DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

19:51 21/5/2016
 
'Feraset a dewletê neguherî'
Li pêşangeha pirtûkan arasteyî pirtûka rojnameger Cengiz Mûmay a bi navê "Ne Çok Terorîst Vûrûlmûş" bi moderatoriya rojnameger Celal Baslangiç, li Tirkiyeyê mirina sivîlan û bêsezayîtî hat guftûgokirin. Başlangiç anî ziman ku di avakirina komarê de feraset neguherî û nirxandina "Di 1925'an çawa bû, niha jî wisa ye. Bo vê bi heman pêkanînan tu encama nayê wergirtin" kir. Mûmay jî wiha got: "Li gel îşkence û lêdanan, bi darê zorê xwarina pîsîtiyê, niha jî bi top û obusan avahî kirine hedef. Di vê heyama zilm û zoriyê de bo me hemûyan ez daxwaza hêviyê dikim."
18:53 21/5/2016
 
Xelatên Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî hat dayîn
Li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê merasîma xelatê ya 3'yemîn Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî hat lidarxistin.
15:29 21/5/2016
 
Fûara Pirtûkan a Amedê eleqeyeke mezin dibine
Fûara Pirtûkan a Amedê di roja 5'emîn de bi standên weşanxaneyan û panelên tên dayîn ve eleqeyeke mezin dibîne.
09:41 21/5/2016
 
Wêjeya devkî bi nivîsê nemir dike
Li Manîsayê şivan Yakup Meşe, ku li stran û destanên kurdî guhdar dike, hemûyan dinivîse û wan nemir dike. Meşe, çîroka Xezala Mendol Axa û pirtûkên Azadî, Gulizer, Destana Çemé Çetelé, Laşé Béseri, Xezala Mendol Axa nivîsand.
09:17 21/5/2016
 
‘Ey Felek ew şi’re ku bi tarîxa hemî şoreşa ve girêdayiye’ - GOTUBÊJ
Yek ji mêvanê 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê hozanêt şi’r û strana ‘Ey Felek’ Dr. Bedirxan Sindî ye ku ji Duhokê bi hestiyariya helbestê da rê hat Amedê, da ew hestiyarî bibe yekpare û ev xak careke din pêrgî ‘Ey Felek’an nebe. Di vê baregehê de me jî xwest kêliyekê be jî bi vî hozanvanêt ku pêrgî gelek bobelat û şikestinan hatiye sohbetekê bikin.
14:51 20/5/2016
 
Duyemîn romana kurdî li fûarê ye
Duyemîn romana kurdiya kurmancî "Kurdêd Elegezê" ya ji aliyê Erebê Şemo ve bi tîpên kirilî hatibû nivîsandin û heta niha nehatibû latînîzekirin, bi alfabeya latînî ya kurdî li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ye.
13:04 20/5/2016
 
Pirtûkên gerîlla li Fuarê rastî eleqeyek mezin tên
Pirtûkên gerîlla yên li Fuara Pirtukan a Amedê ku ji Weşana Aramê hatine çapkirin rastî eleqeyek mezin tên.
09:36 19/5/2016
 
Huseynî: Ne êş be tu tiş nikare helbestê biafirîne - GOTUBÊJ
Helbesteke Ehmed Huseynî ya derbirînî heye. Ev helbest ji aliyê zimên, awa û gencîneya xwe yî peyvî bi avakirin û hêmaya xwe nemaze êş û azarên takekesî û bi giştî jî di takekekesiyê de yên civatekê li xwe barkirine. Ji ber vê yekê jî me xwest em bi xwedanê vê helbesta ku bûye xemxurê civata xwe û bi hêmayên xwe alaya Kurdistanê hêl dike guftûgoyekê bikin.
09:16 19/5/2016
 
Handan Îpekçî: Şer dibe sedema veqetîna civakê
Derhêner Handan Îpekçî ya ku bi fîlma "Zilamê Mezin Evîna Biçûk" têkîldarî pirsgirêka kurd berhemeke hunerî ya bi bandor afirandibû, li ser şerê dawî ya li Kurdistanê axivî û ev tişt got: "Li erdnîgariyek ku her roj mirov dimirin tu kes nikare behsa pevgirtinê bike. Berevajê vê em dikarin behsa veqetînê bikin û ev veqetîn ne ji xêrê re ye."
09:12 19/5/2016
 
'Ez ji bo xewnên ku hatî kuştin bêzar im'
Peykertiraşê kurd Seywan Seîdiyan piştî jiyana xwe ya hunerî ya 20 salan li Amedê atolyeya xwe ya hunerî vekir, ji ber qedexe û dorpêçan ev 6 meh in nikare biçe kargeha xwe ya li taxa Xançepek a Sûrê. Seîdiyan bi tiliyên xwe hesinê nerm dike bi hemû diltenikiya xwe ji bo Sûrê wiha axivî: "Ez ji bo tiştên xwe bêzar nabim. Ez ji bo zarok û mirovên ku jiyana xwe ji dest dayî bêzar im. Ez ji bo xewnên zarokan ên hatî kuştin bêzar im."
13:36 18/5/2016
 
