DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

09:04 03/6/2016
 
Dîsa dengê dîrokê ji nava Sûrê bilind bû
Mala Dengbêjan a di "qedexeya derketina kolanan" de bûbû hedefa êrîşên hêzên dewletê û hatibû raxandin, ji nûve hat avakirin û dîsa dengê dengbêjan ku ji dîroka Kurdistanê tê ji nava Sûrê bilind bû. Endamê Rêveberiya Navneda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û Mala Dengbêjan Ahmet Yilmaz diyar kir ku dê her dengbêjek bûyî şahidê berxwedana li bajar û navçeyên Kurdistanê, bistirin û vê berxwedanê jî bikin nav pelên dîroka.
09:06 02/6/2016
 
Koma Bênasname dibe dengê hemû nasnameyan
Koma muzîkê ya Bênasname, li kolanan bi star û muzîka xwe yên pir zimanî ziman û çanda nasnameyan diparezin. Kom bi kurdî, tirkî, erebî, gurçî stranan distrên û li gel astengiyên polîsan kolanan terk nakin. Endamên komê diyar kirin ku li gel zextên polîsan dê tu carî kolanan terk nekin.
09:15 01/6/2016
 
Xeyala Dewrêş xeyala me hemûyan...
Senaryonivîs û derhêner Omer Şahîn ê Destanê Dewrêşê Ewdê bi navê "Xeyala Dewrêş" yekem car e weke şano çêkir diyar kir ku destan ji ber ku dişibe roja me ya îro şano û wiha got: "Wekî ku tê zanîn Dewrêş di dîroka kurdan de cihê xwe girtiye. Ev xeyala ku hemû kes di bin baneke azad de di nava aştiyê de bijî ne. Li gorî min xeyala Dewrêş ev bû. Me jî konsepta lîstî li ser vê înşa kir. Xeyala Dewrêş xeyala me hamûyan."
09:10 01/6/2016
 
Fîlmeke ku jiyana jinan a kolektîf vedibêje: Koma Dam
Pêşengeha bi navê "Ji Bo Bîranînê û Fêmkirinê li Bajêr Mêzke", piştî li Stenbol û Amedê li Îzmirê jî hat pêşandan. Kurtefîlma bi navê Koma Dam a ku li ser pêşengehê balê dikişîne, li ser avahiyeke bê plan a li Êlihê hatiye kişandin û jiyana jinên a alternatîf vedibêje.
09:36 31/5/2016
 
Lêgerîna 22 salan a edaletê
Belgesela der barê jiyana Îlhan Samî Çomak ê 22 salin girtî ye û di şop û lêgerina edalete de ye hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin tê. Sibê rûniştina doza Çomak tê dîtin û fîlm lêgerîna Çomak a edaletê ya 22 salan vedibêje.
10:40 29/5/2016
 
Koma muzîkê Womank li Wanê derket ser dikê
Koma muzîkê ya Ermenî Womank, li Navenda Çandê ya Nuda konser da û bi gelê Wanê re hat cem hev.
21:11 28/5/2016
 
Li Amedê pêşengehek cuda
Li Amed pêşengehek enstalasyon û 5 berhemên vîdeoyê hate vekirin.
10:04 28/5/2016
 
Ji Fîlmamedê kolajek gotinî: Dîlbûyîn qamçiyê azadiyê ye
Yek ji armanca belgefîlman jî, ji her aliyî ve daxilbûn û dîtina mirovî, bi her awayî veguhastin û parvekirina rasteqîniyê û bi vê re veguherandina cîhaneke bextewar û pak e. Ku di vî warî de Isabel Allende dibêje, bi navê mirinê tiştek tune ye, lê belê dema em wan mirovan ji bîr bikin, ewçax ew dimirin. Îjar ji bo ew mirov an civak neyên ji bîr kirin gelek belgefîlm tên çêkirin û li gelek cihan li gor derfetan tên pêşandan. Yek ji van cihan jî 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ye. Li vê mihrîcanê me ji çend belgefîlman, da neyên jibîrkirin û nemirin ji gotina kolajek amade kir.
16:50 27/5/2016
 
'Hinara Li Kevir Ketî' li Fîlmamedê ye
Li 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê pêşandana belgefîlman didome. Ji wan fîlman yek jê jî "Hinara Li Kevir Ketî" ye.
12:57 27/5/2016
 
‘Em mecbûr in hev fêm bikin, lew rizgarî jihevfêmkirin e’ - GOTUBÊJ
Qadên huner û siyasetê bivê nevê têkildarî liv û tevgerên civakiyî ne. Bi vê munasebetê li 4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê me bi hunermend Omer Akbaş, Sertaç Yildiz û Çîgdem Mazlûm ên derhênerên belgefîlmên “Bêhna Dawî” û “Şandevan: Îlhan Samî Çomak” de hem derbareyê belgefîlmên wan û hem jî derbareyê Mîhrîcana Fîlmamed û kêliyekê be jî barê ku sînemaya belgeyî hildigire sohbet kir.
17:10 26/5/2016
 
Belgefîlma 'Sara' rastî eleqeyeke mezin hat
Belgefîlma "Sara" la ku jiyana Sakîne Cansiz vedibêje di 4'emîn Mîhrîcana FîlmAmedê de hate pêşandan û rastî eleqeyeke mezin hat.
13:57 25/5/2016
 
Li Fîlmamedê îro dê 12 belgefîlm bên pêşandan
Li 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê, îro dê bi giştî 17 belgefîlm bên pêşandan.
09:48 25/5/2016
 
Fîlmamed di roja 2'yemîn de bi belgefîlmên cuda didome
4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlamedê ya bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" bi pêşandana belgefîlman û çalakiyên sînemayî didome.
09:08 25/5/2016
 
Di înşaetan de çanda dengbêjiyê dide jiyandin
Li Manîsayê welatiyê bi navê Nurettin Çelik ê 25 sal ewil ji Mûşê koç kir, çanda dengbêjiyê di nav şertên zehmet de li înşaatan dide berdewamkirin. Çelîk li aliyekî xerca betonê li aliyê din jî stranên Şakiro distirê.
22:50 24/5/2016
 
Belgefîlma 'Banga Roj'ê bi coş hat temaşekirin
Belgefîlma 'Banga Roj' destpêka 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ji aliyê bi sedan kesî ve bi coş û baldarî hat temaşekirin.
11:36 24/5/2016
 
Fîlmamed bi 'Banga Roj' dest pê dike
4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê bi têmaya "Berxwedanê" îro saet di 18.00'an de li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê dest pê dike.
09:02 24/5/2016
 
'Huner li ku be ronahî li wir e'
Li Mêrsînê 5 ciwanên Kurdistanî yên bi navê "Waweylî" komeke mûzîkê ava kirin, li hemberî zextên li ser kolanan bi dirûşmeya "Huner li ku be ronahî li wir e" bi zimanê hemû gelan stranên xwe pêşkeş dikin.
13:57 23/5/2016
 
4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê dest pê dike
4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlamedê bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" dê di 24'ê gulanê de li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê bê lidarxistin.
09:08 22/5/2016
 
Fûara Pirtûkan a Amedê cuda ye!
Di Fûara Pirtûkan a Amedê ku pirtûkhez gelek eleqe nîşan didin, weşanxane jî kêfxweş in. Berpirsyarê Firotinê ya Weşanên Îthakiyê Barnas Aşar diyar kir ku xwe di cihaneke cuda de dîtine, li gorî fûara Îzmîrê li Amedê atmosfereke cuda heye. Ji Weşanxaneya Aramê Denîz Babîr jî diyar kir ku ligel astengkirinan cihê xwe di fûarê de girtine û ji xeta xwe ya weşanê tawîz nedane.
09:01 22/5/2016
 
Ekoleke wenda: Tîrêj
Helbesta Kovara Tîrêjê li gor egerên xwe di wêjeya kurdî de ew helbest e ku li ser dsasekî zexm reh daye. Lê ji ber konjuktura wê demê, wek ekolekê an jî taradîsyonekê nehatiye zanîn. Piştî salan helbestkar û lêkolîner Îrfan Amîda li ser helbesta Tîrêjê xebateke hûr û kûr kir û bo raya kurdî da der ku 'Tîrêj' bi tena serê xwe ekol an jî tradîsyonek e û bo lêkolîna xwe wiha got: “Helbesta Tîrêjê helwesteke dekonyalî ye û li gor estetîka marksîzmê dirûv girtî ye. Ji ber vê yekê jî ew hîmên hevpar ên kovarê wê dike tradîsyonek, dike ekolek.”

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN