09:18 02/12/2015 |
|
Dengbêjên ku êş, evîn, şer û lehengiyên Kurdistanê diherikînin ser ziman û derbasî nifşên nû dikin, bi boneya xwedî li vê çandê nayê derketin û roj bi roj tê jibîrkirin, gelek bi lome ne. Dengbêjên balkişandin ser girîngiya vê çandê, anîn ziman ku ev mîras ji bo gelê kurd wekî xezîneyekê ye û xwestin xwedî li vê çandê bê derketin.
|
09:09 30/11/2015 |
|
"Sîbera Deng" a ku ji aliyê komek sînemagerên kurd ve ji bo ku muzîkjenên kurd xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi qalîte arşîv bikin hate damezirandin dê li Kurdistanê gund bi gund bigere û muzîka kurdî bi belge û arşîvan ve qeyd bike.
|
13:08 28/11/2015 |
|
Li Agiriyê Navenda Çandê ya Sema bernameya dîwana dengbêjan li dar xist û eleqeyeke mezin dît.
|
13:41 27/11/2015 |
|
Serlêdanên "6'emîn Pêşbirka Nivîsîna Listikên Kurdî ya Rehmî Hekarî" destpêkir. Ji bo serlêdanan dîroka dawî 25'ê Adara 2016'an e.
|
09:15 26/11/2015 |
|
Belgefîlma bi navê "Gulsosin" a ku ji hêla Caner Canerîk ve li ser çanda Dêrsimê hatiye kişandin derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Di belgefîlmê de pîrejina bi tena serê xwe dijî û debara xwe bi firotina şîrê çêleka ku destê wê jê nabire dike.
|
16:29 25/11/2015 |
|
Li Navenda Çanda Semayê ya Agiriyê atolyeya sînemayê bi beşdariya 20 kesan dest pê kir.
|
09:15 25/11/2015 |
|
Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 6'emîn Pêşbirka Tekstên Şanoyê yên Kurdî da destpêkirin. Tekstên ku bikevin pileyê dê ji hêla komên şoneyê ve bêne pêşandan. Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Fuat Ozdemir bang li girtî, şanoger û nivîserên şanoyê kir ku berhemên xwe ji wan re bişînin.
|
11:20 24/11/2015 |
|
3'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê îsal ji aliyê komîna şanoyê ve hate amadekirin. Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fuat Ozdemir diyar kir ku yek ji armancên meclîsa şanoyê ew e ku şanoyê bigihîne civakê, wan di mîhrîcanê de pêngava yekem avêtiye û wiha axivî "Me ji herçar parçeyên Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê şanoger anîn cem hev û bi hev re xebatek komîn da meşandin."
|
10:28 23/11/2015 |
|
Lêkolînerê şanoyê Xusro Sine, li ser peywendiya ol û hunerê û bi taybet jî li ser şanoya olî axivî û got ol ji bo bikaribin baweriya xwe belav bikin û bandora xwe ya civakî xurt bikin xwe bi hunerê dixemilînin.
|
09:06 23/11/2015 |
|
Nivîskar û rojnameger Ahmet Abakay ê pirtûka xwe ya dawî ya bi navê "Devr-î Sultan" a weke şanoyeke nivîsandiye û salên bi şer, qatlîam û diziyê yên li ser gelên Tirkiyeyê hatiye ferzkirin digire dest di beşa dawî de jî sucdaran di "dadgeha gel" de didarizîne. Abakay diyar kir ku ew li "şanoyeke wêrek" a çîroka ku li gerstêrka bi navê "Sultanistanê" derbas dibe bîne pêşberî temaşevanan digere.
|
22:50 22/11/2015 |
|
3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi nîşandana reqsa bi navê "Leyla" ku jiyana Leyla Bedirxan vedibêje ve bi dawî bû.
|
10:45 21/11/2015 |
|
Amûra muzîkê tar a ku li Rojhilatê Kurdistanê bûye çavkaniya îlhama helbestvanan, ji aliyê Konserutuvara Aram Tîgran ve ji ciwanên Bakurê Kurdistanê re tê hînkirin. Mamosteyê tarê Peyman Salhiyan ku ji bo jenîna tarê nîşan bide hatiye Amedê, bi van gotinan sedema hatina xwe vegot: "Em dixwazin dengên herçar parçeyên Kurdistanê bi zarokên kurd bidin nasîn."
|
09:29 21/11/2015 |
|
Tizbiyên li Rihayê ji kevirên Oltu, Lule û Kehribar çêdibin, buhayê wan ji 70 TL heta 20 hezar TL tên guhertin. Tizbiyên kevir û kehrîbar ên bi sebrek mezin û hunerek zirav tên çêkirin, ji bo nexweşiyên wekî guatr û sarayê gelek baş in.
|
09:46 20/11/2015 |
|
Navenda Çand û Hunerê ya Wêranşarê ku 11 sal in xebatên xwe didomîne niha jî bi gelek kursên hunerî re dest bi serdema nû dike.
|
11:18 19/11/2015 |
|
Li Amedê Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Fatîhê şeva dengbêjan lidarxist.
|
09:02 19/11/2015 |
|
Peykertraş Seywan Seîdiyan ê ji rojhilatê Kurdistanê, ev salekî ye li Amedê peykerên ji hesin çêdike. Seîdiyan diyar kir ku ew dixwaze ji tiştek nexweşik berhemeke narîn derbixe û wiha got: "Ez dixwazim hesin di destê min de nerm bibe."
|
09:00 19/11/2015 |
|
Derhêner Helkewt Îdrîs bi lîstika "Tabloyek ji mazotê" ji Duhoka rengîn tevlî 3'yemîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bû. Îdrîs diyar kir ku şoreşa kurd ne tenê bi hêza çekan bi hêza hunerî jî didome û derbarê têkiliya huner û rastiya civakê de jî wiha got: "Gelê kurd hem bi xwe re hem jî bi dijminê xwe re di nava şer de ye. Ev yek ji bo min paradoksek e. Lewma min pirsgirêka gelê kurd kir mijara şanoya xwe."
|
09:09 18/11/2015 |
|
Leşkerê bi navê Yakup Meşe ku girêdayî Tugaya Qeyseriyê di salên 1990'an de li Kurdistanê leşkerî kiriye, sûcên dewletê nivîsandin. Meşe, hemû înfaz û qetlîmanên dewletê yên li Kurdistanê di pirtûka bi navê, "Laşê Bêserî" vedibêje.
|
21:00 17/11/2015 |
|
Lîstikên ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di çarçoveya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê hatin nîşandan, ji şanohezan eleqeyek mezin dît.
|
09:05 17/11/2015 |
|
Hunermenda Kurd Ruşen Alkar bi albuma xwe ya yekem a bi navê "Sebr" hewl dide formên mûzîka Kurdî û Rojava bigihîne hevûdu. Alkar, meşa li ser riya mûzîkê wek têkoşîneke mezin dibîne û dibêje ewê jî bi evîn û sebreke mezin xebatên xwe berdewam bike.
|