DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

09:04 12/9/2016
 
Kampanya KJA ya 100 hezar îmze didome
Koordînasyona KJA ya Stenbolê bi boneya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin, kampanya 100 hezar îmze ji CPT re bişînin dabû destpêkirin. Kampanya îmzeyan û ji bo welatiyên mexdûr jî 10 hezar doşek a KJA'yê didome.
09:12 10/9/2016
 
Xebatên Dayreya Polîtîkayên jinan hedef hat girtin
Seroka Dayreya Polîtîklayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acar hêj di bin çavan de ye, yekîneya şaredariyê di nava çend salan de di aliyê çareserkirina pirsgirêkên jinan de karên girîng kirin.
09:09 10/9/2016
 
'Têkoşîna xwe bilind bikin
Endama Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin Sanem Denîz Kural, bang li hemû jinan kir û xwest li dijî şerê Tirkiye û kuştina jinan têkoşîna xwe bilind bikin.
14:41 09/9/2016
 
Jinan CPT'yê protesto kir
Koordînasyona KJA'yê, ji aliyê CPT'yê paşguhkirina tecrîda li Îmraliyê, bi nameyan protesto kirin.
09:01 07/9/2016
 
Jin dê li dijî şer deng derxin
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di bin navê deklarasyona "10 Qada Bingehîn ên Têkoşîna Tevgera Jinê" de, dê li tevahiya bajaran bi awayekî hemwext li dijî şer deng derxe.
09:04 06/9/2016
 
Jinên Stenbolî: Hewce be em dê li Îmraliyê têkevin greva birçîbûnê
Piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê li Amedê dest pê kir, mezin dibe. Jinên li Stenbolê jî piştgirî dan çalakiyê û diyar kirin ku wekî her çalakiyê dê di vê çalakiyê de jî pêşengiyê bikin û hewce be dê li Girava Îmraliyê têkevin çalakiya greva birçîbûnê.
09:00 06/9/2016
 
Jinên çalakger: Em ji bo Rêberê xwe di grevê de ne
Jinên siyasetmedar ên bi armanca hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê ketin greva birçîbûnê destnîşan kirin ku ji ber kesê herî zêde azadiya jinê dixwaze Ocalan e ew ji bo wî ketine greva birçîbûnê.
14:29 05/9/2016
 
Ji 50 kesên ketin greva birçîbûnê 18 jin in
Ji 50 kesên ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê ketin greva birçîbûnê jê 18 jin in.
13:38 04/9/2016
 
Jinên Mêrsînî dê bi çalakiyan piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê
Çalakiya greva birçîbunê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 5'ê Îlonê de dest pê dike. Jinên Mêrsînî diyar kirin ku ew dê bi çalakiyên civakî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Amedê.
20:04 03/9/2016
 
Jinan ji Êlihê bang kirin: Têkoşîna jinên berxwedêr dê tecrîdê bişkîne
Li Êlihê li gel qedexeya walîtiyê bi hezaran jin beşdarî mîtîngê bûn û gotin: "Heta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk bê em dê çalakiyên xwe xurt bikin." Wekîla HDP'ê Besîme Gonca, diyar kir ew dê bi têkoşîna jinên berxwedêr tecrîdê bişkînin.
18:17 02/9/2016
 
'Azadiya Ocalan azadiya jinan e'
Civînên ji hêl KJA'yê ve bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi civînên gel berdewam dike.
09:09 02/9/2016
 
Jinên di zeviyên îsotan de dixebitin: Keda me tê xwarin
Karkerên jin ên li navçeya Westanê ya Wanê di zeviyên îsotan de dixebitin, bi destpêkirina rojê re heta roj diçe ava bi 35 TL'yî dixebitin. Jinan aşkera kir ku ew heqdestên xwe nagirin, ji ber germahiya havînê jî rûyên xwe dipêçin.
09:14 01/9/2016
 
'Em ê Sûrê ji AKP'ê re nehêlin'
Jinên navçeya Sûrê yên ligel dorpêç û pêkûtiyan vegeriyan kolanên xwe bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê neterikînin. Jinan diyar kirin ku jin dê Sûrê ji nû ve înşa bikin û wiha gotin: "Xeyela AKP'ê bû Sûr desteserkirin. Em ê tu caran Sûrê bernedin. Em ê mal û taxa xwe neterikînin. Em ê Sûrê wekî berê înşa bikin."
09:06 01/9/2016
 
Di 4'ê Îlonê de dê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
Jinên xebatên kampanyaya "Ez xwedî li rêberê we, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a ji aliyê KJA'yê hatiye destpêkirin didomînin banga xwedîlêderketina kampanyayê kirin û peyama "Ji bo azadiya Ocalan em ê di 4'ê Îlonê de li qadan bin" dan.
11:22 31/8/2016
 
PYD: Dewleta tirk naxwaze gelê heremê bibe îrade
Endama Rêveberiya Navendî ya PYD'ê Dîlber Yusif, diyar kir ku armanca dewleta tirk û OSO ewe ku PYD' gelê herêmê nebe xwedî îrade. Yûsif, da zanîn ku PYD partiyeke siyasî ya di nava MSD'ê de ku hemû pêkhateyên Suriyê di navê de xwedî îradeye û tu hêza wê ya leşkerî tune ye.
09:11 31/8/2016
 
‘Dixwazin destkeftiyên jinan teslîmî DAIŞ’ê bikin
Jinên Îzmirê bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya bi îdiaya li dijî DAIŞ'ê daye destpêkirin dan û diyar kirin ku TSK bi îdiaya li dijî daşê têdikoşe, lê li dijî Rojava şer daye destpêkirin. Jinan da zanîn tê xwestin destkeftiyên jinan teslîmê DAIŞ'ê bikin.
10:52 30/8/2016
 
Jinek li Amedê hat qetilkirin
Jina bi navê Çîgdem P. li Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
09:10 30/8/2016
 
Endamên KJA'yê: Em di 31'ê Tebaxê de li ber KCD'ê bin
Endamên KJA'yê têkildarî daxuyaniya bijarteyên kurd a di 31'ê Tebaxê de li ber avahiya KCD'ê pêk bînin bang li gelê Amedê kirin û xwestin her kes ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber KCD'ê kom bibin.
09:10 30/8/2016
 
Jinên Stenbolî: Ji bo Serokê xwe em ê li kolanan bin
Jinên Stenbolî li ser banga KCK'ê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Ocalan a "Bila gelê me dakevin qadan û bibin her" diyar kirin ku ew hemû dê dakevin qadan û çalakiyên xwe berdewam bikin.
09:01 28/8/2016
 
Li Geverê pêşengên avakirinê jin in
Li Geverê jinên pêşengiya berxwedanê kirîn, niha jî di avakirinê de pêşengiyê dikin. Jinên bi slogana, "Hişmendiya zilam Gever xirab kir" xebatan dimeşînin banga, "Berî zivistan bê em Geverê ava bikin" kirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN