DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

09:02 28/5/2016
 
'Em xwedî li berxwedana jinan derdikevin'
Kampanyaya jinên tirkiyeyî ya bi navê "Li dijî şer jin bihev rene" li dijî şerê li Kurdistanê dane destpêkirin xurtir dibe. Ji pêşengên kampanyayê Hatîce Kapusuz, diyar kir ku jin tenê mexdûrê şer nînin di heman demê de li ber xwe didin û wiha got: "Em xwedî li vî berxwedana jinan derdekivin."
09:58 26/5/2016
 
Aras: Şoreşa Rojava vîna jinê derxist pêş
Rêvebera Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, der barê têkoşîna jina kurd a di nava berxwedana Rojava û Bakur de diyar kir ku şoreşa li herêmê peş dike hêz, vîn û jixwebaweriya jina kurd derdixe holê. Aras, da zanîn ku ev xweşikbûn, jiyana komun, zanebûn, pêşengî û hêza jinê, ji hêza xwe ji tekoşîna 40 salan digire û pêşengiya Jina kurd dê li hemû cîhanê bibe mînak.
09:22 26/5/2016
 
'Rapor zewacên zarokan rewa dike'
Hiqûqnasên li Mêrsînê diyar kirin ku rapora Komîsyona Lêkolînkirina Hevberdanê ya AKP'ê di meclîsê de ava kiriye, amade kir dê zewacên bi zorê û zewacên zarokan zêdetir bike û û wiha gotin: "Li gorî vê raporê dewlet êdî di hundirê malê de heta di odeya razanê de ye. Rapora ku bi zimanê mêr hatiye nivîsandin zewacên zarokan rewa dike."
09:15 26/5/2016
 
Berxwedana li dijî tacizê 2 meh derbas kir
Du karkerên jin ên ku li kargeha ku di tê de dixebitîn ji ber ku li dijî kedxwarî û tacizê xwe rêxistin kirin ji kar hatin avêtin ev 61 roj in li ber kargehê berxwedana xwe didomînin. Jinên ku li ber xwe didin diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
11:01 25/5/2016
 
Jinan Wezîra nû hişyar kir: Em destûrê nadin feraseta AKP'ê bi ser bikeve
Nûnerên rêxistinên Jinan ên Stenbolî Wezîra nû ya Polîtikayên Civakî û Malbatî Fatma Betul Sayan Kaya hişyar kir û xwest ne wekî ya berê be. Jinan xwest bi hişmendiya mêr û feraseta AKP'ê tev negere û gotin: "Zêde hevîya me ji te tune. Ger ku bixwaze wekî ya din be jî em dê destûr nedin vê yekê."
09:12 24/5/2016
 
Dixwazin girtiyan jin li girtîgeha Tarsûsê şûtî tazî bikin
Girtiyên jin yên Girtigeha Tîpa C ya Tarsusê ji aliyê rêveberya girtîgehê ve rastî zextên dij ahlaqî tên. Prz. Ozgur Çaglar ku bi girtiyên jin re hevdîtin kir, diyar kir ku Rêveberiya Girtîgeha Tarsûsê zorê li girtiyên jin dike ku xwe şût û tazî bikin. Çaglar, da zanin ku li girtîgehê li dijî mafên mirovan lêgerîn tê kirin û sûcekî mezin tê kirin.
10:46 23/5/2016
 
Jinên Agiriyê dest avêtin çandiniya xwezayî
Hevşaredara Agiriyê û encumenên jin ên şaredariyê dê çandiniya xwezayî bikin.
09:11 23/5/2016
 
'Heta ji dewletê hesab nepirsim ez ê nemirim'
Dayika Vesîle Eren a li dijî zilm û zora dewletê li ber xwe dide di nava emrê xwe yê 72 salan de jî weke ku dîroka berxwedana Kurdistanê parastiye. Eren ji bo ku bîranîna kurê xwe Reşît Eren ê di komkujiya Girêçolyayê winda kir bide jiyandin, li neviyê xwe kir, lê neviyê wê jî li Sîlopiyê di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin. Dayika berxwedêr li dijî êrîşên dewletê sekna xwe wiha anî ziman: "Dive dewlet hesabê bide min, heta ez dimirim jî ji dewletê gilîdar im. Heta ez ji dewletê hebas nepirsim ez ê nemirim."
10:28 22/5/2016
 
Li hemberî êrîşên zayendî parastina cewherî divê
Jinên Ciwan Demokratîk û Azad, bang li jinên ciwan kir ku li hemberî êrîşên zayendî parastina xwe ya cewherî mezin bikin.
09:07 22/5/2016
 
Hebûna xwe ve jî bi çûyîna xwe ve jî tabu xira kir
Gerîlaya YJA-STAR'ê Ayşenur Kiliç li herêmeke muhafazakar hate dinê lê bi sekna xwe ya destur neda eciqandina jinê û bi berxwedêriya xwe ve wekî mînak hate nîşandan. Kiliç a ku gerîlaya herêma ku hate dinê bû bi 4 hevrêyên xwe ve li çoltera Sasonê jiyana xwe ji dest da. Lê pey xwe tabûyên ku neşikand jî nehişt.
09:43 21/5/2016
 
'Jinên kurd dê hesabê Remziyeyê bipirsin'
Jinan diyar kirin ku der barê qetilkirina Remziye Bor a ducaniye 7 mehî bû û ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin, piştî 28 rojan jî jiyana xwe ji dest da de tu lêpirsîn nehatiye vekirin û kujer dest û piyên xwe ba dikin û li kolanan digerin. Jinan anîn ziman ku jinên kurd dê vê yekê ji bîr nekin û hesabê qatlîamê bipirsin.
09:42 21/5/2016
 
Piştevaniya Mor êdî li Stenbolê ye
Piştevaniya Mor a li Antakya û Edeneyê bi awayekî çalak xebatan dike û pirsgirêkên karkerên jin ên li fabrîqe, tekstil, mal û plazayan dixebitin bi ruhê şêwirmendiya jinê çarareser dike, her wiha li dijî feraseta mêrê serdest têdikoşe, li Stenbolê jî hat avakirin. Berdevka Piştevaniya Mor Cemile Çakmak, xwest ji bo pergala mêrên serdest xera bikin hemû di bin baneyê Piştevaniya Mor de kom bibin.
09:41 21/5/2016
 
‘Bêdengiya li hemberî tacîzkaran tacizê sor dike'
Karker Zuhal Guneş a li kargeriyê rastî tacîzê hat û 84 rojan çalakî pêk anî, çalakiya wê bi ser ket. Guneş, anî ziman ku her jin di nava civakê de bi tacîz û tacîzkaran re rû bi rû ye û wiha got: "Gelek kesên rastî tacîzê tên bêdengiyê tercîh dikin, Lê ez bêdeng nemam. Her ku bêdengî zîde be ew qas tacîz û tecawiz jî zêde ye. Çareseriya li hemberî tacîz û tacîzkaran qêrîn û qêrîn e. Divê her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin."
14:52 20/5/2016
 
Jinan banga 'Li Vîna xwe xwedî derkeve' kir
Hevparên KJA yên Rihayê li dijî hewldana "Darbeyê" bang li her kesî kirin ku li vina xwe xwedeî derkevn.
09:46 20/5/2016
 
'Ev rapor îstismarê rewa dike'
Nerazîbûnên li dijî rapora ku Komîsyona Lêkolînkirina Parastina Yekîtiya Malbatê ya Meclîsê didome, tê gotin ku bi raporê ve tê xwestin ku berxwedana jinan a hezar salan bê têkbirin û wiha hate gotin: "Ev rapor tecawiza ku DAIŞ li Rojava li dijî zaroka 5 salî pêk tîne bi destê AKP'ê ve hewl didin ku li Tirkiyeyê rewa bikin."
11:25 18/5/2016
 
‘Li hemberî êrîşên zayendî dengê xwe bilind bike'
Li Wanê starta xebatên ku dê bi dirûşmeya "Li hemberî êrîşên zayendî dengê xwe bilind bike" were meşandin hate dayîn.
09:20 18/5/2016
 
Sîpçîk: Gelên aştîxwaz dê bi ser kevin
Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk a ku girtiye bal kişand li ser konsepta şer a li Kuristanê û operasyonên qirkirina siyasî wiha got: "Ya ku bi ser keve dê gelê kurd ê evîndarê azadiyê ye û gelên ku aştiyê dixwazin in."
13:19 16/5/2016
 
Jin pevre ne!
Jinên ku ji bo piştevaniya jinên li Kurdistanê ji mexdûr bûne û balê bikişînin li ser şer ketin nava hewldanan kampanyaya "Li dijî şer û şîdetê jin pevre ne" dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku heta 1'ê Îlonê bidome de dê çalakiyên nobetê, çûyîna Kurdistanê û kampanyayên alîkariyê bên kirin.
12:10 16/5/2016
 
Ji Bêrîvan heta Asya têkoşîna jinê ya li Cizîrê
Li navçeya Cizîrê ku berxwedana jinê bi Bêrîvanê de gihîşt têkoşîna azadiyê û bû yek, Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ala berxwedanê dewr girt û bû yek ji sembolên berxwedana xwerêveberiyê. Hevalên wê yên têkoşînê diyar kirin ku Yuksel a ku dayik bû ji bo hemû zarokên Kurdistanê tevlî têkoşînê bûye û ew ê têkoşînê li cihê ku wê hişştiye dewr bigirin û ji bo vê yekê bi bîryar in.
09:19 16/5/2016
 
Mala ku ji bo daweta birayê xwe amade kir bû 'jêrzemîna wehşetê'
Hatîce Dayan a li taxa Cûdî ya Cizîrê di dema êrîşên qirkirinê de bi êrîşên herî dijwar re rû bi rû mabû dijî. Dayan diyar kir ku mala ku birayê wê ji bo dawetê amade kiriye weke "jêrzemîna yekemîn" di hişan de maye. Dayan a ku li gel lingên xwe yên seqet li taxê di nava avahiyên ku hatine xirabkirin de disekine wiha got: "Em ê weke jin birînên Cizîrê ji nûve bipêçin û baş bikin."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN