09:15 19/10/2016 |
|
Li Wanê piştî OHAL’ê, bi operasyonên binçavkirin û girtinan re kapasîteya girtinan hema bêje bûye 2 qat.
|
09:13 19/10/2016 |
|
Li Wanê piştî erdhejê 40 zarokên tevî malbatên xwe li konteyniran dijîn, ji aliyekî hem bi nexweşînan û ji aliyekî ve jî bi hejariyê re rû bi rû mane.
|
09:11 19/10/2016 |
|
Li gor nivîskar-dîroknas Erdogan Aydin, polîtîkaya mezhebiî ya ku Tirkiye di ser Mûsilê re dimeşîne, dê ji bilî xwînkirina birînên ku 1400 sal dîroka îslamê daye der bi kêrî tu tiştekî neyê.
|
09:10 19/10/2016 |
|
Seroka Beşa Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Amerîkanê Dr. Arzû Yilmaz operasyona Mûsilê û geşedanên ku dê piştî operasyonê xwe bidin der nirxandin û wiha got: “Êdî tu aktoreke navnetewî, herêmî hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê naxwaze û tu zemîneke meşrûiyetî ya vê hebûnê jî tune ye.”
|
09:09 19/10/2016 |
|
Rojvanê 5 mehî, Berîtana 2 salî, Diyar û Rojê 9 mehî, bi mehan in tevî dayikên xwe girtî ne. Şermanê 18 mehî û Agîtê 5 salî jî, bi mehan in ji dayika xwe dûr in.
|
09:07 19/10/2016 |
|
Li Rihayê di nav ciwanan de bikaranîna tiryakê zêde dibe. Welatiyên Rihayê diyar dikin ku, ji bo ciwan daxilî polîtîkayê nebin, dewlet deriyê bikaranîna tirkyakê li ber wan vedike. Her wiha welatî diyar dikin ku li taxê ewlekarê dibistanekê tiryakê difiroşe ciwan û xwendekaran.
|
09:06 19/10/2016 |
|
Li navçeya Şemzînanê piştî çalakiya bombeyî ya li dijî Qereqola Dûrê gelek leşkeran jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatiyên ku ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin rastî îşkenceyek giran hatin. Li gel vê çapemeniya hewzê jî, îşkenceyên di raporên nexweşxaneyê de cih girtin û hêj şopa wan diyar in jî, bi weşana dixwaze rewa bike.
|
09:04 19/10/2016 |
|
Şaredariya Rihayê ya AKP'î bi hinceta "Qada Sît e" xizmeta rê li taxa Hacî Bayram a Eyûbiyeyê çênake. Welatiyan bi pala çiyê ve hildikişin. Ji ber rêyên xerabe xelatî di çûn û ha tinê de gelek zor û zahmetiyan dijîn.
|
09:02 19/10/2016 |
|
Akademisyen Doç. Dr. Murat Ozverî, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li hemberi prsgirêka kurd û kesên têkildar û wiha got: "Li Tirkiye ji destpêkê heta niha yên destê xwe didin pirsgirêka kurd ji aliyê dewletê ve lêdanê dixwin û hesapê vê yekê didin."
|
09:01 19/10/2016 |
|
Welatiyê astengdar Abdulah Ozcan ê bi lingekî li dijî dewletê têdikoşe û esnafiyê dike, penîrê ji zozanên Kurdistanê kom dike li sûka Cizîrê difiroşe. Ozcan diyar kir ku ew dibe bi lingekî be lê ew tu caran dest ji berxwedana jiyanî bernade.
|
09:00 19/10/2016 |
|
Parêzer Tugay Bek diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn û wiha got: "Li girtîgehê rageşiya ku li girtîgehê kaosê zêdetir bike ji aliiyê îdareyê ve tê zêdekirin û em vê dibînin, dibin şahid."
|
23:02 18/10/2016 |
|
Li Wanê bi şideta 4.2’yan erdhejeke ku binkeya wê yî anvendî navçeya Rêya Armûşê ye pêk hat. Erdheja ku saet di 22.22’an de pêk hat, ji navçeyên hawirdorê jî hat hîskirin.
|
19:13 18/10/2016 |
|
Cenazeyê pêşmergehê di operasyona Musulê de jiyana xwe ji dest dayî Servet Adoşka (Berxwedan) ji aliye malbatê ve hat wergirtin.
|
18:49 18/10/2016 |
|
Li navçeya Erdîşê ji 3 kesên hatin binçavkirin jê kesek hat girtin.
|
18:49 18/10/2016 |
|
Li navçeya Nisêbînê li pişt têlan teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 kesên jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
|
18:22 18/10/2016 |
|
Li Cizîrê 4 xebatkarên şaredariye ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.
|
16:44 18/10/2016 |
|
Hêjmara kesên hatin binçavkirin û li nezaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Ametê tên girtin 250 derbas kir. Ji ber ku êdî cih li nezaretxaneyan neba, kesên tên binçavkirin wan dibin salona sporê.
|
16:31 18/10/2016 |
|
Li Geverê zerokê bi navê Hakan Ayvalik ê 10 salî yê ji ber teqîna madeyekî li ereziyê ditibûn birîndar bû li beşa lênêrîna giran hat derxistin.
|
16:22 18/10/2016 |
|
Walîtiya Dîlokê heta 31'ê Cotmehê hemû çalakî û daxuyaniyên saziyên civakî û demokratîk qedexe kir. Li Dêrsimê jî Xwendekarên Zanîngeha Munzurê yên stant vekirin bi hinceta OHAL'ê rastî astengiyên polîsên tîmên taybet hatin. Lê xwendekaran bertek nîşan dan û stantên xwe vekirin.
|
15:42 18/10/2016 |
|
Xebatkara Weşanxaneya Aramê Emîne Zozan Ozkeskîn ku di fuara pirtûkan de bi hinceta afîşên Sakine Cansiz û Gurbetelli Ersoz daliqandiye heta 5 salan ceza jê re dihat xwestin beraet kir.
|