15:46 09/8/2016 |
|
Koordînasyona Colemêrgê ya KJA'yê, starta kampanyaya "Ez xwedî li serokê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ku ji bo dawî li tecrîda arasteyî Ocalan bê destpêkiribû, da.
|
13:29 09/8/2016 |
|
Endamên KJA çûn serdana malbata Ekin Wan ku li navçeya Gimgimê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê hatibû teşhîrkirin.
|
11:40 08/8/2016 |
|
Endamên tîma futbolê ya duyemîn a li Amedê hat damezirandin ên Diyarbekîrsporê xebatên xwe bi lez û bez didomînin. Lîstikvanên tîme dixwazin futbolê ji spora zilaman neyê nirxandin û banga "heke dixwazin bi sporê re eleqedar bibin guh nedin kesên li der û dora wan çi dibêjin û çi dibe bila bibe li pey xeyalên xwe biçin" li jinan kirin.
|
14:07 07/8/2016 |
|
Koordînasyona KJA'yê ya Mêrsînê, piştî hewldana derbeyê der barê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da û diyar kir ku divê her kes xwedî li kampanyaya "Malbata Xwebira" ya bi şiyara "Her warek welatek e" derkeve.
|
09:12 06/8/2016 |
|
Li bostanê ku jin diçînin a bi pêşengiya Şaredariya Dersimê mehsûlên yekem hate komkirin. Sebzeyên ku ji tovên organîk tên bidestxistin li kesên ku pêdiviyan wan heye hat belavkirin.
|
14:46 05/8/2016 |
|
Li Êlihê jinên ku ji bo Amîne Demîrtaşa ku ji hêla kekê xwe ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, ragihandin ku dê şopdarê dozê bin. Her wiha jinan diyar kir ku ew dê ji bo Demîrtaş 3 rojan çalakiyan li dar bixin.
|
14:45 05/8/2016 |
|
Jin bi pêşengiya KJA'yê li ser esasê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şîara "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim" starta kampanyaya ku dê li Tirkiye û Kurdistanê 6 mehan bidome dan. Li ser navê jinan Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê, divê ev neyê jibîrkirin, her pêkanînên şaş û tehdîdên têkîldarî ewlehî û tenduristiya Ocalan zirarê dide têkîliyên gelên tirk û kurd.
|
13:18 05/8/2016 |
|
Li Behiştiyê hemşîre Esra Kaygisiz a ku hat îdiakirin ji şaneşîna malê xwe avêtiye û întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.
|
12:01 05/8/2016 |
|
Em di cîhaneke bi tije xeyalan de dijîn. Ew çiqas bi hêz in em gelekî bi hêsanî ji bîr dikin. Li Afganistanê bifikirin, tişta destpêkê tê hişê mirov şer, şidet û gelê belengaz... Welatekî ku mirov her roj bi rastiyên xwe re di nava pevçûnê de ye. Hunermenda grafîtî ya kuçeyan a yekemîn Shansîa Hassanî ji bo vê yekê biguherîne di rê de ye. Bi xêzên femînîstî û xebatên kûr ên grafîtî hemû şopên şer ên di hişên mirovan de dide ji bîr kirin.
|
10:46 05/8/2016 |
|
Li rojhilatê Kurdistanê gelek jinan, jîngehparêz û çalakvanên rojhilatî name ji rayedarên peywendîdar re şandin û nerazîbûnên xwe li hemberî qedexekirina ajotina biskelêtan ji jinan re anîn ziman, xwestin qedexe bê rakirin.
|
09:21 05/8/2016 |
|
Dayika Zubeyde Alkiş ya ku di qedexa derketina kolanan ya Nisêbînê ji mala xwe derneket û bi guleya hêzên dewletê birîndar bû, ligel birîndariya xwe ji dev ji axa xwe bernade, şahidiya berxwedana Nisêbînê dike.
|
11:10 04/8/2016 |
|
Li Êlihê ciwanê bi navê Kasim Demîrtaş, xwişka xwe ya 17 salî Amine Demirtaş bi îşkenceyê qetil kir. Piştre jî gef li welatiyên taxê xwar. Kasim û bavê xwe M.Demîrtaş, piştî hatin binçavkirin hatin girtin.
|
10:18 04/8/2016 |
|
Jinên Wanê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku divê demek ji ya din zûtir heyetek biçe Îmrailyê û ev tişt hat gotin: "Rêbertî di çi rewşê de ye ne diyar e. Ew neçar in agahiyekî bidin vî gelî."
|
16:33 02/8/2016 |
|
Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv, di 1'emîn Konfransa Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin’ê) de axivî û wiha got: "Em weke jin divê em jinan biparêzin. Divê em yek dest bin da ku em karibin li dijî hemû êrîşan bisekinin û nehêlin ku komkujiya ku li Şengalê pêk hat, dîsa dubare bibe. Ji bo wê divê em xwe ji hemû aliyan ve perwerde bikin. Divê hemû jin, hêza xwe bikin yek û rola xwe ya pêşeng bilîzin û têkoşîna xwe bilintir bikin."
|
13:30 02/8/2016 |
|
Koordînasyona Jinê ya Nisêbînê ku di nava xebatên avakirina Nisêbînê de cih digirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku jin dê bi berxwedana xwe dorpêça têlan a li ser 6 taxan xera bikin. Jinan bang li her kesî kir ku têkevin nava tevgerê.
|
10:37 01/8/2016 |
|
Jinên Rihayî yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nobeta Azadiyê digirin diyar kirin ku ji bo aştiyek mayinde divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe.
|
20:02 31/7/2016 |
|
Meclîsên jinê yên KJA, HDK û HDP'ê li dijî darbe, OHAL'ê derketin qada Kadikoyê û mîtînga "Em li dijî darbeyan azadiya xwe diparêzin" pêk anîn.
|
12:35 31/7/2016 |
|
Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê Filiz Uguz, diyar kir ku di şer de herî zêde jin dibe hedef û ev şerê li dijî jinê birdozî û polîtîk e. Uguz, anî ziman ku li dijî şerê li Tirkiye pêdivî bi yekîtiyek xurt a jinan heye.
|
09:04 31/7/2016 |
|
Şaredariya Qulpê ya Îdirê bi boney ked û hunera jinê bê dîtin, Mala Piştevanî û Hilberînê ya Jinan vekir. Jinên li vir dixebitin hem ava dikin û hem jî hev nas dikin.
|
16:04 30/7/2016 |
|
Jinên kurd, sosyalîst û femînîst dê li dijî derbeyan li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê ya Stenbolê azadiyê biqîrin. Mitînga dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdar be, dê jin bi rengên xwe di mitîngê de azadiyê biqîrin.
|