DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

16:00 07/10/2016
 
Ji jinan ji bo CPT 20 hezar îmze
Di çarçoveya kampanaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a ku ji aliyê KJA'yê ve hatibû destpêkirin 20 hezar îmzeyên hatibûn komkirin ji CPT'yê re hatin şandin.
15:22 07/10/2016
 
'Jin piştî şer di malê de hepis kirin'
Prof. Dr. Ayşe Gul Yilgor, di panela "Di milê Aborî-Civakî de şer û jin" got ku jin di serdema şer de bi kedek erzan xebitîn û piştî şer jin şandin malên wan û di malê de hepis kirin.
09:04 07/10/2016
 
‘Bi girtina kanalan, dengê jinan hat qutkirin’
Saziyên jinan li dijî girtina TV û radyoyan bertek nîşan dan. Jinan diyar kir ku, girtina qenalên ku dengê jinan bûn boyî jinan talûkeyeke mezin e û anîn ziman ku ew ê li dijî vê têkoşîna xwe xurt bikin.
09:03 07/10/2016
 
‘Em ê bersiva êrîşan bi rêxistinbûyînê bidin’
Rojnamegerên jin ên ku kanalên wan hatin girtin, roja rojnamegeriya jinên kurd pîroz kirin û diyar kirin ku, ew jî wek her kesê bi rêxistinbûyî di hedefa êrîşên desthilatdaran de ne û gotin ew ê bi rêxistinbûyînê bersivê bidin van êrîşan.
09:01 07/10/2016
 
Jinan ji bo şirnexiyan lihêf dirûtin
Jinên Stenbolî, di çarçoveya kampanyaya “Her warek welatek” a ku ji aliyê KJA’yê ve bi armanca piştevaniya gelê Kurdistanê hat destpêkirin, ji bo şirnexiyan lihêf dirûtin.
15:28 06/10/2016
 
Gurbetellî Ersoz bû bersîva xweşikbûna jinê
Rojnameger Gurbetelî Ersos ku li Tirkiyeyê yekem Gerînendeya Weşana Giştî bû, li dijî hişmendiya mêr di qada rojnamegeriyê de hişmendiyek nû ava kir û bi gotina "Bi qasî şerê li dijî mer, ez dê ji xwe de dest pê bikim û jinê xweşik bikim" û bû bersîva bedewî, xweşikî û têkoşîna jinê.
14:07 06/10/2016
 
Şîdeta li hemberî jinê şermezar kirin
Komîsyona Jinan a TUM BEL-SEN'ê şîdeta devkî ya Serokê TUM YEREL SEN'ê yê şaxa 1'emîn ê Îzmîrê Hakan Kiran ku li hemberî endamek wan a li ESHOT'ê dixebite pêkanî şermezar kirin û diyar kirin ku êdî jin bêdeng nabin.
12:22 06/10/2016
 
Têkoşîna jinan bi ser ket!
Li Polonyayê qanûna ku kurtajê qedexe dike bi têkoşîna jinan paşde hati kişandin.
09:11 06/10/2016
 
Dewletê tundiya zilam nedît
Welatiya Sûriyê Warê H.H., ewil rastî tundiya hevserê xwe hat û piştre zarokên wê ji destê wê hatin girtin û ji malê hat qewirandin. Warê H.H. ku rastî neheqî û lêdana hevserê xwe hat, qereqola polîsan û nexweşxaneya dewletê li wê guhdar nekirin û ew berderî kirin.
09:13 05/10/2016
 
Jin çi karî nakin?
Jinên ku li nava zeviyan, fabrîqeyan, kargeriyan mal û li hemû qadên jiyanê kar dikin ked û karê wan nayê dîtin. Jinên ku ked û karê wan nayê dîtin, li dijî gotina mêr a "Ma jin çi karî dikin?" gotin "Ma jin çi karî nakin? Jin li nava zeviyan, kargeriyan, mal û her derê kar dikin" û bertekên xwe anîn ziman.
09:46 04/10/2016
 
Li Estonyayê yekemcar jinek bû Serokomar
Di dengdana li parlamentoya Estonyayê de, yekemcar jinek ji bo Serokomariyê hat hilbijartin.
11:51 02/10/2016
 
Bi îşkenceyê hevsera xwe qetil kir
Li Çorumê zilamê bi navê Volkan Ş. bi îşkenceya sistematik hevsera xwe Ozlem Yildirim qetil kir.
09:12 30/9/2016
 
KJA bi deh hezaran jînî re hat gel hev
KJA, di baregeha kampanyaya “Xwedî li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim” ya ku du meh berê dabû destpêkirin de, bi deh hezaran jinî re hevdîtin pêk anî û di van hevdîtinan de şerê li welat û tesîra wê ya li ser jinê nirxand.
09:11 30/9/2016
 
'Bazara Semtê ya Keda Jinê’ vedibe
Şaredariya Akdenîzê hewl dide ku keda jinê ya ku nayê dîtin bi pergala hevserokatiyê ji nav çar dîwaran derxe. Ji bo jin berên xwe yî ku bi derfetên xwe hildiberînin berpêş bikin û bifiroşin, “Bazara Semtê ya Keda Jinê” vedike.
09:06 29/9/2016
 
Hilberînên ji axê tên dibe çavkaniya debarê
Hilberînên ji projeya bostanan ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Dêrsimê ve ji bo jin bi axê re bigihîn hev hat çêkirin tên bidest xistin li malbatên xizan tên parvekirin û jin debara xwe pê dikin.
09:15 28/9/2016
 
Ji bo jinan 'atolye' hat vekirin
Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î ji bo îstihdamkirina jinan "Atolyeya Tekstîlê" vekir.
09:07 26/9/2016
 
'Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin'
Jinên di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Wanê xebatê dimeşînin, diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û wiha gotin: "Azadiya me girêdayî azadiya Rêberê me ye."
18:57 25/9/2016
 
Em bi berxwedanê fêrî Jineolojiyê bûn
Ji karkera jin ên berxwedêr Fethiye Kizmaz, di "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" de diyar kir ku wan têgeh û felsefeya Jîneolojiyê bi berxwedanê fêr bûn û serwext bûn.
15:50 25/9/2016
 
Jin di 'Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî' de civiyan
Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Şemsa Ozer, di "Konferansa Keda Jinê ya Navneteweyî" de diyar kir ku li Tirkiye divê keda jinê tenê di qada kedê de neyê bi sînorkirin û wiha got: "Di serdema AKP'ê de li ser daxwaza kapîtalîzmê bêtir keda jinê bê qîmet dibe û ewlehiya keda jinê namîne. Jin li her derê ji mêr bêtir kedê dide û ewlehiya keda jinê tune ye."
12:40 25/9/2016
 
Cenazeyê endama YPS-JIN Yildirim şandin Pirsûsê - HATE NÛKIRIN
Cenazeyê endama YPS-JIN Şîlan Yildirim (Ronahî Amara) a ku li Silopiya jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û malbatê cenazeyê Yildirim birin Pirsûsê.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN