11:04 18/10/2016 |
|
Li bakurê Serhedê berfa ku duh barî dem bi dem berdewam dike, li navenda Qersê 10 santim berf barî.
|
10:59 18/10/2016 |
|
Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanûr piştî wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, ligel tîmên taybet beşadarî civîna midûrên dibistanan bû.
|
10:44 18/10/2016 |
|
Li Bexdayê bi hezaran kes daketin kolanan û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ber bi sefîrxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
|
10:36 18/10/2016 |
|
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku heyeta Tirkiyeyê ji bo vekişandina hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê çend nêrîn pêşkêş kirin lê nêrîn û daxwazên wan di asta bersivdayîna daxwazên Iraqê de nebû.
|
10:25 18/10/2016 |
|
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê ragihand ku di roja yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de pêşmergeyan 9 gund li herêma Xazir ji çeteyan rizgar kirin.
|
10:21 18/10/2016 |
|
Li 14 gundên Amedê “qedexeya derketina kolanan” didome. Duh bi şev heta serê sibê tevgera helîkoptaran hebû û têkîliya bi gundan re hatiye qutkirin.
|
09:55 18/10/2016 |
|
Li Antalyayê çalakiya rûniştinê ya HDP'iyan bi hinceta OHAL'ê qedexe kir, HDP'iyan jî diyar kirin ku ligel hemû qedexeyan dê têbikoşin.
|
09:18 18/10/2016 |
|
Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî zozanên xwe neterikandin, rêwîtiya wan a vegerê dest pê kir.
|
09:18 18/10/2016 |
|
Li Geverê wargeha Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadolûyê ya Selahaddîn Eyyûbî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dagirkirin.
|
09:17 18/10/2016 |
|
Girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a 2’yan a Kandirayê dimînin, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re, ji bo 23 radyo û TV’yan kampanya dan destpêkirin. Her wiha dê girtî, ji bo 23 TV û radyoyên hatin girtin, di serî de RTUK dê name û faksan jî ji bo gelek saziyan bişînin.
|
09:16 18/10/2016 |
|
Jinên Şirnexê yên ku ev 7 meh e ji neçarî ji bajarê xwe derketine û jiyana xwe di konên li derdora Şirnexê de didomînin, li gel hemû şert û mercên zor û zehmet jî, peyama berxwedanê dan.
|
09:15 18/10/2016 |
|
Îsam Ceylan (36) ê ku bi firotina nanî debara zarokên xwe dikir, ji 29'ê hezîrana heta niha winda ye. Dayika Ceylan, Selîme Ceylan diyar kir ku ev 5 meh e ew tu agahiyê ji kurê xwe negirin û got, kurê wê di dest kî/ê de be bila wî berdin.
|
09:14 18/10/2016 |
|
Li Wanê piştî erdheja ku pêk hat, ji ber sozê ku AKP da û bi cih neanî ev 5 sala erdhejzede di konteyniran de dijîn û dixwazin pirsgirêka wan bê çareserkirin.
|
09:11 18/10/2016 |
|
Li Êlihê, Abdûlvahap Asma ê ku bi salan Mudurtiya Nivîsgehiya Taybet a waliyê Êlihê yê berê Salîh Şarmanî kir û di dema peywirdariya xwe de beşdarî înfazan dibû û ji bo vê yekîneyên taybet ava kiribû, niha wek qeyûm tayînî Alîgiriya Serokê Şaredariya Êlihê bû.
|
09:07 18/10/2016 |
|
Şervan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Antalyayê 3 meh in bi awayekî kêfî li hucreya yek kesî di bin tecrîdê de ye, ji bo dawî li van pêkaninên kêfî bê dest bi greva birçîbûnê kir.
|
09:06 18/10/2016 |
|
Li navçeya Seravê ya Wanê Cendirmeyan bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin
|
09:05 18/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, li Rojhilata Navîn û li Kurdîstanê gelê kurd û piştevanên wan, li cîhanê çeteyên DAIŞ'ê teşhîr kirin û got ku, armanca Tirkiyeyê ne Mûsil e, armanca wan î sereke li dijî destkeftiyên kurda ye.
|
09:03 18/10/2016 |
|
Nûnerên komeleyên elewî û ermenan ên ku li dijî pêkûtiyên arasteyî çapemeniya kurd û muxalif bertek nîşan dan wiha got: “Bi girtina TV û radyoyayan, dixwazin di civakê de dengê derdor û baweriyên cihê bitepisînin.”
|
09:02 18/10/2016 |
|
Li Şirnexê welatiyên ku li dijî êrîşên qirkirinê yê hêzên dewletê malên xwe neterikandin ligel ku tîmên taybet bi zanebûn boruyên avê teqandin jî 3 mehan bêav li ber xwe dan.
|
09:01 18/10/2016 |
|
Serokê Koma Partiya Keskan a Swîsreyê Baltthasar Glattli tespîtên girîng kir. Glattlî nirxandina "Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze tiştên li Cizîrê qewimî veşêre û bi awayekî stratejîk kundan ji qadên jiyanê qut dike û dide koçberkirin" kir.
|