DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

11:51 18/6/2016
 
Muzîkhez li gundê muzîkê tên gel hev
Şahiya Gundê Muzîkê ya ku ji hêla Komeleya Jiyankirin û Piştgiriya Çandên Muzîkê ya Anatoliyayê, dê di navbera 20'ê tîrmeh û 7'ê tebaxê de bê lidarxistin. Di şahiya îsal de dê li Tirkiye û li hin welatên cîhanê muzîkhez bên gel hev.
10:07 18/6/2016
 
Rengê 37 nifşên Sûrê di muzeya xwe de anî cem hev
Fadli Şahîn 20 salin li Amedê berhemên dîrok û çanda gelê Sûrê kom dike û ji van berheman muzeyek ava kiriye. Şahîn diyar kir ku li Sûrê 37 nifş dijîn û ji her nifşekî perçeyek kom kir û dixwaze vê vê çand û dîrokê bide naskirin.
09:28 18/6/2016
 
Berxwedana Cizîr û Sûrê bû strana denbgêjan
Dengbêjê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê Îbrahîmê Pîrikî li ser berxwedan û îradeya ciwanên kurd ên li Cizîr û Sûrê kir helbest û strana dengbêjiyê. Pîrikî bi van rêzan balê dikişîne ser Sûr û Cizîrê: "Heta em saxbin li derê dinya yê kul û kedera komkujiya Cizîra Botan wan keç û xortên nazik û êşa Mehmet Tunç girane ji cigerên me dernayê. Ezê çume nava Sûra Ameda rengîn îro ji humîna tang û topan ji bêhna barûtê sebra min nayê."
12:21 16/6/2016
 
Kursên havînê yên NÇM'ê destpêkirin
Piştî li dibistanan perwerdeya xwendekaran ket betlanê, Şaxa NÇM'ê ya Îzmirê kursên serdema havînê da destpêkirin.
09:35 16/6/2016
 
'Fêrbûna hemû zaravayan dê sînoran rake'
Peykertiraşê rojhilatî Seywan Seidiyan ji bo gelê Bakur û rojhilatê Kurdistanê bikaribin bi hev re têkilî danin bi alikariya Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşikçî ya Amedê dest bi dayîna dersa soranî kir got ku gelê Bakur û Rojhilat ji hev fêm nakin û wiha axivî: "Ez dixwazim ev bibe bingehek ya têkiliyên me."
09:13 16/6/2016
 
Ji bo qadên berxwedanê distrên!
Koma Mîr a muzîkê ya ji zarok û ciwanan pêk tê ji bo Sûr, Cizîr û Sîlopiyê li kolanê stranan dibêjin her êvar li cadeya herî zêde çûn û hatin lê zêde ye ya Êlihê eleqeyeke mezin dibînin. Endamên komê yên ciwan dê dahatê ji bo navendên xwerêveberiyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin bişînin.
09:15 15/6/2016
 
Belgefîlma kesên ku di bin dengê çekan de govend digerînin: Tecrîd
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê belgefîlmek bi navê "Tecrîdê" ya ku berxwedana girtiyên siyasî yên li hemberî polîtîkayên tecrîdê vedibêje kişandin. Derhênerên belgefîlmê diyar kirin ku ev xebat kesên ku di bin dengê çekan de govend digerînin nîşan dide.
09:12 15/6/2016
 
Li dijî mîrateya çandî jî cudakarî tê kirin
Li navçeya Mazgêrdê Dêra Ermen a Golbagi ji ber xemsariyê di bin axê de maye lê li cem dêrê Tirba Eltî Hatun û migefta heyî hatine restorekirin.
11:49 13/6/2016
 
Diwana Dengbêjên Zarok
Ji bo xwendekarên ku li Konservatuara Bajar a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Diwana Dengbêjên Zarok hate lidarxistin.
09:59 13/6/2016
 
Rojnivîska Qendîlê bû pirtûk
Nivîskar Îbrahîm Dag rojnivîskên Qendilê bi navê "Rojnivîska Qendîlê" û zimanê tirkî kir pirtûk û çap kir.
09:23 11/6/2016
 
Ji bo kesên fam dikin û nikarin bi axivin Klawûza Axaftina Kurdî
Nûçegîhanê DÎHA'yê Gokhan Altay ji bo kesên dibêjin "Em fam dikin, lê em nikarin bi kurdî bi axivin" klawûza axaftina kurdî amade kir û ji weşana AR'ê hat çapkirin.
09:05 10/6/2016
 
Kuştinên zarokan bi matmayî guhdar kirin
Di dema qedexeya derketina derve li ser welatiyan dihat meşandin, kesê bi navê Yakup Tekîntangaç tiştên dihatin jiyîn kişandin û kurtefîlma bi navê 'Azadî' kişand, vê fîlmê li Awusturyayê xelata herî baş a derhêneriyê girt.
09:01 10/6/2016
 
Du cîhanên cuda û wêneyên kolektîf
Berhemê projeya bi navê "Ji hundir ber bi derve, ji derve ber bi hundir ve pireya wêneyan" li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tê pêşandan. 55 wêneyên ku ji hêla 55 wênekêşan ve hatiye kişandî û 55 girtiyanên ji 26 girtîgehan jî nirxandî, dê di navbera 11-25'ê hezîranê de li Amedê bê pêşandan.
09:07 08/6/2016
 
Bi wêneyan qêrînên nayê bihîstin dibihîzîne
Wênesaz Bêrîtan Can ku bi firçeya xwe bajarê hilweşandî û kesên di êrîşên rawşe avarte de hatin qetilkirin xêz dike da zanîn ku ew bi wêneyên xwe qêrînên nayê bîhîstin dibihîzîne.
09:04 07/6/2016
 
Lîstika ku li Kobanê nelîstin dê li Cizîrê bilîzin
Lîstika şano ya bi navê "Rêya ji Gezî diçe Rojava" ku serkeftina berxwedana Gezî û Kobanê digire dest, ji ber komkujiya li Pirsûsê li Kobanê nehat lîstin. Şanoger Murat Akdag, diyar kir ku lîstika wan li Kobanê neda pêşandan dê li Cizîrê bidin pêşandan.
09:54 06/6/2016
 
'Bekoyê Ewan' ji bo bajarên hilweşyayî hat pêşandan
Şaredariya Êlihê û Şaxa Egîtim Senê ya Êlihê ji bo piştgiriyê bidin bajarên ku ji hêla dewleta tirk ve hatine xirabkirin, lîstika şanoyê hat pêşandin.
09:05 06/6/2016
 
Ligel şer mîzah
Karîkaturîst Kemal Gokhan Gurses ê li atolyeyên piştevaniya Sûrê hate avakirin perwerde dide diyar kir ku Kurdistan ji kêm cografyayên ku ligel şer mîzah tê kirin e û heke mîzah bigihîje rojava dê mîzaha rojava jî cuda be.
09:01 06/6/2016
 
'Kuştinên kiryar nediyar' li Mihrîcana Cannesê ye!
Filma bi navê "Mavera" ya kuştinên kiryar nediyar ên li Kurdistanê di salên 90'an de qewimîn vedibêje ya ji aliyê komek xwendekarên beşa ragihandinê yên Antalyayê ve hatiye kişandin dê li Mîhrîcana Fîlman a Cannesê bê pêşandin. Di fîlmê de bi wesayîtên "torosên spî" yên bi "kiryar nediyaran ve" bûne yek ve nêrîneke cuda li cînayetan tê mêzekirin.
18:44 05/6/2016
 
Ji bo zarokan şano hat pêşandan
Li navçeya Qoserê ji bo zarokên Nisêbînê yên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê bi malbatên xwe re koçber bûne şano hat pêşandan.
08:57 04/6/2016
 
'Bûn an jî nebûn' ji bo welatiyên Sûrê hate pêşandan
Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ji bo piştgiriya bi malbatên Sûrê re lîstika bi navê "Bûn an jî nebûn" pêşkêşê temaşevanan kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN