag, komkujiya Qamişlo şermezar kir û ji malbatan sersaxî xwest.
|
13:04 29/7/2016 |
|
Dê di pêşengtiya HDP, HDK û KJA'yê de roja yekşemê li Kadikoya Stenbolê mitînga "li dijî derbeyê em azadiyê diparêzin" bê li darxistin. Bang li jinan hat kirin ku beşdarî mitîngê bibin.
|
12:33 29/7/2016 |
|
Jinên Kurd ên ewropayê ji ber ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe welatên Yekîtiya Ewropa (YE) hişyar kirin û xwestin ji bo Ocalan têkevin nava liv û tevgerê. Jinên kurd wiha gotin: "Ger ku em aştiyê dixwazin divê Rêberê me azad be. Ji ber ku azadiya wî azadiy me ye'
|
11:55 29/7/2016 |
|
Koordînasyona Bajar a KJA ya Îzmirê ji bo kongreya asayi ku sibêli Îzmirê pêk bîne bang li hemû jinan kir ku tev li kongreyê bibin. Endama KJA'yê Dîlan Akpolat, xwest her kes bi ruhê avakirina jiyana civakî tev li kongreyê bibin.
|
09:08 29/7/2016 |
|
Jinan diyar kir ku dê têkoşîna li dijî derbeya leşkerî û sivîl jin bilind bikin û aşkera kirin ku çareseriya aştiyane û demokratîk li Îmraliyê ye, hat xwestin ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.
|
13:55 28/7/2016 |
|
Platforma Jinan a Mêrsînê, li dijî OHAL'ê ya piştî hewldana derbeyê hat îlankirin bertekên xwe da der û wiha got, "Em qadên xwe ne ji derbekaran û ne jî ji mêrên xweyî feraseta DAIŞ'ê re nahêlin."
|
12:33 28/7/2016 |
|
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jinan tevli aborî û jiyana civakî bike, Navenda Pêşxistina Jîngeha Jinê (KÎGEM) vekir.
|
11:51 28/7/2016 |
|
Piştî hewldana derbeya leşkerî agahiyên ku derbekar li dijî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan amadekariyên sûîqastê kirine xwe dabûn der û li ser van agahiyan jî bi tu awayî hevdîtina bi Ocalan re pêk nayê. Têkildarî vê girtiyên PKK û PJAK'î yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi mebesta hişyariyê bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.
|
09:29 25/7/2016 |
|
Kordînasyona Jinê ya Nisêbînê ya ji bo peçandina birînên li navçeyê hat avakirin li hemberî ranekirina qedexeyê nerazîbûn nîşan da û fikarên ku bi OHAL'ê re qedexe dê dirêj bibe dijî. Jinan diyar kirin ku di dema qedexeyê de xebatên jinan hatine astengkirin û wiha gotin: "Bi pêkanîna OHAL'ê re tiştên ku darkeber dixwazin bikin dikare biqewime. Di vî rewşê de jî herî zêde jin tên hedefgirtin û jin bi şîdetê re rû bi rû dimînin."
|
08:40 25/7/2016 |
|
Şaredariya Qelqeliyê di Parka Aştiyê de kargeheke "Pêjgeha Xarinên Herêmî" vekir û teslîmî jinan kir. Jina bi navê Hasret Duşun a di mala xarinê de dixebite, da zanîn ku parka ku berê wekî cihê taştê yê mêran bû, niha bi saya projeyê ji bo jinan bûye cihê kar.
|
08:32 25/7/2016 |
|
Jinên ku li ber germahiya Çukurovayê berê xwe didin zeviyan ji bo li ser piyan bimînin hemû tiştan digirin ber çavan. Jinên ku ligel zor û zehmetiyên dijîn nikarin heqdestên xwe bigirin diyar kirin ku havîn û zivistanê di zeviyan de ne.
|
10:54 24/7/2016 |
|
Piştî hewldana derbeyê OHAL'a ku hat îlankirin rastî nerazîbûnên jinên Îzmirê hat. Jinan diyar kir ku divê li hemberî OHAL'ê parastineke cewherî û xwebirêxistinkirî bê dest pê kirin.
|
09:05 24/7/2016 |
|
Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ji bo ku hêza jinê ya di nava civakê de xurt bike li taxa Îstasyonê mala jinê vekir. Li vê derê dê jin him di aliyê aboriyê de bêjin 'em jî hene' him jî dê ji berhemên heremê yên weke sabûn, berik, hunerên destan û rûnên xwezayî çêbikin.
|
09:03 24/7/2016 |
|
Parêzera OHD'ê Nuray Ozdogan der barê hewldana derbeyê de axivî û da zanîn ku divê li hemberî şer, têkoşîna aştiyê bi piştgiriya jinê bê meşandin û ev tişt got: "Tevgereke civakî ya ku têkoşîna rizgariya jinê esas negire, dê bi tu awayî demokrasiyê neyne. Îro serkeftina şoreşa Kobanê servaniya jina azad e."
|
15:45 23/7/2016 |
|
Saziyên Jinan piştî OHAL hat îlankirin û zextên li ser jinan zêde bû bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku têkoşîna li dijî darbeyan tenê bi xurtkirina demokratîkbûn, azadîbûn û aştiyê pêkan e. Saziyên jinan xwest Eninay Aştî û Demokrasiyê ava bikin.
|
09:08 23/7/2016 |
|
Piştî hewldana derbeyê li 81 bajarî 3 mehan OHAL hat îlankirin, jinên li hemberî biryara OHAL'ê derketin qadan diyar kirin ku ew dê kuçeyan neterkînin. Aktîvîsta KJA'yê Sevgî Kîşîn, bang li jinan kir û xwest di serî de jinên li metrepolan, divê hemû jin li hemberî hişmendiya serdest derkevin qadan.
|
09:04 23/7/2016 |
|
Jinên wanî piştî hewldana darbeyê ji ber rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ziman û wiha got: "Ji bo ku em ji rêbertiya xwe agahî bigirin em ê her tiştî bikin. Bila tu kes xwe nespêre tecrîdê."
|
14:57 20/7/2016 |
|
Dijberî hewldana darbeyê li ser navê Koma Jinê ya HDP'ê wekîla HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, diyar kir ku ji bo carke din darbe pêk neyên pêwiste hişmendiya mêr a serdest bê guhertin û îxtidara militarist feraseta xwe biguhere. Kerestecîoglu, anî ziman ku generalên darbekar ên hain binçavkirin divê hem ji bo sûcê li dijî kurdan û hem jî lidijî sûcê mirovahiyê bên darizandin.
|
13:40 19/7/2016 |
|
Platforma Tekoşîna Dijberî Rakişandina Jinan têkildarî 2'emîn salvegera komkujiya ku DAIŞ'ê li ser Şengalê pêk anî, li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Platformê diyar kir ku hêj 3 hezar jin di destê DAIŞ'ê de ne.
|
09:16 19/7/2016 |
|
Jinan diyar kir ku piştî hewldana derbeyê êrîşên zayendî yên li hemberî jinan gelekî zêde bûne û hat gotin ku dê ne alîgirê AKP-Qesrê û ne alîgirê derbekaran bin, hat aşkerakirin ku ew dê riya sêyemîn ava bikin.
|