DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

09:08 18/7/2016
 
Tama çîroka xweza û mirov bi zimanê gerîla cuda ye
Nivîskar Denîz Farûk Zeren çîroka di navbera mirov û xwezayê de bi wêje û çavê gerîlla nivîsand û bi navê "Rojek li Zerya-Serhatê" kir pirtûk. Pirtûka ku hat çapkirin li bena xwendekarê xwe ye.
08:54 16/7/2016
 
Ji 'Qimil' heta 'Ferhenga Khurdî', berxwedêriya pênûsa Apê Mûsa
Ji hêla peyvan ve yek ji çavkanî û jêderên sereke yên heyîna zimanekî ferheng in û ji ber vê ferheng ew metn in ku divê derbareyê wan de zêde vekolîn xwe bidin der. Li Tirkiyeyê di salên herî zor û zehmet ên arasteyî kurdî de, ku rastî her cure pêkûtî û teoriyên bişavtinê dihat, pênûsê ferzan û zanayê kurd Mûsa Anter bo heyîna kurdî pêdiviyê bi xebatên ferhengiyî dibîne û di bin şert û şirûtên herî xedar de li Girtîgeha Mamakê ji bêpariya her cure materyalî bo amadekirina ferhengeke Kurdî-Tirkî ku nêzî 11 hezar peyv têde cih digirin li ber xwe dide.
09:01 13/7/2016
 
‘Ev vê hovîtiyê xêz nekim ez dê bifetisim'
Resam Sadik Okan Aydin ku komkujiyên li bajarên Kurdistanê rû dan xêz dike, diyar kir ku ger ew vê hovîtiya pêş ketiye xêz neke û neye xuyakirin dê bifetise. Aydin, da zanîn ku ew dixwaze biçe Nisêbînê û dîwarên malên hilweşiyayî yên Nisêbînê rengo reng boyax bike.
13:28 12/7/2016
 
Romanek Nû "Jiyana Hevpar"
Romana girtiyê ji doza PKK'ê tê darizandin Fevzî Esen a bi navê "Jiyana Hevpar" ji weşanê Goranê bi zimanê tirkî derket.
10:29 09/7/2016
 
Berhem û hunerên Elî Temel tên aşrîvkirin
Hunermendê Kurd Elî Temel ku 21 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir xwe nemir kir. Ji bo Temel navenda çandê hat vekirin û niha jî ji aliyê Lêkolînera Çandê Zeynep Yaş ve arşîva huner û berhemên wî tên komkirin.
09:15 05/7/2016
 
Dê ya nayê dîtin bide xuyakirin
Resam Onur Nacî bi resam û wêneyên xwe armanc dike ku yên nayê dîtin bide xuyakirin. Nacî, herî dawî dest bi çêkirina wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter kir û piştî vê xêzê çêke dê li Cizîrê teslîmî malbata wî dbke.
09:13 05/7/2016
 
Îtbarî: Bavê Eşo, siwarê Têro
Yek ji qonax û heyamên Wêjeya Kurdî ya herî hewldêr û çak 'Qonaxa Qafqasyayê' ye, ku di vê qonaxê de bi sedan berhemdarî û xebatên kelepûr û wêjeyî xwe dane der. Yek ji van berhemdaran Wezîrê Eşo û novela wî "Îtbarî" ye, ku Eşo bi miraqdarî ji meta xwe Meyane dîrokçeya kalikê xwe Hûtî Begê dipirse û wê guhdarî û miraqdariya xwe bi navê "Îtbarî" wek pirtûk berpêşî raya kurdî dike.
09:04 05/7/2016
 
Dema muzîk tê parvekirin xweştir dibe
7 ciwanên ji neteweyên wekî kurd, tirk û îranî pêk tên, hatin gel hev û Civaka Muzîka Anahîta avakirin û bi stranên kurdî, tirkî, erebî û ermenîkî hem bi xwe dilşad dibin û hem jî kesên guhdervan dilşad dikin. Ciwanên muzîkjen aşkera kirin ku dema muzîk tê parvekirin xweştir dibe.
09:01 05/7/2016
 
Tehcîra kurdan a ji serdema Asûriyan heta niha
Lêkolînvan û nivîskara jin Pervîn Erbîl polîtîkaya tehcîrê ya di serdema Asûran de destpê kir û heta niha berdewam dike, di pirtûka bi navê "Ji Zagrosê Wêdetir-Zagros'un Otesî" de digire dest. Erbîl di pirtûka xwe de li ser pirsên tehcîr û bandora wê radiweste, dîsa qedexeyên ku îro li Kurdistanê tên meşandin ji bo bersivê ev pirtûk xwediyê cihêrengiyekî ye.
09:07 30/6/2016
 
Ji malbata Celîlan xelateke bêhempa!
Malbata Celîlan nêzî 60-70 salin ku li ser edebiyat, folklor, çand û zargotina kurdî, Kurdistanî dixebitin, gencîneyeke nû xelatî çand û zargotina Kurdî kirin. Prof. Celîlê Celîl xebata ku bi birayê xwe Ordixanê Celîl re dabû dest pê kirin, piştî wî jî domand û dest bi weşana bergên rêze ansiklopediya kir. Heta niha pênc berg hatin çapkirin û hê 22 berg di rêzê de ne. Prof.Dr. Celîlê Celîl der barê xebatên xwe yên wîjeyî de nirxandinên girîng kirin.
09:05 30/6/2016
 
Şoreşa Rojava dibe îlham
Şoreşa Rojava ya ku di warê siyasî de bala hemû cihanê dikişîne di heman demê de ji bo huner û wêjeyê jî dibe îlham. Hunermend Servet Dilgeş ê ji bo Arîn Mîrkan û Ebû Leyla yên di şerê Rojava de pêşengî kirin stran nivîsand diyar kir ku divê şoreşgen bên jiyandin û ew ê bi stranan albumekî derxîne û dahata albumê jî bide Komeleya Rojava.
09:04 30/6/2016
 
Bi 'Kurdîlit'ê dê êdî dinya hay ji wêje û çanda kurdî hebe
Ji bo li Tirkiye û qada navneteweyî xuyanîtiya berteng a li ber wêje û çanda kurdî ku wek kêşeyeke sereke ye ji holê rabe, piştî xebateke dûr û dirêj 'Kurdîlit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkiyeyê' bi alîkariya gelek sazî, dezgeh û komeleyên kurdî û navneteweyî hat sêwirandin û bi civînekê danasîna wê hat kirin.
14:46 28/6/2016
 
Orkestraya zarokan derket pêşberî temaşevanan
Orkestraya Rîtmên Xwezayî di çarçoveya bernameyên dawiya salê ya Konservatuara Aram Tîgran de derhet ser dikê.
10:22 28/6/2016
 
Li Amedê Rojên Hunerê
5'emîn Rojên Hunerê yên Konservatuvara Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwînî yên dawiya salê dest pê dikin.
10:13 28/6/2016
 
Li gel zarokên Sûrê xebatên hunerî
Hunermendên fransî bi zarokên li Sûr û Wargeha Şengalê re di atolyeya wêne û muzîkê de demên kêfxweşî derbas kirin.
09:17 27/6/2016
 
'Çikûs' hat pêşandan
Xwendekarên atolyeya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê listika şanoyî "Çikûs"a Molîereyî ya bo kurdî hatibû wergerandin, lîstin.
09:13 27/6/2016
 
Jiyan li dora meşkê xweş e
Malbata Gurkan a li mezrika Xîzginosê ya Dara Hênê sewalkariyê dike li dijî jiyana kapîtalîzmê jiyanek xwezayî û çanda civaka komunal dijîn. Malbat, ji berhemên şîrê pez; mast, penêr û rûnê nîvişk çêdikin û jiyanê li dora meşkê geş dikin. Ji malbata Gurkan Dayika 48 salî Hanim Gurkan diyar kir ku ew çanda meşkê diparêzin û wiha got: "Dewê herî xweş dewê meşkê ye. Ji ber vê yekê li gel hemû dijwariyan ez çanda meşkê diparêzim û li meşkê xwedî derdikevim.
13:46 25/6/2016
 
'Çikûs'a Molîereyî bi kurdî tê pêşandan
Atolyeya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû. Xwendekarên atolyeyê dê "Çikûs"a Molîereyî bi kurdî bidin pêşandan.
09:14 25/6/2016
 
Piştî 7 mehan ji nû ve xebatên hunerî didin destpêkirin
Li Amedê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê a ku 7 meh in di bin dorpêça hêzên dewletê de ye û ji aliyê hêzên dewletê ve hat gulebarankirin, tê restorekirin û şopên şer li ser xwe diavêje. Xebatên hunerî yên ku ev 7 meh in ji ber dorpêçê hatiye rawestandin jî dê piştî cejnê dest pê bike.
16:51 18/6/2016
 
Dê Mihrîcana Dersimê bê lidarxistin
Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku her sal dihat lidarxistin û sala derbasbûyî ji ber komkujiyên ku pêk hatibûn hatibû betalkirin dê îsal cara 16'emîn bê lidarxistin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN