09:04 04/1/2016 |
|
Ji bo çîrokên Kurdî ku bîr û mîrateya bi hezaran salan a çanda Kurd digihîne roja me xebateke giranbuha hate destpêkirin. Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê ji bo komkirina çîrokên Kurdî dest bi xebatan kir û heya niha 16 çîrok hatine tomarkirin û nivîsandin.
|
09:06 01/1/2016 |
|
Navenda Çanda Semayê ya Agiriyê, di demeke kurt de gihişt gelek welatiyan û li dijî metîngeriya pergalê ya li ser çandê têdikoşe. Mamosteyê navenda çandê Avşîn Aslan destnîşan kir ku ew ê bi rêveberiyên cewherî çand û hunera kurdan zêdetir bi pêş bixin û vegerînin ser cewhera xwe.
|
09:06 29/12/2015 |
|
Li Kurdistanê bi gurbûna şoreşa Bakûr, bi dehan hunermend û komên mûzîkê yên kurdan derketin holê. Van koman hem ji şoreşê moral girtin û hem jî bi stranên çêkirîn kedek mezin û hêz dan şoreşê. Ji van koman yek jî Koma Niştimanperwer e û strana komê ya bi navê 'Berxwedana Cizîrê' piştî salên 90'î niha bi berxwedana rêveberiyên cewherî cardin li ser zimanan e.
|
09:31 25/12/2015 |
|
Feyat Bozdogan ê ku motîfên dema Urartuyan li ser gerdanî û xişran dineqişînê diyar kir ku li kargehan bêyî ku kedê bidin xişran, bêyî ku wate bê dayîn tînin piyesayê û ev tişt got: "Ez bi keda desta xwe ve çêdikim û tiştê ku wateyê dide van berheman ayîdbûna vê herêmê ye modelên wan e."
|
09:11 25/12/2015 |
|
Koma Erbanê ya Ax û Av a Navenda Çandê ya MED'ê ku hemû endamên wê jin e, piştî xebata 3 salan qlîba "Şemlê' derxistin. Ji komê Axîn Tatli da zanîn ku li gel xebatên hunerî ew perwerdehiya erbanê jî didin û got ew hêza hunera xwe ji têkoşînê digirin.
|
09:10 23/12/2015 |
|
Welatiyê bi navê Yusuf Karademîr ê ku li Rihayê bi dezgehê seyar kasetan difiroşe dibêje ku tehma guhdarkirinê muzîkê ji kasêtan cûda ye û wiha got: "Di destên min de kasetên pir kevn hene. Kasetên dengbêjan, hunermendên herêmî hene lê kes eleqeyî nîşan nade."
|
11:02 22/12/2015 |
|
Kanala zarokan a bi Kurdî Zarok TV dê li ser înternetê jî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî weşanê bike.
|
09:29 22/12/2015 |
|
Dengbêj Cesim Şakî Kevêrî ku ji dayikbûnê çavên wî nabîne, bi kilamên ku di 15 saliya xwe de ji teyban guhdar kir û ji ber kir, di nav salên borî de bi xwe jî bû dengbêj. Kesera Kevêrî ya herî mezin jî ew e ku zarokê xwe yê ku par hate dinê nikare bibîne.
|
13:31 17/12/2015 |
|
6'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney a bi şîara "Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê" bi nîşandana belgefilm û kurte filmên berxwedana kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li hemberî dewletên serdest li ber xwe dide bi eleqeyek mezin didome.
|
19:52 15/12/2015 |
|
6'emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney ya bi şîara "Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê" li Sînemaya Yilmaz Guney dest pê kir. Hevşaredara Êlîhê Gulîstan Akel anî ziman ku ew mîhrîcana xwe diyarî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin û hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê dikin.
|
19:17 13/12/2015 |
|
Du seansên 7'emîn Festîvala Fîlman Ya Kîjan Mafên Mirovan ji ber êrîşên AKP'ê yên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê hatin betalkirin.
|
09:11 13/12/2015 |
|
Qesra Beylerbeyî ya 500 salî ya li Qersê ji ber xemsariya rayedaran hilweşiya. Ji bo qesra ku tenê diwarên wî mane tiştek nayê kirin û ji ber dibistane ku nîv metre durî wî hateye çêkirin jî êdî nayê dîtin.
|
15:47 11/12/2015 |
|
Pêşengeha wêneyan a Kobanê ku ji aliyê nûçegihanê wêneyan Mursel Çoban ve hat amadekirin li Zaningeha Enqereyê hat vekirin. Çoban di pêşengehê wiha got: "Min xwest bibim şahidê serdema xwe û tişta ku bûye sedem hevalên min çûn Kobanê bizanim."
|
10:04 09/12/2015 |
|
Qesra ku fermandanrê şerê Osmanî û Urisan ên eniya Kafkas Gazî Ahmet Muxtar Paşa lê dijî dema ku restoreya wê dihat kirin hilweşiya.
|
12:09 08/12/2015 |
|
7'emîn Mîhrîcana Fîlman a bi navê 'Kîjan mafê mirovan' ku ji aliyê Documentarîst ve tê lidarxistin dê di navbera 11-13'ê kanunê de li Amedê destpê bike û mîhrîcana îsal yadê Tahîr Elçî hate kirin.
|
10:42 07/12/2015 |
|
Belgesela bi navê 'Bark' ku Hacî Lokman Bîrlîk jî tê de rol girtibû di 7'emîn Mîhrîcana Kîjan Mafê Mirovan de hat pêşandan.
|
10:40 07/12/2015 |
|
Koma Dîna Etnîk ku tê wateya 'ferîşteya 70 zimanan fêr dike' sala 2013'an hatiye avakirin û bi gelek zimanên cûda stranên xwe ji bo jin û aştiyê distêre. Kom, perspektîfa xwe ya mûzîkê bi van gotinan anî ziman: "Him pirsgirêka jinê him jî pirsgirêka aştiyê ji bo me derd bû ji ber wê me xwest em stranên xwe bi gelek zimanan bêjin."
|
10:22 05/12/2015 |
|
Keşîşxaneya Surp Marînos Wanê ku zêdeyî 900 sal in li dijî hemû êrîş û talankirinê li ber xwe dide, hemû nirxên ol, çand û dîrokê diparêze. Keşîşxaneya Surp Marinosê her çend di envantera Wezareta Çandê de cih bigire jî, disa bêxwedî hatiye hiştin û terkî hilweşînê hatiye kirin. Têkildarî warên dirokî yên terkî hilweşînê hatine kirin, Keşîşê Dêra Wanê Vahit Yildiz, diyar kir ku ev dêrek dîrokî û çandî ye. Divê nebêjin tenê ya xirîstiyanan e. Ev nirxê gel e. Divê wekî nirxên vê axê bê parastin.
|
11:43 04/12/2015 |
|
Li Wanê 4'emîn Mîhrîcana Fîlman a Gola Wanê û Xelatên Înce Kefalî yên Sînemayê di 6'ê Kanûnê de destpê dike. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de gelek çalakî werin lidarxistin û ev bername hemû dê bê pere bin.
|
09:13 04/12/2015 |
|
Li Geverê bi avakirina pergala rêveberiya cewherî re li hemû tax û kolanan komûnên zimanê kurdî hatine avakirin. Perwerdehiya bi zimanê kurdî ku bi salan e ji ber polîtîkayên qirkirina çandî qedexe ye, li taxên azad bi awayekî azad tê dayîn.
|