DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

09:07 29/4/2016
 
'Dadgeh bêtir mexdûr dike'
Li Sêrtê di meheke dawîn de 7 jinan serî li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfînê da. Psîkolog Şazîye Sevilgen destnîşan kir ku dozên hatine vekirin ji bo jinan hatiye asta tehdê û got ku mihkeme mexdûriyetan dirêj dike.
10:33 23/4/2016
 
Li Sûrê kordînasyona jinê hate avakirin
Bi pêşengiya Navenda Jinê ya Amîda û Akademiya Jinê ji bo lêkolînkirina travamaya tu tê jiyîn û dermankirinê Kordînasyona Jinê ya Sûrê hate avakirin. Civaknas Ezgî Yalçin li hemberî xirikarina Sûrê bi gotina "Hûn dikarin cihê ku heyî tune bikin lê nikarin tiştên ku mirovan jiyankirine tune bikin" nerazîbûn nîşan da.
10:26 20/4/2016
 
Ji jinan banga xurtkirina hevgirtina bi Hezexê re
Li Hezexê pêşengiya xebatên hevgirtinê û ji nû ve avakirinê di pêşengiya jinan de dimeşe. Jinên ku ji Enqere û Stenbolê hatin navçeyê bang li raya giştî kirin ku hevgirtinê mezin bikin.
09:43 19/4/2016
 
Têkoşîna jinê li gundan deng dide
Ekîba Gundan ya Gerok ku ji 3 kesan pêk tê û di bin banê Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan a Şarerdariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, heta niha li 50 gundî geriya, bi jinan re der barê mijarên wekî zayendî, siyasî û civakî de pirsgirêk hatine nîqaş kirin . Perwerdevanên ekîbê diyar kirin ku bi vê xebatê têkoşîna jinan li gundan deng dide.
09:09 16/4/2016
 
Keda jinê reng dide civakê
BÎKAD-KOOP ku li Wanê ji 2004'an heta niha xizmeta hilberîna zexîreyên organîk dide civakê, niha jî di bin baneyê EKO-JIN de berhemên çandinî û sewalkariyê digîne civakê.
09:18 15/4/2016
 
Jin li MorFest'ê dicivin
Jinên li Stenbolê ji bo xwedî li jiyanê derkevin bi dirûşma "Ev jiyan a me ye" roja Yekşemê di çalakiya MorFest de dicivin. Dildara MorFest'ê Çagla Akdere got ku "Em ji bo ku bi hevgirtina jinê hebûna xwe biparêzin kom dibihn" û banga tevlîbûna festivalê li hemû jinan kir.
11:48 14/4/2016
 
Meclîsa Jina a HDP'ê: Em gotinên Altan Tan napejirînin
Meclîsa Jinan a HDP'ê derbareyê gotinên Parlementerê HDP'ê Altan Tan ên têkildarî pêkanînên îstîsmara zayendî yên li Weqfa Ensarê bertekên xwe dan der û got, "Em gotinên Altan Tanê ku li hemberî şerê mêran, wek mêrekî bê paxav namîne napejirînin."
09:15 14/4/2016
 
'Me bi EKOJIN'ê re şoreş pêk anî'
Jinên ku ji bo aboriya alternatîf xebatan dimeşînin xwe bi komuna EKOJIN'ê bi rê ve dibin û bi rêya Kooperatîfa Jinê ya DEMETER'ê dest bi firotina berhemên ku çandine dikin. Jinên ku armanca wan zindîbûna jiyana komun e dibêjin: 'Her şoreş bi pêngavên biçûk dest pê dike. Me jî bi vî awayî dest pê kir û şoreşa zîhnî pêk anî."
09:05 13/4/2016
 
Bi jinan rengê bazarê guherî
Li Agiriyê Bazara Bajêr a Jinan ku bi pêşengiya şaredariyê hat avakirin û hilberînên organîk tên firotin hem keda jinan derdixe pêş hem jî alternatîfek mezin derdixe pêşberî jinan. Jina bi navê Ebru Eker ku yek ji pêşengên vî karî bû destnîşan kir ku dê bi vê bazarê re gelek jin ji malên xwe derkevin û di nav hilberîna komunal de cih bigirin.
09:37 11/4/2016
 
Jin li gundên qedexe jiyanê bi rengên biharê şîn dikin
Jinên ku li gundên Çelê ya ku di çarçoveya rêveberiya awarte de bi sedan qadên sivîl lê dijîn hatiye qedexekirin jiyana xwe didomînin, di bin siya qedexeyan de hewl didin jiyana xwe bidomînin, bi hatina biharê re jî jiyana gund bi destê jinan ve şîn dibe.
09:11 11/4/2016
 
KJA: Dewlet çiqas hilweşîne em ê Kurdistanê ji nû ve înya bikin
KJA ya ku ji bo ji nû ve înşakirina bajarên ku ji aliyê AKP û Qesrê ve hatine xirakirin bi şîara "Em ê bi xwerêveberiyên Cizîr û Nisêbînê Sûrên jiyanê ji nû ve bihûnin" kampanya dane destpêkirin bi gotina "Hêzên dewletê çiqas xira bikin em ê Kurdistanê ji nû ve înşa bikin" banga tevlîbûna pêvojoya înşayê kir.
09:08 10/4/2016
 
Parastina cewherî ya rêxistinkirî şert e!
Jinên ku ji bo parastina cewherî terzekî nû ya çalakiyê pêş xistin bal kişandin li ser parastina cewherî ya rêxistinkirî.
15:34 09/4/2016
 
KJA: Em bêdeng nebûn û bêdeng nabin
Jin di pênengiya KJA'yê de li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bûn û li dijî polîtîkayên AKP'ê yên tacîz, tecawîz û îstismara zayendî ya li hemberî jinan çalaki pêk anîn.
18:23 08/4/2016
 
Em ê bi hêşmendiya xwe li hemberî desthilatdariyê derin
Jinên ku ji bo meşa ji aliyê KJA'yê ve bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinê tê lidarxistin bangawazî kirin ev tişt gotin: "Me zilma Tansû Çîller û Kenan Evren dît. Hêşmendiya me heye û em ê wekî berê li hemberî desthilatdariyê derin."
09:03 08/4/2016
 
'Jina ku di damezrandina AKP'ê de cih girt nebû pêşeng'
Selma Korogluya ku endamê Mala Ramanê ya Stenbolê ye diyar kir ku ligel AKP bi keda jinên mexdûrê 28'ê sibatê hatiye damezrandin jî niha tenê di vîtrînê de maye. Koroglu anî ziman ku AKP'ê di damezrandina xwe de soza azadiyê daye û wiha got: "Hin akademîsyenên ku mora xwe avêtine danezana aştiyê di demên borî de alikariya AKP'ê kiribûn. Jinên di damezrandina AKP'ê de cih digirtin niha tenê di vîtrînên AKP'ê de mane û nabûne pêşeng."
13:40 05/4/2016
 
Jin dê li dijî polîtîkayên AKP'ê bimeşin
Kordînasyona KJA'yê ya Amedê girtina Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Hafîze Îpek şermezar kir. Jinan bang li hemû jinan kirin û xwestin tevlî meşa ku dê di 9'ê nîsanê de li dar bixin bibin.
09:16 04/4/2016
 
Rojevîn: Xwedawendek evîndarê berxwedanê, newayek ji bo Serokatiyê
Şervana YPS-Jin Evîndar Kiliçarslan (Rojevîn Garzan) a ku ji ber evîna xwe ya berxwedanê berê xwe dabû Geverê bi gotinên "Eger rojek ez nemir bibim, dema hun behsa min bikin bêjin 'Rojevîn, xwedawendek evîndarê berxwedanê, newayek ji bo Serokatiyê" peyvên xwe li rûpelên dîrokê nivîsî û di 18'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Rojevîn bi stranên berxwedanê û bi hişyariya "Xew mirin e" her dem banga têkoşînê kir û herî dawî jî bi stranek azadiyê xatir xwest û dengê xwe berda gerdûnê.
13:29 02/4/2016
 
Yuksekdag: Parastina cewherî mafê jinê yê rewa ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksedag diyar kir ku parastina cewherî ya jinan a li hemberî polîtîkayên şîdetê pêk anîn mafekî rewa ye û wiha got: "Parastina cewherî ya li hemberî destê dirêjî rûmeta jinê dibe mafek e. Parastina Cewherî mafekî rewa yê hêzên ciwakî û jinan e."
09:06 02/4/2016
 
Ji jinên YPJ'î peyama Rojbûna Ocalan
Li Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ ên di eniya pêş de şer dikin ku sazûmankariya YPJ'ê di roja 4'ê nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de îlan kirin, rojbûna Ocalan pîroz kirin. Şervanan gotin "Em bi saya nêzîkatiya Serokatiyê ya jinê û felsefeya wî em ketin ferqa hêza jinê. Em bi saya wî ku nirxê daye me îro em di eniya pêş de dikarin cihê xwe bigirin."
16:18 01/4/2016
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Xurtikirina berxwedanê berpirsyariya me ye
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca di civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê de axivî diyar kir ku gelek jin birîndar bûne, hatine qetilkirin û wiha axivî: "Di her qadê jiyanê de xurtkirin û pêşxistina têkoşînê wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê berpirsyarike me ye."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN