DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

09:05 24/10/2016
 
ÎHD: Gardiyanan li girtîgeha Wanê îşkence li girtiya jin kirin
Alîkara Sekreterê Giştî û Berpirsyara Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul, destnîşan kir ku îşkenceya li girtîgehan roj bi roj zêde dibe û got: "Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê gardiyanên jin îşkence li gerîllaya YJA-STAR'ê Saîme Avşîn kirine."
09:04 24/10/2016
 
Banga li dijî qeyûmê em bi hevre li berxwe bidin li jinên Tirkiyeyê kirin
Hevşaredarên DBP'ê yên qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin diyar kirin ku dewletê bi qeyûman peyama "desthilatdarî zilame, qada me ye, dema li hemberî desthilatdariya zilam çalakiyek we çêbû em ê hêza xwe bişînin wir" daye jinan û wiha gotin: "Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin. Li her cihî şîdeta li dijî jinan heye, qeyûm jî darbeyeke li dijî vîna jinan. Divê em ji bi hevre li dijî vê li ber xwe bidin."
14:09 23/10/2016
 
Meclîsa Jinê ya KESK'ê: Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin
- Meclîsa Jinê ya KESK'ê daxuyand ku ew ê li dijî êrîşên sîstematîk ên dijminimatiya jinan dev ji destkeftiyên xwe berdedin têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê xurtir bikin.
09:09 23/10/2016
 
Li dijî şideta jinê kampanyayên ‘Mor Makas’ û ‘Alyazma’yê
Gerînendetiya Xizmetên Jinan û Malbatan a Şaredariya Mûratpaşayê bi kampanyayên “Alyazma” û “Mor Makasê” dixwaze li dijî şideta li hemberî jinê raweste.
15:28 22/10/2016
 
'Îro dem ne dema bêdengiyê ye'
KJA'yê bertek nîşanî binçavkirinê li Enqereyê dan û diyar kir ku îro dem ne dema bêdengî û bendê mayînê ye û banga têkoşînê li her kesî kir.
13:58 22/10/2016
 
Yuksekdag: Em li her derê ne emê li herê bin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, diyar kir ku tayînkirina qeyûman a şaredariyan darbeya li dijî vîna jinê ye û got: "Hûn bi tayînkirina qeyûna tenê di nava dîwaran de hebin. Lê em li hemû qadên jiyanê hene û em dê li her derê hebûna xwe berdewam bikin.
09:13 22/10/2016
 
'Jin dikarin her tiştî bikin'
Meryem Yakar a 50 salî ku li gel hemû zor û zehmetiyan li bazarê dezgeh daniye diyar kir ku îro ne muhtacî tu kesî ye û got: "Ez fêrî bazirganiyê jî bûm. Êdî dizanim, jin dikarin her tiştî bikin."
11:47 21/10/2016
 
Hevdîtinan jinan a KJA'yê bi Agiriyê destpê dike
Di çarçoveya kampanyaya KJA'yê ya bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" hevdîtinên jinan ên li Serhedê destpê dikin.
09:05 21/10/2016
 
Akademiya Jinan a Marksîst vedibe
Bi mebesta nîqaşkirina tundî, kedxwariya li ser jinê, xuyangiya dîroka jinê ya ku nayê dîtin û gelek mijarên din Akademiya Jinan a Marksîst vedibe.
10:49 20/10/2016
 
Êşa hevpar a jinên ji Sûriyeyê koç bûn şer e
3 jinên ji ber şerê li Sûriyeyê koç kirin û hatin li Mêrsînê bi cih bûn, jiyana wan di bin zilm û zordariyê de derbas bûye. Jiyana 3 jinên ji Suriye koçber bûne ya hevpar êş û zilma şer e. Jinên ku şer reviyan dixwazin demek berî demekê şer bi dawî bibe û dîsa vegerin warên xwe.
09:21 20/10/2016
 
Koroya Jinan a Rozayê di 3 saliya xwe de ye
Koroya Jinan a Rozayê di 3’yemîn saliya xwe de amadekariyên xwe dike, da xwe bigîne jinan.
09:11 20/10/2016
 
'Şideta zayendî wek awayekî cezakirinê tê bikaranîn’
Dildara CŞMD’ê Hîlal Esmer diyar kir ku, vegotinên siyasî bandorê li bûyerên şideta zayendî dikin û wiha got: “Di demên şer de, şideta zayendî wek awayekî cezakirinê tê bikaranîn.”
09:13 19/10/2016
 
OHAL herî zêde jiyana jinê bi sînor dike
Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sema Yuceyê Ozlem Arici got, OHAL herî zêde jiyana jinê bi sînor kiriye.
09:08 19/10/2016
 
Jin çanda Kûnsarkê jîndar dikin
Jinên gundên Rindikê û Gundê Seyda yên Colemêrgê, çanda Kûnsarkê ya ku ji aliyê jinên ermenî ve ji bo xwarina xwe ji germahiyê biparêzin dihat bikarnîn, ji nû ve jîndar dikin.
17:01 18/10/2016
 
Jinan qeyûm û girtina saziyên jinan şermezar kirin
Hevşaredarên jin ên DBP’î yên herema Amedê û xebatkarên jin ên şaredariyan li dijî tayînkirina qeyûman û girtina saziyên jinan ên di bin banê şaredariyên DBP’î şermezar kirin û li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan dan.
15:15 18/10/2016
 
Jinan ji Erdogan û Alpay re name şandin
Jinê ku endamên Halkevî ne ji bo piştevaniyê ji endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan re name şandin.
09:16 18/10/2016
 
KOM, rêya diçe aştiyê bi rêxistin dike
Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şer de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê û wiha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.”
18:10 17/10/2016
 
Li Wanê jinek hat qetilkirin
Li Wanê jina bi navê M.A., ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
16:47 17/10/2016
 
Ji bo hevdîtina jinan a li Agriyê bang hat kirin
Ji bo tevîbûna hevdîtina jinan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" li Agiriyê bang hat kirin.
09:03 17/10/2016
 
Several Ballikaya: Êdî dema guhertinê ye
Parêzer Several Ballikaya ku dê di hilbijartinên Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de bi zilaman re pêşbaziyê bike, diyar kir ku bi temsîlyeta wekhev dê nêrîna tekparêz û zîhniyeta zilam a sertest hilweşînin, li baroyê serdemek nû bidin destpêkirin û wiha got: "Êdî dema guhertinê ye."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN