09:09 24/2/2016 |
|
Hunermendê kurd Xalît Tarî yê ku albuma xwe ya bi navê "Sar" derxist diyar kir ku di encama xebetake demdirêje de ev album derxistiye û ew wekî her welatparêzekî kurd wî jî li hemberî polîtîkayên pişaftinê di warê hunerî de xebatê bike.
|
10:44 23/2/2016 |
|
Nivîskar Eqîde Tok di pirtûka xwe ya bi navê "Di Siya Mirinê De Pişkivên Jiyanê" de berxwedana gelê Botanê ya li hemberî dagirkeran vedibêje. Gelê Botanê li hemberî hemû êrîşan tu carî serî ji dagirkeran û ji xwestekên wan ên kirêt re nabêjin erê. Toq di roman xwe de behsa îşkence, mişextî, berxwedan, rêwîtiyeke zor û zehmet dike. Ev roman, di esasê xwe de dide dû şopa wî gelê qehreman ê k udi welatê xwe de bû penaber. Ev roman, romana Mexmûrê ye.
|
09:07 12/2/2016 |
|
Rojnameger Gokçer Tahincîoglu li ser jiyana zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, ji weşanxaneya NotaBene pirtûka bi navê "Devlet Dersi" çapkir. Rojnameger Tahincioglu, bal dikişîne ser têkoşîna li dijî çanda bêcezatiyê û xwest civak li hemberî vê yekê bertekên xwe zêde bike.
|
08:58 10/2/2016 |
|
Di Şoreşa Rojava de cihê yekemîn ê aîdî rejîma Baasê ku gel dest danî ser Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ye. Di navenda çandê de xebatên ku di pêşengiya jinê de tê meşandin li hemû kantonê belav dibe.
|
09:10 28/1/2016 |
|
Jinên dengbêj ên li Dîlokî di şevbêrkan de kom dibin û bîranîna xweşiya rojên borî dikin. Dengbêjên jin anîn ziman ku jinên Kurd êşên xwe bi kilaman ve tînin ziman û gotin "Em kilaman bi êşa dil a jinekê, dayikekê dibêjin."
|
09:05 27/1/2016 |
|
Li Hatayê projeya Yeşihhara Misrur û Hassûn ji aliyê koma bi navê Minnina ve ji bo balê bikîşînin li ser bikaranîna zimanê erebî hatiye kişandin. Ji senarîst û lîstikvanên fîlmê Tolga Antakya diyar kir ku ji wan re pêşniyar hatiye ku senaryo wergerînin tirkî lê ji ber girîngiya zimanê zikmakî wan di erebî de israr kirine.
|
09:11 25/1/2016 |
|
Zarok TV dest bi bernameyên cuda derbasî weşana nû bû. Koordînatora Giştî ya Weşanê ya Zarok TV Dîlek Demîral diyar kir ku armanca wan a sereke li hemberî polîtîkayên pişaftinê parastina zarokan e. Her wiha heke malbat bixwazin dikarin dîmenên zarokên xwe yên pêkenokî ji televîzyonê re bişînin û dê bên weşandin. Zarok TV fîlmên karton yên resen û anîmasyon amade dike.
|
09:01 23/1/2016 |
|
Li Tirkiyeyê yek ji atolyeya ku li ser esasê komun û jiyana kolektîf esas digiriye hatiye avakirin jî atolyeya "Jî Sanat" a ku komek hunermendên ciwan li Kadikoyê ava kirine ye. Ji damezirînerên atolyeyê Servan Çetînkaya diyar kir li Rojhilata Navîn yên ku hêza wan a çekan heye li hemberî mirovên ku rûmeta xwe diparêzin şer daye destpêkirin û wiha got: "Em gotina Aram Tîgran a 'çiqas tank, tifing û çek hebe ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr û zirne' dubare dikin."
|
11:57 21/1/2016 |
|
Hikûmeta AKP'ê ku bi polîtîkayên xwe yên îmhayê êrîşî gelê kurd dike çand û dîrokê jî wêran dike, bi pêşnûmeya ku pêşkêşî meclîsê kiriye ve Heskîfa dîrokî ji cihê xwe veguhestine ve hewladana xwe ya beriya 3 salan dabû destpêkirin dike qanûn. Endamê Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê Kemal Uner got ku hikûmetê beriya di esasê xwe de beriya 3 salan Heskîf veguhestiye û îro jî ev kirinên xwe dixwaze bike qanûn ji ber vê yekê bang li partiyên muxalefetê kir ku li dijî vê yekê bihistiyar bin.
