09:01 17/11/2015 |
|
Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê kursên hunerî yên serdema nû da destpêkirin. Şagirtên ku di beşên cûda yên hunerî de perwerde dibin di heman demê de zimanê Kurdî jî fêr dibin.
|
22:26 16/11/2015 |
|
3. Festivala Şano ya Amedê, di roja duyemîn de bi semînera "Rêbazên Peywendiya Şano û Gel" û bi lîstikên "Tabloyek ji mazotê", "Pêşandana Pandomînê" û "Yên xwedê ji wan standî" berdewam kir.
|
09:05 16/11/2015 |
|
Pirtûka bi navê "Ji dîrokê heta niha di kurdan de dîplomasî" ya rojnameger û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut derket. Pirtûka ku bersivê dide pirsên wekî "Di kurdan de dîplomasî çi ye, çi nîne" ji bo kesên ku xebatên kurdan ên di warê dîpolomasiyê de mereq dikin berhemeke girîng e. Bulut ê ku li çar parçeyê Kurdistanê lêkolîn kir wiha got: "Di encamê de Konferansa Neteweyî ya Kurd" kom bibe. Dîplomasî pêdîvî ye. Tû pêdivî bi çi dibînî divê li dora wî kom bibî. Kurd jî dê bibin yek."
|
09:04 16/11/2015 |
|
Ekîba Reqsê ya Mezopotamya lîstika bi navê "Leyla Bedîrxan" a li ser jiyana Leyla Bedîrxan a weke reqsvana yekem a kurdan tê zanîn ve derdikeve pêşberî hunerhezan. Reqsa bi navê "Leyla Bedîrxan" sibehê tê pêşandan. Bedîrxan a ku bi reqsê re nasnameya xwe ya kurdîtî jî biribû ser dikê bi şexsiyeta xwe re dişibînin reqsvana amerîkî ya bi navê Îsadora Duncanê. Bedîrxan a ku di ji aliyê malbata xwe ve bi awayeke tune hate hesibandin û her tim hate astengkirin di têkoşîna jinan de jî semboleke girîng e.
|
10:25 14/11/2015 |
|
10. Festîvala Fîlm a Navneteweyî ya SîneMardîn a ku îsal di navbera 13-20'ê Mijdarê bi temaya "Mirov û sînema" tê lidarxistin, destpêkir.
|
09:40 14/11/2015 |
|
NÇM'a Dîlokê serdema xebatên xwe yên nû yên ji tembûr, gîtar, şano, erbane, keman, qoruya zarokan û şanê pêk tên da destpêkirin. Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Demîr diyar kir ku wan xebatên xwe li qada bejayî jî belav kirin û bang li hemû kesî kir ku xwedî li asîmîlasyonê derbikevin kir.
|
09:03 12/11/2015 |
|
3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê tevlî mîhrîcanê dibin.
|
10:38 11/11/2015 |
|
Li Wanê 2'emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarê bi tevlîbûna hezaran fîlmhezan dest pê kir. Mihrîcana Fîlm, bi belgefîlma Nûjîn a mijara berxwedana Kobanê û jinên li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, dest pê kir.
|
09:03 11/11/2015 |
|
Hîndekarê Siwîsrî Jordî Tejel li ser dîroka Kurdistana Rojava pirûkek nivîsand. Pirtûka ku ji desthilatdariya Fransayê bigire heta serhildana Qamişlo û Şoreşa Rojava dîroka nêz bi berfirehî girtiyê dest bi navê "Kurdên Suriyeyê: Dîrok, Siyaset û Civak" derket.
|
09:01 10/11/2015 |
|
Deqê ku bi dû, şîr û derzî li ser laşên jin û zilaman tê neqişkirin, ji bedewiyê heya koletiyê ji tirsê heya baweriyê dibe nîşaneya gelek tiştan. Yek ji jinên ku çanda bi hezaran salan di laşê xwe de digerîne Îslîm Denîz, li ser wateya deqên xwe wiha got: "Digotin jina ku deq di laşê wê de tunebe, wek jineke tazî ye. Ji ber wê, di temenên biçûk de dayikan li ser laşên zarokên xwe yên keç deq çêdikirin."
|
15:47 09/11/2015 |
|
2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamarayê îsal bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Komeleya Akadmeiya Sînemaya Rojhilata Navîn bi konsera Anadolu Quartet û belgefîlma Nû Jîn dê sibe dest pê bike. Di çarçoveya rojên fîlman de 11 fîlmên demdirêj, 11 belgefîlm û 10 fîlmên demkurt bên pêşandan.
|
14:56 09/11/2015 |
|
Beşa yekem a rêzefîlma bi Kurdî "Malîno" di dema weşana nû ya Ozgur Gun TV de sibe saet di 21.00'an de li ser ekranê ye.
|
10:12 09/11/2015 |
|
Çêkirina berikan a ku çanda bingehîn a Colemêrgê ye li aliyeke ji bo jinan dibe qada îstîhdamê li aliyê din jî rengên ku ji gihayên xwezayê hatine komkirin tên derxistin bi destên jinan ji nû ve ruh dibîne. Rengên ku ji sedan cureyên, pelên daran, fêkî û gihayên ku ji xwazeyê têne komkirin ruh didin berikên tên çêkirin.
|
09:02 09/11/2015 |
|
Konservatuara Aram Tîgran di bernameya perwerdehiya îsal de dersa mûzîkê dide zarokên temenê wan biçûk. Mamostayê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar diyar kir ku perwerdehiya di temenê biçûk de bingehek ji bo çanda kurdî ava dike û wiha got: "Ev perwerde li hemberî bişaftina zarokên kurdan bendeke bi hêze."
|
09:05 08/11/2015 |
|
Li Wanê akademiya ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê de hate vekirin ji bo pêşxistina çand û hunerê û parastinê ji bo gihandina namzetên perwerdekaran dewreyeke dê 3 salan bidome da destpêkirin. Kursiyerên ku hemû pêdiviyên wen hatni bicihanîn piştî ku mezûn bibin dê li saziyên çand û hunerê bên îstihdamkirin.
|
11:50 06/11/2015 |
|
Li Wanê 2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamareyê di 10-15'ê Mijdarê de dest pê dike. Rojên fîlman a ku bêhtir dê fîlmên berxwedanê bên pêşandan diyarî Yaşar Kemal hate kirin.
|
09:09 06/11/2015 |
|
Jiyana Vedat Balik ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bû belgefîlm. Derhênêrê belgefîlm a ku navê Vedat Balik ê ku wek apê xwe li heman kolanê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin dane, Şerîf Polat balkişand li ser qetlîamên dewletê û da zanîn ku dewlet dixwaze qetlîama normal bide nîşandin û nirxandina "Ji bo ev qetlîam nehên ji bîrkirin huner di dewrê de ye" kir.
|
09:21 05/11/2015 |
|
Navenda Çand û Hunera Bêrivan ya nêzî salek e di alî çand û huner de li Wanê xebetên xwe dimeşîne ji bo hunera Ûrartûyan bidin jiyîn dersên seramîk û peykerê dide.
|
14:58 04/11/2015 |
|
Li Navenda Çandê ya Semayê kursên serdema nû di 8 beşan de dest pê dike.
|
09:04 31/10/2015 |
|
Malpera "Kaniya Kurdan" a navê xwe ji Girê Kaniya Kurda ya Kobanê ku ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin digire di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dest bi weşanê dike. Dê di malperê de weşana stranên dengbêjiyê 24 saet bênavber were kirin.
|