Ji bo Sûr û Cizîrê standa pirtûkan
Li 2’yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê, bo gelê Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê standa pirtûkan a piştevaniyê hat avakirin.
13:59 17/5/2016
 
2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir
Li Amedê 2'yemîn Fûara Pirtûkan bi dirûşmeya "Azadî" dest pê kir.
16:33 16/5/2016
 
Amadekariyên fûarê bi dawî bûn
Li Sûmer Parkê amadekariyên 2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê bî dawî bûn.
09:13 16/5/2016
 
Koma Jinên Sûrê dê bibin dengê Sûrê
Xabatkarên jin ên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ji bo bibin bersiva şerê dewletê 'Koma Jinê Sûrê' avakirin. Koma Jinên Sûrê ji bo bibin bersiva polîtîkayên qirkirinê bi govanda berxwedêr dibin bersiv. Jinên ku di Koma jinên Sûrê de cih digirin diyarkirin ku ew ji bo bersivekê bidin şerê li Sûrê wan ev kom avakiriye.
11:07 15/5/2016
 
Konsera dawî ya NÇM'ê ji ber qedexê jî hat li darxistin
Di çarçoveya 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê de, dê konsera dawî bihata li darxistin. Piştî konser ji hêla Midûryeta Ewlehiyê û Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin, duh êvarê hat li darxisitn. Bi sedan kesên beşdarî konserê bûn, biryara qedexeyê şermezar kirin.
09:06 15/5/2016
 
'Hawar helwesteke antî-kolonyal e' - HEVPEYVÎN (II)
Beriya niha bi 84 salan, di 15'ê Gulanê de di pêşengiya Celadet Alî Bedirxan de bi navê Hawarê, li hemberî hemû pergalên serdestiyî di nav rûpelan de, bi deng û rengê civaka kurdî dibistaneke neteweyî hat avakirin û bi vê dibistanê re, lêgerîna tiştên winda, şikestî û nedîtî destpêkir û gelek guherîn bi xwe re anîn. Hin ji wan guherînan jî guherînin di warê ziman û wêjeya kurdî de ne. Boneya 15'ê Gulanê rojbûna Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî, em bi nivîskar û rewşenbîr Dilawer Zeraq re axivîn.
14:15 14/5/2016
 
Amadekariyên fûarê didomin
Li Sumer Parkê bi awayekî bênavber amadekariyên 2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê didomin.
09:08 14/5/2016
 
Ji bo Nisêbînê zêmar nivîsand
Navçeya Nisêbînê ku 2 meh in di bin êrîşan de ye berxwedana endamên YPS û YPS-JIN'ê bû mijara zêmar û newayan. Halîme Ozel (70) a li taxa berxwedanê bi neviyên xwe ve dimîne bi zêmara "Nisêbîna Rengîn" ve berxwedanê vedibêjê.
09:04 14/5/2016
 
Saziyên kurdan: Ji bo kurdî em ji dewletê tiştekî hêvî nekin
Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan diyar kir ku divê rewşa kurdî û gelê kurd ji hev cuda neyê destgirtin û wiha axivî: "Kurd êdî statuyekî dixwazin. Gavên ku dewletê davêje pêdiviyên kurdan bi cih nayne têrê nake. Divê tu kes li dewletê tiştekî Hêvî neke. Çi bikin em ê bixwe bikin." Xebatkarê NÇM'ê Koçber tarhan jî wiha got: "Em kurdî di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Heta divê em xewnên xwe jî bi kurdî bimînin. Bila hemû kes bi kurdî bijîn, bi kurdî razên, bi kurdî bikenin û bi kurdî hunerê çêbikin."
10:56 13/5/2016
 
Medreseya Axtepeyê û xusûsiyetên kurdayetiyê
Medreseyên li Kurdistanê di warê olî, perwerdehî, civakî û siyasiyî de bi rol û mîsyona xwe tesîrek zêde li ser civakê kirine. Yek ji wan medreseyan jî Medreseya Axtepeyê yan jî bi navê xwe yî din Medreseya Nûranî ye. Neviyê axtepiyan nivîskar û rojnameger Fehîm Işik diyar kir ku ji dewra muderîsiya Şêx Evdirehmanê Axtepî heta bidawîbûna tedrîsta wê jî, Medreseya Axtepeyê pêşketina civata kurdî, girîngiya zimanê kurdî esas girtiye.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN