13:59 30/10/2015 |
|
Helbestkarê kurd Arjen Arî di sêyemîn salvegera wefata xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ser gora xwe hate bibîranîn
|
09:13 29/10/2015 |
|
Belgefîlma “Nû Jîn” ku berxwedana şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê berxwe didan li Agiriyê hat nîşandan.
|
09:07 28/10/2015 |
|
Komeleya Çand û Hûnerê a Rihayê dest bi xebatên xwe yê rihekî komunal didin meşandin kir. Şagirtên ku tevlî qursan dibin bang li ciwanan kirin ku tevlî qursan û jiyana komunal bibin kir.
|
13:55 27/10/2015 |
|
Navenda Çanda Mizgîn û Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê ji bo serdema 4'emîn a perwerdehiya şanoyê dest bi qeydan kir û qeydên şanoyê dê 10'ê mijdarê bi dawî bibe.
|
17:59 25/10/2015 |
|
Li Cizîrê di çarçoveya xebatên rêveberiya cewherî de li gelek taxan atolyeyên resîm, muzîk, şano û xebatên hunerê hatin destpêkirin. Li taxa cûdî ya Cizîrê jî bi tevlêbûna deh hezaran konser hat lidarxistin.
|
09:18 23/10/2015 |
|
Şanoya "Nexweşê Nexweşiyê" ya ku, ji aliye Navenda Çand û Hunera Rihayê ve hat organîzekirin rastî eleqeyeke mezin a şanohezan hat.
|
09:44 22/10/2015 |
|
Pirtûka bi navê "Gelê ku li dijî fermanan li ber xwe didin Êzidî" ya ji aliyê rojnameger Mazlum Ozdemîr ve hate nivîsandin ji bo kesên ku ji dîrokê heta niha li dijî qatlîaman têkoşîna hebûnê dane û li ber xwe dane pirtûkekî agahiyên girîng dide ye.
|
11:37 18/10/2015 |
|
3'yemîn Rojên Wêneyan ên Amedê ku ev 3 roje tên pêşandan, bi giştî 320 wêneyên gelek wêneyên balkêş ên ku ji Kobanê heta Êrîvanê, ji Şengalê heta kolanên Amedê hatine kişandin derdikevin pêşberî hunerhezan.
|
09:11 17/10/2015 |
|
Keleha Kolîkê ya dîrokî ku li gelek şaristaniyan re malovanî kiriye ev 10 sal in li benda restorekirinê ye. Keleha ku di bin navê restorekirinê de ji bo şirketên taybet bûye cihê rantê û her tim dest diguherîne lê ligel vê yekê jî tiştek nayê kirin.
|
09:10 09/10/2015 |
|
Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a Colemêrgê bi şîara "Em bi hunerê re ber bi heqîqetê ve dimeşin' qursên teatro, govend, erbane, tembûr, gîtar û bilûrê didin. Kursên tên dayîn dê 7 mehan bidome û 400 ciwan dê sûdê jê wergirin.
|
09:05 01/10/2015 |
|
Li Cîzra ku li dijî terora hikûmeta şer a AKP’ê bi rojan li ber xwe da Komuna Çandê ya ji 140 komunên li navçeyê hatiye avakirin e saziyên çandê yên li navçeyê jî di nav de cih girtin. Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê êdî dê bi riya komunan çanda kurdan bide jiyîn û belav bike.
|
11:02 29/9/2015 |
|
NÇM û HDP di 11'ê cotmehê de bi şîara "Bi HDP'ê re silav ji jiyana nû re" li Bazara Gel a Bakirkoyê ya Stenbolê konserê li dar dixe. Hunermendê NÇM'ê Genin Îldan diyar kir ku armanca konserê di aliyê aboriyê de alîkariyê bidin xebatên hilbijartinê û ev tişt anî ziman: "Ji bo înşakirina civakî tu jî tuxleyekê lê zêde bike."
|
09:02 27/9/2015 |
|
9’emîn Mîhrîcana Sahafan li Tepebaşî bi xwendekarên pirtûkan re tên cem hev. Li Tirkiyeya ku radeya xwendinê pir kêm e sahaf bi gotina “li welatê koran em eynikan difiroşin” rewşe pênase dikin.
|
09:10 26/9/2015 |
|
Vakfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV), dê di bernameya 14'emîn Fîlmekîmî ya di 3-11'ê Cotmehê de pêk bê 48 fîlmên xurt û balkêş pêşkeşî sînemahezên Stenbolê bike.
|
13:44 24/9/2015 |
|
Hunermendên jin ên NÇM'ê dê bu hunera xwe piştgirî bidin Cizîr û Surê ku berxwedana gel berdewam dike.
|
09:29 21/9/2015 |
|
Navenda Çanda Mezopotama ya Stenbolê (NÇM) dest bi qeydên xwe yên îsal kirin. Qeyd dê heta 20 cotmehê bidome. Xebatkarê NÇM'ê Ferît Elalmiş, şerê bi destê AKP'ê li Kurdîstanê tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Em ê bi stran, muzîk û bi hûnera xwe li hemberî van polîtîkayên qirêj li berxwe bidin. Em ê ji bo zorakên li Kurdîstanê tên qetilkirin hûnera xwe bikin."
|
09:05 03/9/2015 |
|
Kurê hunermendê kurd ê Rojavayî Cemîl Horo diyar kir ku bavê jî ji ber staranên digotin ji Suriyeyê sirgûnî Tirkiyeyê hat kirin û pişt re ji wir jî sirgûnî Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Horo anî ziman ku bavê wî bi Eyşe Şan, Arîf Sax û Kemal Urgun re derket ser dikê û stran gotin. Horo da zanîn ku bavê wî ji ber staranên gotin rastî îşkenceya rejîma Baasê û dewlet tirk hat.
|
09:06 02/9/2015 |
|
Wênesazên li Kurdistanê ji şer bi bandor dibin herî zêde di berhemên xwe de agir, darbest, gule û xwîn tê dîtin. Wênesaz Ramazan Îlten di tabolaya ku 34 kesên di Qatlîama Roboskê de jiyana xwe ji dest dan her yek ji wan şibandiye çirûskekî agir û tereziya edaletê ya AKP'ê jî wekî "destên tarî" û guleyan" nîşan dide.
|
09:02 01/9/2015 |
|
Endama Koroya Gel a ji Derya Reş Kubra Kirimi, diyar kir ku di koroyê de bi pirzimanî stranan dibêjin û wiha got: "Ji ber ku huner xizmeta hemû civakê dike, pira navbera hemû gelan e û gelan bi hev dikelîne.
|
09:05 29/8/2015 |
|
Girtiyê siyasî Kadrî Sonmez ê ku cezayê muabetê girtî wêneyên bi boyaxê li Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê çêkirin balê dikşînin.
|