DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

09:17 06/8/2016
 
'Dê berxwedana Sûrê bibe çavkaniya afrandina hunerê'
Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê piştî 8 mehan dest bi xebatên hûnerî kir. Hunermen Mesut Gever diyar kir ku berxwadana Sûrê gelek bandor li ser xebatkarên wan kiriye û nirxandina "Dê berxwedana Sûrê bibe çavkaniya afrandina hunerê" kir.
09:06 06/8/2016
 
Berxwedêriya civakî di albuma kurdî de dê bê komkirin
Ji 3 albumên "Şubadap Çocuk" a Kolektîfa Muzîkê ya Praksîsê ku bi stranên xwe yên dostanî, aştî, biratî, ekolojî zayendparêziya civakî ve balê dikişînin 6 stranên herî baş dê bên hilbijartin û bi kurdî bên gotin. Xebatên albuma "Zarokên Şubadap Ezman ê kê ye?" dê di meha kanûnê de bê temamkirin Endamên komê diyar kirin ku wan zimanê kurdî ku herî zêde bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû maye, zimanê têkoşînê ye hilbijartine û dê stranên xwe wergerînin zimanê îspanyolî, îngilizî û erebî jî.
13:18 05/8/2016
 
Banga Roj layiqî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin
Belgefîlma "Banga Roj" a ku derhêneriya wê ji hêla Hamdî Akyol û Cemîl Kizildag ve hat kirin, li 10'emîn Mîhrîcana International Euro Filmê, layiqî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin.
09:20 05/8/2016
 
Ji bo çanda dengbêjiyê xebateke pîroz
Çanda dengbêjiyê xwedî dîrokek kevnar be jî di demên dawiyê de ber bi windabûnê ve diçe. Dengbêj û xebatkarê zimanê kurdî Muhyedîn Duymak ji bo ku çanda dengbêjiyê winda nebe bi salan e li ser kilamên dengbêjiyê xebata berhevkirinê dike û 650 stranên ku kom kirine dê demek nêz de werin çap kirin.
12:29 04/8/2016
 
Zarokên Sûrê di atolyeya wêneyan de hatin gel hev
Şaredariya Amedê ji bo beşekî jî travmaya li ser zarokên Sûrê yên ji şer bi bandor bûne bavêje, atolyeya wêneyan vekir û gelek zarok di atolyeyê de dê 8 hefteyan xebatê bimeşînin.
09:21 04/8/2016
 
Koma Şoreşê: Koma Dengê Rojava
Hunermenê Rojavayî Bêwar Rojava piştî ji bajarê Til Temîrê koçî Rihayê kir, li gel 4 zarokên xwe Koma Dengê Rojava ava kir û çanda kurd diparêze û stranên şoreşê distrê.
13:55 03/8/2016
 
Ji bo Mihrîcana Fîlman a Amedê serlêdan tên kirin
2'emîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya ku ji hêla Serokatiya Dayreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, dê di navbera 4-13'ê mijdarê de bê lidarxistin.
09:14 03/8/2016
 
Bi heriyê berhemên hunerî tên afirandin
Hunermendê seramîkê Abdullah Ozgultekîn bi motîfên dîrokî yên Rihayê, heriya ku çê dike li ser wan xêzên amûrên muzîkên Arfîkaya Başûr dineqişîne, xeyala Ozgultekî ew e ku atolyeya xwe ava ke û rexneyên xwe yên li dijî civakê bi hunera xwe vebêje.
09:06 02/8/2016
 
Xeyala xwe ya zaroktiyê li Mala Gel pêk anî
Malên Gel ên di bin banê Şaredariya Êlihê 9 sal in xebatên xwe didomîne ji zarokên 7 salî heta mezinên 50 salî digihîne xebatên çand, huner, sporê. Li Malên Gel ên ku hemû kes herî kêm hînî amûrekî dibin Kezîban Kaytar a 50 salî diyar kir ku wê xeyala xwe ya zaroktiyê pêk aniye.
09:36 01/8/2016
 
Meremê dilê kurda û şairê dilmayî: Şikoyê Hesen
Qonaxa Qafqasyayê ya rewşenbîrî û wêjeyî, dema meriv dabeş dike ji sê heyamên ku hezaza wan bi îstîfkirineke bîr û boçûna neteweyî ya zexm hatiye danîn, pêk tê. Her heyamek nifşek û her nifşek bi teşe û şêweya xwe navên mayînde li dîroka wêje û rewşenbîriya kurdî nexş kiriye. Ji van nifşan, nifşê sêyem û ji vê nifşê jî, yek ji navên mayînde, lê mixabin jibîrbûyî, Şikoyê Hesen e, ku nexasim di helbesta kurdiya kurmancî de li eniyeke ku dê tu carî kozika helbesta wî neyê xitimandin û dagirkirin. Me hewl da em vî helbestkarê ku di dema xwe de nuwaziyek li helbesta kurdî û wêjeya kurdî zêde kir, lê ji ber neheqî û bêtalihiyekê ser navê wî hatiye nixumandin, bi portreyekê dubare bi bîr bixin.
12:24 30/7/2016
 
Pîrên ku dorpêç şikandin, dest bi Meşa Heqîqetê kirin
Îsal 16'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê tê lidarxistin di roja 3'emîn de berdewam dike. Pîr, parlamenter û hevşaredarên ku xwestin li Çavkaniyên Munzurê bigerin, pêşiya wan hat girtin, lê girseyê mil dan hev û dorpêça li pêşiya xwe rûxandin.
22:55 28/7/2016
 
Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
16'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzuê bi beşdariya pîr û dayikên elewiyan bi dia û gulbangan dest pê kir.
10:13 28/7/2016
 
Di nava komkujiyan de filma komkujiyê...
Hunermendê kurd Sedat Bariş filma bi navê "Bavê min toz şekir" ku komkujî û kesên kujerên wan ne diyar ên salên 1990'an derxist ser perdeyê. Sedatê ku ji ber komkujiyên li Kurdistanê navber dayî girtina filmê diyar kir ku dema ew zilma salên 90'î dikin film, îro jî li ser gelê kurd komkujiyek heye û bajarên kurdan tên ruxandin.
14:20 27/7/2016
 
Li Dersimê beriya mîhrîcanê dê mîtîng bê lidarxistin
Li Dêrsimê beriya 16'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê, dê bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi dirûşmeya "Ne derbe, demokrasî" mîtîngek bê lidarxistin.
16:38 25/7/2016
 
Li Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî kûrsên havînê dest pê kir
Kûrsên Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî dest pê kir. Dê îsal di kûrsan de zimanê kurdî jî di nav de ji 5 beşan kûrsên çand û hunerê bên dayîn.
09:30 25/7/2016
 
Kurdekî rêwî û portreyeke çak; Sehîdê Rizgo Îboyan
Yek ji nivîskar û rewşenbîrên kurda, ewledekî kurdên êzidî yê Sovyêta berê Prof. Dr. Sehîdê Îbo yê di sala 1991’ê de li Ermenîstanê hat qetilkirin, di her kêliyên jiyana xwe de bi kurdayetiyê rabûye rûniştiye, li gel bijîşkiya xwe yî zarokan gellek berhemên bêhempa li gencîneya wêje û folklora kurdî zêde kiriye. Ji berhemên wî yên helbestî hin jê ji hêla gellek hunermendan ve wek awaz hatine strîn, ku stranên wek “Xwezî Dîsa Zar Bûma”, “Qîza Kurda” yên ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatine strîn, helbestên wî ne. Û ji van berhemên wî yek jê romana wî ya bi navê “Kurdê Rêwî” ye, ku rê û risma kurdên êzidî bi qewimînên dîrokî, civakî û dînî dide der.
09:02 24/7/2016
 
Meclisa Çand û Hunerê ya HDK'ê: Tu neyînî pêşî li çand û hunerê nikare bigire
Endamê Meclisa Çand û Hunerê ya HDK'ê Ercan Bîngol, da zanîn ku ew di aliyê şano, tiyatro, muzîk, sînema û peykerê de xebatên xwe dimeşînin. Bîngol got ji ber vê hewldanê mirov ji gelek serkeftinên xwe hayadar bûne û aşkera kir ku her çendî pêvajo bandorê li ser xebatên wan bike jî astengî nayên jiyan kirin.
09:11 23/7/2016
 
Komuna Roza hejmara 10'emîn a kovara xwe derxist
Kovara Roza ya ku ji aliyê xwendekarên zanîngehan, ciwan û girtiyên siyasî ve bi awayek komunal tê derxistin bi hejmara xwe ya 10'emîn derket pêşberî xwînêrên xwe. Xebatkarên Komuna Roza diyar kirin ku armanca derxistina kovarê ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî ye û alîkariya herî zêde ya kovarê ji zindanan tê.
09:13 22/7/2016
 
Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî li benda we ye
Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî ya Şaredariya Erdîşê ev demek e kûrsên havîn ên muzîkê dane dest pê kirin. Xebatkarê mala çandê Tajdîn Başar der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku wan bi 5 beşên wekî erbane, tembûr, gitar, şano û zimanê kurdî dest bi xebatên xwe kirine.
09:09 19/7/2016
 
Divê zarokên Cizîrî berê xwe bidin Mem û Zînê
Navenda Çanda û Hunerê ya Mem û Zîn piştî ‘qedexeya derkeftina derve' xebatên xwe yên ku nîvco mabûn bi qûrsên gîtar, erbane, şano û koma zarokan berdewam dike. Xebatkara çandê û mamosteya erbanê Barîvan Dayan banga xwedî derkertina çand û ziman kurdî kir û got: “Divê her kes xwedî li çand, ziman û Mem û Zînê derkeve.”

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN