DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

16:12 11/9/2016
 
Waliyê Îzmirê Konsera NÇM'ê qedexe kir
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi boneya alîkarî û piştevaniya gelê Cizîr Nisêbîn û Sûrê xwest di 18'ê Îlonê de konserê bide gel. Lê Walîtiya Îzmirê bi hinceta OHAL'ê konser qedexe kir.
09:24 11/9/2016
 
Çirokên kurdî hatin berhevkirin
Çîrokên kurdî yên nehatine nivîsîn û ji bîrkirinê re rû bi rû mane, di pirtûka bi navê "Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok Ji Herema Serhedê" hatin berhevkirin.
09:18 11/9/2016
 
Hatiniya Kanli Postal dê hîbeyî Komeleya Rojava bê kirin
Hatiniya belgefîlma Kanli Postal ku ji hêla derhêner Muhammed Aslan ve li ser faşîzma 12'ê Îlonê ya li Zindana Amedê hatiye kişandin û li gelek welatên Ewropayê ketiye vîzyonê dê hîbeyî Komeleya Rojava bê kirin.
09:05 10/9/2016
 
Bila Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî bi tenê nemîne
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî yê ku bi dengê xwe yê xweş di dîroka şevbêrkan de cih girt 7 sal in ji ber nexweşiya 'Parkînson' nikare bistrê. Fadilê Cizîrî da zanîn ku piştî nexweşiyê êdî nikare bistrê.
17:41 09/9/2016
 
Kela Wanê di lîsteya Mîrateya Cîhanê de ye
Kela Wanê, ket Lîsteya Demborî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê.
12:28 09/9/2016
 
'Rojava: Dema Kurda' li ber destê xwendevana ye
Pirtûka dawî ya Rojnameger-nivîskar Fehîm Taştekîn "Rojava: Dema Kurda (Rojava: Kürtlerin Zamanı)" ji Weşanxaneya Îletîşîmê der çû.
09:58 08/9/2016
 
Zixurên Xinûsê li benda danasînê ye
Xizurên (kanyon) xwezayî yên li navçeya Xinûsa Erziromê bi salan e li benda danasînê ne.
09:24 08/9/2016
 
Zorak eleqeyek mezin nîşanî kursên xêzê didin
Kursên resman a Şaredariya Akdenizê li taxan ji bo zarokan daye destpêkirin rastî eleqeyek mezin a zarokan tê. Zarokên ku tên kursê hestên xwe bi hunera xêzan tînin ziman.
09:00 07/9/2016
 
Heskirina tembûrê ya bi dizî
Bêrîvana hêj 10 salî bû bi dizî tembûra xuşka xwe dibir kursa tembûrê, niha li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dest bi kursê kiriye. Mamostayê wê Ferhat Tutşi diyar kir ku ji ber Bêrîvan pir jîr e dê tembûrek profesyonel diyarê wê bike.
09:12 03/9/2016
 
'Êrîş li dijî feraseta hunerê ya alternatîf e'
Ji lîstikvanên Şanoya Yenîkapi ya girêdayê Mala Çand û Hunerê ya Metîn Altinok Medîne Çam a rojên borî polîsan bi ser de girtin wiha got: "Ev serdegirtin tenê li dijî me nebû li hemberî hemû derûdorên xwedî feraseta hunerê ya alternatîf in hatiye kirin."
09:14 30/8/2016
 
'Qedexeya lîstikên Çehov û Shakespeare cahîlî ye'
Di vekirina şanoyên dewletê de lîstikên biyanî hatin qedexekirin. Qedexeya lîstikên wekî Çehov û Shakspeare a li Şanoyên Dewletê ya Tirkiyeyê rastî bertekên mezin hatin. Hem qedexeya berhemên biyanî û hem jî daxuyaniya Serokê Meclîsa Tirkiye ya der barê Che Guvera de wêneyê Tirkiye yê demokratîkbûnê bêtir nîşan dide. Serokê Kultur Sanat-Sen'ê Yavuz Demirkaya, diyar kir ku qedexeya lîstikan cahîliya herî mezin e.
09:25 27/8/2016
 
Pêşangeha 'Kîjan Kolan, Kîjan Huner?'
Wênesaz û peykertraşê kurd Seywan Seîdiyan, bi berhemên xwe yê ji xurde û bixuran li Kolana Hunerê bi navê "Kîjan Kolan, Kîjan Huner?" pêşangehekê vedike.
12:16 24/8/2016
 
Çanda gelan li kuçeyan olan dide
Li Îzmirê 7 ciwanên ku hatin gel hev, Koma Muzîkê ya Zakîr ava kirin û bi zimanên kurdî, tirkî û bi şêwazên civaka elewiyan muzîka kuçeyê distirên û çanda gelan li kuçeyê dirêsin.
09:23 23/8/2016
 
Divê ziman di hemû qada jiyanê de bê bikaranîn!
Li dijî hemû polîtîkayên pişaftinê KURDÎ-DER'a Îzmirê xebat û kûrsên xweyên perwerdeya bi kurdî berdewam dike. Perwerdevanê KURD-DER'ê Murat Emektar diyar kir ku divê zimanê kurdî di hemû qada jiyanê de bê bikaranîn û ev pirsgirêk bê çareserkirin.
09:16 22/8/2016
 
Kursên serdema nû eleqeyeke mezin dibîne
Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwînê ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe didomîne kursên serdema nû eleqeyeke mezin dibîne. Li navendê li 6 beşan kursên ku 3 mehan didomin tên dayîn.
09:17 19/8/2016
 
'Kurdîlit' dest bi ragihaniyê kir
Ji bo li Tirkiye û qada navneteweyî xuyanîtiya berteng a li ber wêje û çanda kurdî ku wek kêşeyeke sereke ye ji holê rabe, piştî xebateke dûr û dirêj 'Kurdîlit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkiyeyê' bi alîkariya gelek sazî, dezge û komeleyên kurdî û navneteweyî hat sêwirandin û dest bi ragihaniyê kir.
10:31 15/8/2016
 
Strana ‘Bijî bijî heval Egît’ lehengiya Egît belav kir
Strana “Bijî bijî heval Egît” yekem car di sala 1987’an de li ser bîranîna ji pêşengên PKK’ê û fermandarê ewil ê HRK'ê Mahsum Korkmaz (Egît), li ser daxwaza Rêberê PKK Abdullah Ocalan hat hûnandin û dengê Egît belav kir. Ji ber ku di wan salan de cezayê guhdarkirina stranên kurdî kuştin bû, şirîta bandê hate derxistin û ji aliyê welatpêrêzn ve di nava poşetekê de bi veşartî ket nava axa Bakûrê Kurdistanê.
09:28 11/8/2016
 
Amed amadekariyên Mîhrîcana Şanoyê dike
Serîlêdanên 4'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kirin.
08:54 10/8/2016
 
Hem xwedî li çandê derdikevin hem qabiliyeta xwe keşf dikin
Navenda Çanda û Hunerê ya Cîgerxwîn piştî serdema nû ya xebatên xwe yên çandî û hûnerî da destpêkirin, zarok û ciwan eleqeyek mezin nişan didin û her roja ku diçe xebatên wan berfireh û geş dibin. Di nav xebatan de kursên wek gîtar, erbane, şano û koma zarokan hene û ciwan û zarok li navendê hem qabîliyeta xwe keşf dikin hem jî xwedî li çanda xwe derdikevin. Mamosteyên navendê banga beşdariya kursan li zarok û ciwanan kir.
10:01 07/8/2016
 
Newayeke cergebez û sewteke mezopotamyayî; Aramê Tîgran
Di parastina xwemaliya muzîk û zimanê kurdî de, bi qasî kurdan para hin zana û ferdên ermenî jî heye, ku di dawiya sedsala 19’emîn û di sedsalên 20, 21’emîn de ev bi awayekî aşkereyî xwe dide der. Yek ji van hunermend û zanayê muzîkê jî bêguman Aramê Tîgran e. Ku li ser asasên felsefeya muzîka Komîtasê muzîkolog bi newaya xwe yî cergebez û dawidî, bi awayekî sanayî kiraseke Mezopotamyayî li sewta muzîka kurdî fesilandiye.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN