DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

14:11 03/5/2016
 
Xelatên 6'emîn Pêşbirka Ebdurrehîm Rehmî Hekarî hatin dayîn
Di 6'emîn Pêşbirka Şanonivîsiya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî de ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, sê lîstikên ketin dereceyê xelat wergirtin. Li gel vê promiyera lîstîka "Bûn An Jî Nebûn" jî pêk hat.
09:16 03/5/2016
 
'Li şûna xwîn û kuştinê, ez hezkirinê derdixim pêş'
Wêjeya kurdî di demên dawî de, her çiqas kêm be jî hêdî hêdî em dibînin ku di warê edeba zarokan de jî hin pêl xwe didin der û berhem der diçin. Ji van berhemdara yek jê jî Berfîn Ayşe Oguta 24 salî ye ku di temenekî ciwan de bala xwe her daye vê edebê. Di vî warî de kêliyekê be jî me bi Ogut re, derbareyê vê edeba xweşhal û berhemên wê de kurtesohbetek kir û got, "Ez di berhemê xwe de li şûna şer û pevçûnê, hevkarî û alîkariyê derdixim pêş. Li şûna xwîn û kuştinê, ez hezkirinê derdixim pêş."
22:46 02/5/2016
 
Listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ hat pêşandan
Li Amedê listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ hat pêşandan û xelatên pêşbirka teksta şanoya kurdî hatin dayin.
14:56 02/5/2016
 
Xelata Mihrîcana Jinê ya Navneteweyî dan Lisa Çalan
19'emîn Mihrîcana Fîlman a Jinê ya Navneteweyî ya Uçan Supurge dê di navbera 5-12'ê Gulanê de pêk bê. Dê di Mihrîcana bi navê "Hezkirin çibû?" de xelatê bidin derhêner Lîsa Çalan ku di komkujiya 5'êHezîranê ya li Amedê de 2 piyên xwe winda kirin.
14:07 02/5/2016
 
Mihrîcana Şanoyê rastî eleqeyek mezin tê
7'emîn Mihrîcana Şano ku ji aliyê Şaredariya Êlihê bi şîara "Bi cewherê berxwedêr ber bi şanoya civakî ve" di 28'ê Nîsanê de dest pê kir, di roja 4'emîn de bi coş û eleqeyek mezin didome.
09:03 29/4/2016
 
Çîrokên 'veşarî' li benda çapkirinê ne
Li Agiriyê nivîskar Nihat Oner ku ev 8 sal in gund bi gund, bajar bi bajar digere heya niha nêzîkê 100 çîrokên devkî ku heya niha nayê zanîn berhev kirin. Oner ê di nav şertên zehmet de vê karê da meşandin got ku gelek çîrokên kurdewar ji aliyê dewletên serdest ve hatine şêlandin û bang li weşanxaneyan kir da ku ji bo çapkirina van çîrokan jê re bibin alîkar.
11:50 28/4/2016
 
Pirtûka Ocalan a 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' wergerî îspanyolî kirin
Pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" ku ji 5 cîldan pêk tê wergerî îspanyolî kirin.
09:10 28/4/2016
 
Weşanxaneyên Kurd: Emê li hemberî tarîtiyê xebatên xwe bidomînin
Di Fuara Pirtûkan a Wanê de welatî bi taybet berê xwe didin weşanxaneyên Kurdî û berhemên wan. Weşanxaneyên Kurdî ku ji eleqeya gel razî ne balê kişandin ser zext û qedexeyan û peyama "Her çiqas rewşa ku em îro di nav de ne tarî be jî emê xebatên xwe bidomînin" dan.
16:12 26/4/2016
 
Rojên Şano li Êlihê dest pê dike
Şaredariya Êlihê di 28'ê Nisanê de dest bi 7'emîn mihrîcana şano ya bi şîara "Bi cewherekî berxwedêr ber bi şanoya civakî" dike.
13:55 26/4/2016
 
Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî di 7'ê Gulanê de dest pê dike
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), îsal duyemîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî di navbera 7-15'ê Gulanê de pêk tîne.
10:24 25/4/2016
 
Pirtûkhezên Wanî: Em li gel Weşanxaneya Aram in
Li Wanê polîs li pey e ku Fuara Pirtûkan a ku gelê Wanê eleqeyek baş nîşan bide provoke bike û ev cara duyemîn e ku bi ser standa Weşanxaneya Aramê de digirin û dest datînin ser bi sedan pirtûkan. Xebatkarên weşanxaneyê diyar kirin ku ewê li gel hemû zextan jî pirtûkên xwe bigihînin gel û welatî jî bi peyama "Em li gel Weşanxaneya Aram in" piştgiriya xwe anin ziman.
09:59 25/4/2016
 
Mihrîcana Fîlma Karkeran dest pê dike
11'emîn Mihrîcana Fîlmê Karkeran a Navneteweyî dê di navbera 1-8'ê gulanê de pêk bê. Mihrîcana Fîlman dê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Amed û Wêranşarê bi temaşevanên xwe re bê cem hev. Mihricana ku bi temaya “Li dijî hovîtiyê çîrokên hêviyê" hatiye amadekirin dê 60 film bên temaşekirin.
09:08 25/4/2016
 
Danûk, rengê xwe ji jiyan, çiya û deştê digire
Koma muzîkê Danûk ku navê xwe ji xwarina herêmî ya kurdan digire, amadekariya albumek nû dikin. Koma Danûk ku ji ciwanên Rojava û 2 ciwanên bakur bi giştî ji 4 ciwanên muzîsyen digire, dê, stranên xwe di rengê genim û jiyanê de bistrên.
09:19 23/4/2016
 
Fîlmê piştî kuştinê hat kişandin
Derhênera ciwan Gulten Taranç, bi fîlma dirêj a bi navê "Min xwe bi baranê bişuştaya" balê dikişîne ser komkujiya jinê û jiyana jinê ya piştî komkujî û bê tundî vedibêje. Di çîrokê de jiyana zaroka 15 salî Gamze û hêrsa wê ya li hemberî bê çaresetiyê û tenêbûnê vedibêje.
13:20 22/4/2016
 
Berhemên dîrokê bê xwedî man
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê berhemên dîrokî ji ber bê xwedî mane wêran dibin.
09:10 21/4/2016
 
Nivîskarên jin çîrokên koçberiyê berhevkirin
Komeleya Nivîskarên Jin bi projeya çîrokên koçberiyê ya bi navê "Jinên Koçber", di 21'emîn Fuara Pirtûkan de bi xwendekaran re hatin gel hev.
09:14 20/4/2016
 
Li Îzmîrê rawestgeha yekem; Weşanxaneya Aram
Weşanxaneya Aramê ligel ku li Kirşehîrê pirtûkên wan hatin desteserkirin jî di 21'emîn Fuara Îzmîrê de xwe gihand xwendevanan. Parsatinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û romanên gerîlayan vedibêjin herî zêde eleqe dibînin.
13:12 19/4/2016
 
Ji serlêdanên Fîlmamedê re 6 roj man
Li Amedê dê di navbera 24-29'ê Gulanê de bi dirûşma "Her der bexwedan, her der sînema" Mihrîcana Belgefîlman bê li darxistin. Ji serlêdanen bo mihrîcanê re 6 roj man.
09:08 18/4/2016
 
Dixwaze bi xêza hunerê bibe qerîna gelan
Resam Harûn Bayhan, bi xêz û boyaxa ku li ser tuwalên xwe çê dike armanc dike ku bibe deng û hawara êşa gelan. Beyhan, diyar kir ku heta niha komkujiya Roboskê, kuştina zarokan û rojnamegerên hatin qetilkirin li ser tualên xwe xêz kir û wiha got: "Ez niha jî dixwazin êşên piştî dorpêça li ser Kurdistanê derketiye holê xêz bikim. Ji bo ez wîcdanê mirovahiyê tev rakim xêz dikim."
19:00 17/4/2016
 
'Kurdistan helbesta berxwedanê ye'
Helbestvan Berken Bereh di panela helbestên kurdî ya ji hêla KURD-DER'a Sêrtê ve hat li darxistin de axivî û diyar kir ku li cihê çek, mirin û dagirkerî hebe, dê tu qîmeta peyvê nemîne û ev tişt got: "Ez dizanim helbest ne nan û ne jî çek e. Lê em hêstên xwe bi hev re parve bikin, Kurdistan helbesta berxwedanê ye."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN