12:37 18/7/2016 |
|
Kordînasyona Jinan a Nisêbînê ji bo pirsgirêkên jinan ên di êrîşan de derketin holê û ji nû ve avakirina Nisêbînê dest bi xebatan kir. Kordînasyonê diyar kir ku ew dê li ser milê jinan û ciwanan xebatên xwe bikin û bang li jinan kir ku li dijî polîtîkayên dewletê zayendî tevlî xebata ji nû ve avakirinê bibin.
|
08:52 16/7/2016 |
|
Jinên ku barê jiyanê hilgirtine ji gundên Cizîr, Hezex û Şirnexê fêkî û mastê ku bi keda destên xwe çêdikin li sûka sezbe ya Cizîrê difiroşin û bi vî awayî piştgiriyê didin aboriya mala xwe.
|
09:56 15/7/2016 |
|
Şervana YPS-JIN'ê Dîlber Dogan gîtara xwe ya bi zehmetî standî di mala xwe de hişt û berê xwe da nava berxwedana Nisêbînê û tevlî şehîdên tekoşîna azadiyê bû. Dayika Dogan, Fehîme Dogan, anî ziman ku dewletê zarokên wan şewitand, qetil kirin, lê ew cenazeyan zarokên xwe dixwazin.
|
18:09 14/7/2016 |
|
Li Sêrtê di depoya avê ya kevin de cenazeyê aîdî jineke ku nasnameya wê nediyar hat dîtin.
|
09:11 14/7/2016 |
|
Parlamenterên jin ên HDP'î li hemberî gotinên Serokwezîr Bînalî Yidirim ê "nexweşxane ewqas şîrîn bûne ku welatî ji bo zewacê diçin beşên lezgîn ên nexweşxaneyan" nerazîbûn nîşandan û li dijî ferseta AKP'ê banga rêxistinbûnê li jinan kirin.
|
14:11 13/7/2016 |
|
Berdevaka Koordînasyona KJA'yê Ayla Akat Ata di civîna Komusyona Siyasî ya KJA'yê de axivî û diyar kir ku dewlet dixwaze bi gel bide bawerkirin, eger sîstema serokatiyê neyê dê qeyran xwe bide der, lê pirsgirêk sereke pirsgirêka kurd e û dê ew wek jinên KJA'yî pespektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê bisepînin û wiha got: "Em dê li hemberî hişmendiya tarî ya mêrê serdest, azadiyê bigirin û armanca me ya bingehîn azadiya Ocalan û statuya wî ye."
|
09:08 13/7/2016 |
|
Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi boneya bibin qerîna dayika Rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter Kerime Kulter pirsa Hurşît kirin û gotin "Ez dayika Hurşit Kulter im. Kurê min li ku ye?"
|
15:38 11/7/2016 |
|
Endamên Meclîsa Jinan a HDP'a Îskenderûnê ên li dijî gefxwarinên mirinê yên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel bertekên xwe dan der û dest nîşan kirin ku ew dê li hemberî van gefên di şexsê Tûncel de bo hemû jinan tên xwrain serî tewînin.
|
14:43 11/7/2016 |
|
Hevgirên KJA'yê yên Mêrsînê, li dijî gefxwarinên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel bertekên xwe dan der û diyar kirin ku di şexsê Tûncel de gefên ku bo jinên di bin banê HDP, DBP û KJA'yê de siyasetê dimeşînîn tên xwarin, dê tu carî wan netirsîne û dê serî li ber van gefan netewînin.
|
16:33 09/7/2016 |
|
Ji bo Rapora Komîsyona Hevduberdanê ya AKP'ê şermezar bikin li Hatayê panelek hat lidarxistin, Wekîla HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu di panelê de axivî û diyar kir ku tenê riyeke li hemberî êrîşên AKP'ê heye ew jî berxwedan e.
|
14:54 09/7/2016 |
|
Kesê bi navê F. G. yê ku li hemberî zarokekî êrîşa zayendî pêk anî û bi gefan xwest bi jinan re têkilî dayen, ji hêla komek jin ve hat teşhîrkirin.
|
14:47 08/7/2016 |
|
Hevseroka Gitî ya DBP'ê Sebahat Tuncel maşîna wê li Şirnexê ji hêla polîsan ve hatibû rawestandin û gefa kuştinê li Tuncel hatibû xwarin. Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekî êrîş şermezar kir.
|
09:11 06/7/2016 |
|
Navenda Piştevaniya Jinê ya Îştar a Mêrsînê û Hewldana Psikologan a Mezopotamyayê bi boneya pirsgirêkên jinên koçber tespît bikin û çareser bikin dest bi kampanya hevdîtinan kirin. Di kampanya 2 mehan de bi 300 malbatan re hevditin kirin û bi 500 jinan re rû bi rû hatin cem hev.
|
09:11 05/7/2016 |
|
Daxuyaniyên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim ku dixwazin erka mahrê bide mixtarên gund û taxan, fikara ku rê li pêş zewaca zarokan veke pêş xist.
|
09:06 05/7/2016 |
|
Jinên karkerên malê ku keda wan tê xwarin, wekî karker nayên dîtin û hemû heq û hiqûqa qan tê binpêkirin. Endama Sendikaya Karkerên Malê yê ÎMECE ya Antalyayê Munire Înal, diyar kir ku jinên karkerên malê ji hemû mafê xwe bêpar in.
|
09:08 04/7/2016 |
|
Gerîllaya YJA-STAR’ê Gulsum Akinci li dijî zilma dewletê berê xwe çiya û tev li PKK’ê bû. Gulsul di şerê li Colemêrgê yê 1’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Gulsum Akinci Şîrîn Akinci diyar kir ku keça wê tev li PKK’ê bû û çîroka azadiyê ya jinê nivîsand.
|
09:03 04/7/2016 |
|
Jinên ku ji bo aboriya alternatîf zend û bendên xwe badan di bin banê komuna EKOJIN'ê de xwe rêxistin kirin û niha koperatîf ava kirin. Jinên ku hilberînên xwe bi Koperatîfa Jinê ya DEMETER'ê ve kirin fermî di dikana vekirin de dest bi firotinê kirin, ligel zehmetiyên ku dijîn diyar kirin ku bi keda xwe ve hewl didin sîstemeke nû biafirînin û wiha gotin: "Em di nava mekanîzmayeke bê navber xwe diguherîne de ne."
|
09:05 03/7/2016 |
|
Jnessa Kober a di heyeta Konferansa Jinan a Cihanê ya hate Amedê de cih digirt bal kişand li ser tiştên ku li Kurdistanê dîtine wiha got: "Li vir em hîn bûn ku mirovên sivîl bi awayete hovane hatine kuştin, gelê kurd jî di bin pêkûtiyeke cidî de ye. Em vê rastiyê di lêkolînên xwe yên li vir de dikarin bibînin." Kober têkîldarî têkoşîna jinên kurd de jî diyar kir ku jinên kurd gelek nirx li têkoşîna jinên cihanê zêde kirine.
|
16:38 02/7/2016 |
|
Li Kepezê mêrê bi navê S.S yê ku ew û hevjîna xwe ji hev qetiyan, bi hinceta dê pê re biaxife gazî wê dike û bi tivingê, dayika 3 zarokan a bi navê O.S'yê qetil kir.
|
12:49 02/7/2016 |
|
Heyeta Konferansa Jinan a Cihanê ya hat Amedê çû serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak.
|