|
09:04 21/1/2016 |
|
Kovara Folklora Kurdan a ku Şaredariya Bajarê Mezin û KURDÎ DER’a Amedê bi hev re amade dikin bi hejmara xwe ya 5’emîn ve derket pêşberî xwendevanên kurdîhez. Endamê desteya weşanê ya kovarê Eşref Keydanî destnîşan kir ku ew kovareke Kurdistanî ne û ew kovarê digihînin Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê jî.
|
14:51 20/1/2016 |
|
Kovara bi navê Quzilqurt a ku ji 2014'an pê ve ji du mehan carekê tê çapkirin dê ji niha û pê ve ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve were amade kirin.
|
09:06 16/1/2016 |
|
Belgefîlma 'Jiyana Min Her Tim Şer Bû' a Sakîne Cansiz (Sara) ku yek ji kadroyên pêşeng a PKK'ê bû û di 9'ê çileya sala 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin dê di 19'ê Çileyê de li Sînemaya Atlas a Beyoglu bê peşandan.
|
09:01 16/1/2016 |
|
Weşanxaneya Aramê li 9’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovaya Edeneyê rastî eleqeyek mezin tê. Edîtor û xebatkarê Aramê Mehmet Çakmak diyar kir ku eleqeyeke taybet ji bo pirtûkên kurdî û yên gerîlayan heye.
|
09:10 14/1/2016 |
|
Dilbaz Barazî wênesazek ji Serêkaniyê ye ku niha li Dîlokê hunera xwe berdewam dike. Barazî nêrîna xwe ya hunerê bi gotina "Beriya her tiştî divê mirov êşên xwe bihûne" anî ziman û got "Divê mirov ji bo xwe dikaribe tiştek bêje."
|
10:44 13/1/2016 |
|
Pirtûka bi navê "Çîrokên Koçberiyê" ya ku ji qirkirinê heya salên 1990'î çîrokên sirgûnê vedibêje ji aliyê Weşanxaneya Berdan ve hate çapkirin.
|
09:09 09/1/2016 |
|
Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li hemberî pergala kapîtalîzmê di warê şano, rêzefîlm û sîtkoman de xebatên bi hûrgilî dide meşandin. Yek ji van xebatan jî rêzefîlma 'Malîno' ye.
|
09:19 08/1/2016 |
|
Navenda Çandê ya Hezexê ligel ku ev demeke kurt e dest bi xebatan kiriye jî heta niha ji beşên cuda 500 xwendekar perwerde kiriye. Rêveberê navendê Agît Mutlu diyar kir ku bi xwerêveberiyan ve ji hundirê 4 diwaran derketine û li taxan dest bi avakirina komunan kirine û nirxandina "Berê li bernameyên li navenda çandê me xwe digihand kêm kesan. Bi xwerêveberiyanv e em xwe digihînin gelek kesan û bi gel re xebatê dimeşînin" kir.
|
10:20 06/1/2016 |
|
Belgefîlma jiyana ji damezirinerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku yek ji şoreşgerên li Parîsê hate qetilkirin e vedibêje di 9'ê çileyê de li Amedê dê derkeve pêşberî temaşevanan. Ji produktorên belgefîlma ku ji navê pirtûka Cansiz a "Sara-Her Şerbû jiyana min" hatiye kişandin Elîf Engîl Şîmşek nirxandina "Sakîne destên xwe daye çi guherandiye" kir.
|
09:02 06/1/2016 |
|
Lîstika bi navê 'Deng' a endamên koma şanoyê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê ji bo balê bikşînin ser qirkirina çandî û civakî ya li Kurdistanê amade kirine, peyama 'bêdeng nemînin' dide temaşevanan. Lîstik bi çîroka lalbûna ciwanekî Kurd re, lalbûna welatekî nîşan dide.
|
12:38 05/1/2016 |
|
Galaya belgefîlma 'Sara-Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, li Parîsê hat kirin.
|