10:13 17/4/2016 |
|
Koma Mûzîkê ya Danuk li Atholyeya JÎ ya Hunrê konser da.
|
17:31 16/4/2016 |
|
Projeya bi navê "Ji Bo Bîranîn û Fêmkirinê Li Bajêr Binhêre" li 10 bajaran bi beşdariya 24 ciwanan hat amadekirin. Pêşengeha Amed 2016 li Sumerparkê bi hunerhezan re vekirî ye.
|
09:06 14/4/2016 |
|
Dengbêj Ehmedê Xî ku di bin banê Mala Dengbêjan a Êlihê de xebatên çandê dike, 20 sal in bi klamên dengbêjiyê di nav civakê de ye. Xî ku civak û dengbêjiyê girêdayî hev dibîne destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewletê yên li ser civaka kurd nikare dengê xwe bigîne civakê.
|
10:02 06/4/2016 |
|
Ji aliyê Kovara Guney Kultur Sanat û Edebiyatê belgefîlma "Hunermendê Gel Şervanê Gel Yilmaz Guney" ya ku hatibû amadekirin, galaya wê pêk hat.
|
09:00 05/4/2016 |
|
Xebatkarê Navenda Çandê ya Semayê Avşîn Aslan diyar kir ku her çend di demên dawî de tên hedefgirtin û rastî pêkûtiyan tên jî dê ji bo afirandina jiyaneke azad xebatên çanda azad bidomînin.
|
09:18 04/4/2016 |
|
Li Bismilê xwendekarên zanîngehê û xwendevanên wêjeya kurdî bi navê "Rojbihêrkên Wêjeyê" dest bi lidarxistina çalakiyên wêjeya kurdî kirin. Çalakiya vê heftê bi mijara "Serboriya Qonaxên Helbesta Kurdî" bi beşdarbûna helbestvanê kurd Berken Bereh hat li darxistin. Bereh, li ser serboriya helbesta kurdî û di helbestê de bîra neteweyî rawestiya û got, "Dema em li dîroka xwe vedigerin, em dibînin ku helbesta kurdî ji helbesta îngilîz, elman, faris û ereban ne qelstir û lawaztir e."
|
16:03 02/4/2016 |
|
Fîlmamed cara 4’emîn li Amedê, bi perspektîfa “Jiyana azad, hunera şoreşger”, bi fîlmên berxwedanê dertê pêşberî gel. Mihrîcana Belgefîlma Fîlmamedê diyarî têkoşerê berxwedana Cizirê Îslam Balikesîr kir.
|
09:06 01/4/2016 |
|
Karîkaturîst Halîl Încesu anî ziman ku dema dest bi xêzkirina karîkaturan kiriye tu car nehatiye bîra wî ku dê êşê xêz bike û got "Min digot qey ezê tim qerf û henekan xêz bikim. Lê wisa lê nehat. Di vê cîhana ku ewqas êş tê jiyin de ez çawa dikarim şadbûnê xêz bikim."
|
09:45 30/3/2016 |
|
Berhema Shakespeare ya "Bûn An jî Nebûn" li Wanê hate pêşandan.
|
09:03 28/3/2016 |
|
Koma Jinê ya Xemr-î Mor bi strana "Hêza Jin" giyana jinên ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Gevere pêşengiya berxwedana rêveberiya cewherî dikin kiriye newa û pêşkeşî guhdaran kiriye.
|
11:16 18/3/2016 |
|
6'emîn hêjmara Kovara Roza ya li Enqereyê ji aliyê xwendekarên zanîngehê û girtiyên siyasî ve bi awayekî kolektîf tê amadekirin hat komkirin.
|
09:12 17/3/2016 |
|
Pirtûka çîrokên rasteqîn, ya rojnamevan Yaşar Aksu ya bi navê Xelweta Kalbûnê ji Weşanên J&J derket. Aksu yê ku jibilî karê xwe yê rojnamevaniyê bi wêjeya cîhanê û bi teybetî jî ji ber ku bi salan zimanê wî yê dayikê hatî qedexe kirin, ji wêjeya kurdî pir hezdike û alaqedar dibe diyar kir ku ew ê dahatên pirtûkê ji heremên xwerêveberiyê re bişîne.
|
13:26 11/3/2016 |
|
Xêzkarê almanî Kostas Koûfogîorgos, gotinên hevjîna Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Emîne Erdogan ên "A rast herem bo jinan dibistanek e" kir mijara karîkaturê. Her wiha xêzkarê almanî nivîsa karîkaturê jî bi tirkî nivîsand.
|
09:04 09/3/2016 |
|
Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe bandoreke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Şêxo 27 sal berê ji nava hunermendên kurd koçkir, lê hunera wî hêj di nava rengên çanda kurdî de geş dibe.
|
09:07 07/3/2016 |
|
Weşanxaneya Aramê ku di salên dawî de bi pirtûkên ku çap dike eleqeyeke mezin a xwendevanan dibine di demên dawî de jî 7 pirtûk çap kirin.
|
09:09 05/3/2016 |
|
Strana hunermendê NÇM'ê Argêş Akan a ku li ser berxwedana Cizîrê hate çêkirin, rastî eleqeyek mezin tê.
|
09:06 02/3/2016 |
|
Navenda Konservatûara Aram Tîgran a Amedê ji bo serdemek nû dest bi kursên hunerî dike. Serlêdana qeydên kursan ji 25’ê sibatê dest pê kir û dê heta 25’ê adarê berdewam bike.
|
09:04 29/2/2016 |
|
(DÎHA) Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) îsal 6’emîn Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehîmî Hekarî pêk tîne. Hevgerînendeyê Şanoya Bajar Ruknettîn Gun têkildarî pêşbaziyê û rewşa serlêdanan axivî.
|
09:42 27/2/2016 |
|
Li Êlihê lîstika bi navê “Lênûska bîranînên dînekî” ya ku ji aliyê derhener Miheme Porgebol û bi alîkariya Şanoya Araf bi kurdî hate amadekirin, galaya ewil ji temaşevanan re hate pêşandan.
|
09:24 25/2/2016 |
|
Hejmara 9'emîn a kovara Roja ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ve tê amadekirin derket. Di vê hejmarê de kovar bi taybet têkiliya jin û hunerê dikole.
|