DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

09:19 12/10/2016
 
Hunerê bi salan di destê jinan zindî dibe
Li Wanê bi bi hunera destan zîvkeriya bi zîvê savatê ya bi sedan salî, bi destê jinan ji nû ve tê zîndîkirin.
14:58 11/10/2016
 
Dema pêşbirka xwendina pirtûkan hat dirêjkirin
Serlêdana pêşbirka pirtûkên kurdî ya ku ji aliyê Navenda Çanda Arzelayê ve ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandin kurdî daye destpêkirin heta 1'ê Mijdarê dirêj kir.
09:16 11/10/2016
 
'Gelek sedem heye ez li kolanê wêne xêz bikim'
Wênesaz Aykut Aşa yê ku 14 sal in li kolanan wêne xêz dike diyar kir ku di pêvajoya ku dewlet dixwaze civakê ji kolanan vekişîne gelek sedem heye ku li kolanan wêne xêz bike.
09:18 10/10/2016
 
Berxwedêrê romana zimanekî qedexe: Mehmed Ûzûn
Mehmed Ûzûn ê beriya 9 salan wefat kir, bi romanûsiya xwe hay ji binheşiya kolektîf a civaka xwe hebû û di wan demên ku tu kesî bawer nedikir dê zimanê kurdî ji bilî zimanê wêjeyeke klasîk wirdetir biçe, bi estetîzmeke xurt, bi qîrîna dengbêjiyeke ku dîroka welatekî li xwe nixumandiye, hem romana kurdî hem jî zimanê kurdî li raya cîhanê dubare da îspatkirin û di dîroka wêjeya kurdî de wek berxwdêrê romana kurdî ya modern cihê xwe girt.
13:09 08/10/2016
 
Şahidên qetlîama Enqereyê: Ger em dijîn em deyndarin
Pirtûka ku ji bo qetlîama Enqereyê neyê ji bîrkirin a bi navê "Ger em dijîn em deyndarin" hat nasandin. Kesên ku pirtûk amade kirine diyar kirin ku wan di vê pirtûkê de hevalên xwe spartine rojê.
10:28 08/10/2016
 
Pêşbirka xwendina pirtûkên kurdî dest pê kir
Navenda Çanda Arzela, ji bo xwendin û nivîsandina kurdî zêde bike, pêşbirka xwendina pirtûkên kurdî da destpêkirin.
09:05 07/10/2016
 
Fîlmekîmî dest pê kir
Fîlmekîmî ya ku îsal dê cara 15'emîn tê organîzekirin li Stenbolê dest pê kir. Di bernameyê de nêzî 50 fîlm di meha cotmehê de dê bi sînemahezan re bin.
09:06 05/10/2016
 
Mîhrîcana Fîlman a Axtamarayê dê bi bernameyeke dewlemend bê lidarxistin
Li Wanê, mîhrîcana fîlman a ku ev 2 sal e bi navê “Rojên Fîlman” tê lidarxistin, dê îsal di navbera 7-15’ê cotmehê de bi navê 1’emîn Mîhrîcana Axtamara Wan Fîlmê bê lidarxistin. Di baregeha mîhrîcanê de dê 9 fîlmên metrajdirêj, 23 fîlmên kurtemetraj, 9 belgefîlm bên pêşandan û her wiha dê atolye, panel bên lidarxistin û konsert bên dayîn.
22:32 04/10/2016
 
Bi kincên kurdî û muzîka kurdî, guhdar sermest kirin
Hunermendên ji Ewrupa hatin, bi kincên kurdî û muzîka kurdî derketin ser dikê û ziyafeteke muzîkî muzîkhez sermest kirin.
09:09 29/9/2016
 
Li dijî girtina Malên Gel wêneyên xwe şewitand
Li dijî girtina Malên Gel ên Şaredariya Êlihê Wênesaz Ramazan Îlten ê ku wek dersa wêneyan dida kursiyeran bi şewitandina tabloyên xwe girtina malên gel û tayînkirina qeyûmê şermezar kir.
12:33 28/9/2016
 
Fîlmekîmî di 7'ê cotmehê de dest pê dike
Fîlmekîmî ya ku dê cara 15'emîn ji aliyê ÎKSV'ê ve bê lidarxistin, bi sponsoriya Vodafone FreeZoneyê dê di 7-16'ê cotmehê de bê lidarxistin.
12:15 27/9/2016
 
Yekemîn kovara derûnînasiya kurdî derket
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kovara pêşî ya Derûnnasiyê ya Kurdî derket. Kovar di hejmara xwe ya pêşî de li mijarên zarok, şer û trawma rawestiya.
09:09 26/9/2016
 
NÇM 25 sal in çanda kurdî diparêze
Navenda Çanda Mezopotamya ku di 1991'an de li Stenbolê hat avakirin 25 sal li pey xwe hişt. Hunermendê Koma Çiya, diyar kir ku NÇM'ê ji bo çand û hunera kurdan li ser piyan bihêle rolek mezin lîst.
10:02 22/9/2016
 
Rejîma Îranê: Xemilandina bûk û zavayan qedexe ye
Rejîma Îranê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku xemilandina bûk û zava, her wiha çûna karwanên bi bûk û zava re hatiye qedexekirin û dama dawetê jî hata saet 12'ê şevê ye.
10:18 21/9/2016
 
Çanda dengbêjiyê li Radyoya Dunya geş dibe
Li Edeneyê dengbêj bi bernameya "Şevbihurka Dengbêjên Dengê Bê Sînor" çanda dengbêjiyê dide jiyandin.
09:03 21/9/2016
 
Qûrsên Konseya Bajêr ya Amedê dest pê kir
Qûrsên Konseya Bajar ya Amedê yên tembûr, erbane û perwerdehiya zimanê kurdî û dimilkî dest pê kir. Dê serlêdanên qûrsan heta dawiya mehê bên qebûl kirin.
09:06 15/9/2016
 
Pirtûka 'Solgun Sari' dîroka komkujî û bajêr bi hevre dirêse
Nivîskar Sadik Aslan, bi pirtûka “Solgun Sari” hem dîroka bajarvaniya Mêrdîn û hem jî dîroka komkujiya ku di nava rûpelan de hatiye veşartin yek bi yek ronî dike.
12:16 13/9/2016
 
Pirtûka 'Mafê Neteweyên Qedera Xwe Bixwe Tayîn Dikin û Kurd' derket
Pirtûka bi navê "Neteweyên Mafê Qedera Xwe Bixwe Tayîn Dikin û Kurd' a ji hêla Prof. Dr. Norman Paech û Dr. Sebahattîn Topçuoglu ve hatiye nivîsandin, ji Weşanxaneya Amarayê derket.
10:07 13/9/2016
 
Şanoger di cejnê de bi zarokên nisêbînî re ne
Endamên Şanoya Derme ya Stenbolê, Akedemîsyenên ji bo Aştiyê û xebatkarên Daîreya Xizmetê ya Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê 4 rojan bi zarokên Nisêbînê re bin.
09:03 13/9/2016
 
49 sal e li tembûrê dixe ji gotina xwe nayê xware
Hostayê tembûrê Huseyîn Ozer ev 49 sal e li tembûrê dixe, der barê êrîşên li dijî civaka elewî de ev tişt got: "Pîr Sultan Abdal li dijî xirabiyê li ber xwe da. Em ê jî li ber xwe bidin. Em ê gotina xwe timî tim bînin ziman."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN