10:28 15/3/2016 |
|
Jinên kurd ên ku beşdarî 2'yemîn Kongreya Jinan a Cihanê bûne tecrubeyên xwe bi jinên cihanê re parve dikin.
|
09:20 13/3/2016 |
|
inên wanî cilên xwe yên neteweyî yên kesk û sor û zer ve amadekariya Newrazo dê 19'ê Adarê de bê pîrozkirin dikin. Cilên neteweyî jî camekanên firoşgehan xemilandin.
|
09:18 13/3/2016 |
|
Asya Altun a li Tarsusê dijî ev 15 sal in tenûran çêdike û bi vî rengî hem alîkariyê dide debara malbata xwe hem jî çandexwe dide jiyandin.
|
11:40 12/3/2016 |
|
Li Şirnexê ku bi mehan e êrîşên qirkirinê berdewam dike jinan diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên tehcîrê li ber xwe bidin û bi gotina "Em ê tax û zarokên xwe nehêlin. Mala pîrê xweştir e ji mala Mîrî" bi biryarbûna xwe anîn ziman.
|
15:08 11/3/2016 |
|
Komîsyona Jinan a TGC’ê ji bo rê li ber zimanê zayendîparêz a medyayê were girtin, rênîşa nûçeyan amade kir.
|
09:08 11/3/2016 |
|
Rêvebera Yekitiya Rêveberiyên Herêmî a DBP'ê Şehzade Kurt derbarê 5 hevşaredarên ku li Wanê hatin girtin nirxand û diyar kir ku dewlet bi jinên kurd ên pêşengitiyê dikin ditirse û bi girtin û binçavkirina jî dixwaze bandoreke derûnî pêk bîne.
|
15:48 10/3/2016 |
|
Komîsyona Jinê ya ÎHD a Amedê bi 17 jinên ku li stargehên li bajar dimînin re hevdîtin pêk anî û "Di rapora xwe ya rewşa jinên li stargehên Amedê dimînin de" bal kişandin li ser şîdet û pêkûtiya ku vegerin li mala xwe ya şîdetê dibînin.
|
14:58 10/3/2016 |
|
Navenda Şewirmendiya Jinê Sosin a Geverê qetilkirina du jinan li gundê Xalane şermezar kir û hate daxuyandin ku qetilkirina jinan di 8'ê Adarê de jî nîşan dide ku hîşmendiya şîdetê ya zilam tu rojan naguhere.
|
09:25 09/3/2016 |
|
Xebatkarên Navenda Çand û Hunera Rihayê û hevparên KJA'yê yên Rihayê 8'ê Adarê pîroz kirin.
|
09:09 09/3/2016 |
|
Bazara Keda Jinê ku projeya hevpar a Şaredariya Rêya Armûşê û DAKA’yê ye ji bo keda jinê xuya bike û jin bibin xwedî kar derfetên mezin bi xwe re tîne û saziyên jinan ên di projeyê de cih digirin bang li jinên Wanî kirin ku xwedî li keda xwe derkevin.
|
09:06 09/3/2016 |
|
Aktîvîsta Mafên Mirovan parêzer Eren Keskîn bal kişand ser rewşa jinên penaber ên li Dîlokê di kampên AFAD’ê de dimînin û got ku jinên penaber bi çavdêriya dewletê ber bi fihuşê ve tê kişandin. Keskîn destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Ewropa di nav suceke mezin de ye û wiha got: “Li hember peymanên navneteweyî ya ku xwe morkirine tevdigerin. Tenê ji bo ku penaber necin erdnîgariya wan pere didin Tirkiyeyê û mexduriyeta jinan bala tu dewletî jî nakişîne.”
|
17:46 08/3/2016 |
|
Li Wanê di baregeha çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, jinan gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan a li Gimgimê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û bedena wê hat teşhîrkirin, li ser gora wê serdana wê kirin û qurnefîl danîn ser gorê.
|
16:01 08/3/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a di mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê de axivî û wiha got: "Em li ser piyan in, jinan tu caran serê xwe netewandin û dê netewînin jî. Li dijî zilma ku wan daniyê pêşiya me heta mu em negihîjin menzîla berxwedanê em ê nesekinin ji ber ku soza ku me daye heye. Soza me ji jinan re, Sêvê, Pakîze û Fatma û Dayika Taybet re heye. Soza me ji hevala me ya li Cizîrê bedena wê fedî nekirin û teşhîrkirin re heye. Soza me misogeriya serkeftinê ye."
|
15:22 08/3/2016 |
|
Şervanên YPS Jinê li qadên azad ên navçeya Nisêbînê 8'ê Adarê bi merasima leşkerî pîroz kirin. Jinan li pişt barîkatan bang li hemû jinan kir û xwestin li dijî bedenên ku hedef tên nîşandan refê xwe li pişt barîkatan di nava berxwedanê de cih bigirin.
|
15:14 08/3/2016 |
|
Bi hezaran jinên ku li gelek navendan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê daketin qadan û diyar kirin ku ew ê ligel qedexe, astengî û êrîşan li dijî feraseta desthilatdar li malê, qadan li hemû qadên jiyanê berxwedana xwe xurt bikin.
|
14:35 08/3/2016 |
|
Bi hezaran jinên Rojava yên li kontonên Efrîn, Cizîr û Kobanê kom bûn 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin. Jinan bi cilên xwe yên herêmî qad xemilandin û Berxwedana Rêveberiyên Cewherî yên Kurdistana Bakur silav kirin. Li aliyê din ji 7 navendên Kantona Cizîrê jin kom bûn û meşiyan sînorê Bakurê Kurdistanê.
|
13:52 08/3/2016 |
|
Mîtînga fînala 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel hemû astengî û qedexeyên polîsan bi coşek mezin didome. Jin ji 4 aliyên Amedê herikîn qada mîtîngê û dengê xwe bilind kirin. Jinan bi silogan û newayan dengê berxwedan û raperînê li Amedê bilind kirin.
|
11:07 08/3/2016 |
|
Bi hezaran jinên ji bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê yên Rojava ji bo ku tevlî mitînga 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bibin, li gundê Endîwerê yê li ser sînorê Cizîra Botanê kom bûn.
|
10:21 08/3/2016 |
|
Li Amedê jinên ku ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li ber KCD'ê kom bûn li bendê bûn ku biçin qadê lê polîsan bi hinceta ku "li qadê bombe heye" cihê mîtîngê dorpêç kirin. Polîs bi hinceta lêgerîna qadê heye nehêlin jin li Qada 5'ê Hezîranê kom bibin.
|
09:02 08/3/2016 |
|
Jinên kurd ku li Kurdistana Rojava bi tecrûbeyên têkoşîna 40 salan ji şoreşê re pêşengî kirin, di sedsala 21'emîn de mejiyê zilamê serdest di şexsê çeteyên DAIŞ'ê de perçe kir. Jinên kurd bi têkoşîna xwe ya li Rojava ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re li dijî tariyê bûn hêviya ronahiyê. Jinên YPJ'yî bi Silavan re bûn deng û bi Arîn re bûn agirê azadiyê.
|