DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

16:26 19/10/2016
 
Cenazeyê Koktay ê HPG'î hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mucahît Koktay ê li Licê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hat definkirin.
16:12 19/10/2016
 
Gelek leşker sewqî herêma operasyonê kirin
Li Şemzînanê bi helîkopteran gelek leşker sewqî herêma Garê ya operasyona leşkerî hatibû destpêkirin kirin.
16:03 19/10/2016
 
Derbarê dosyayay siyastmedaran de biyara veşartî hat dayîn
Derbarê dosyaya 37 siyasetmedarên ku ji 12'ê Cotmehê ve di bin çavan de ne biyara veşatî hat dayîn.
15:48 19/10/2016
 
Li Erxaniyê 2 qeyûman îstifa kir
Ji 3 qeyûmên ku li Erxaniyê li şûna ednamên meclîsa DBP'ê hatibûn tayînkirin 2 qeyûman îstifa kir.
15:40 19/10/2016
 
Li Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Colemêrgê de 2 kes hatin binçavkirin.
15:26 19/10/2016
 
Demîrtaş: Tirkiye amadekariya operasyonên dersînor dike
Hevserokê Giştî yê HDP Selahattin Demirtaş, têkildarî operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş, xwest bi lezgîn siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Demîrtaş, der barê hewldana Tirkiye ya Mûsilê de jî anî ziman ku Tirkiye Mûsilê dike hincet û amadekariyên operasyona dersînor dike.
15:25 19/10/2016
 
Dayîkên aştiyê banga 'neyê lîstikên Erdogan' li Barzanî kirin
Dayikên Aştiyê yên li ber Qesra Dolmabahçeyê cara 51'emîn hatin cem hev bertek nîşanî daxwaza Tirkiyeyê ya tevlîbûna operasyona Mûsilê dan û wiha gotin: "Em bang li Mesûd Barzanî dikin bila neyê lîstika Erdogan û li ser kurdan tê meşandin."
15:05 19/10/2016
 
Li Şemzînanê 7 kes hatin berdan
Li navçeya Şemzînanê 7 welatiyên di serdegirtina malan de bi lêdanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
15:02 19/10/2016
 
Ji bo hevdîtina jinan bang
Ji bo hevdîtina jinan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a li Agiriyê belavok hatin belavkirin.
14:54 19/10/2016
 
Li Qersê 10 kes hatin girtin
Li navçeyên Qamuşan û Selîmê yên Qersê 15 kes hatibûn binçavkirin, ji wan kesan 10 jê hatin girtin.
14:54 19/10/2016
 
Cerdevan li Licê êrîşî welatiyan kir
Li navçeya Licê piştî li dijî cerdevanan êrîş pêk hat, niha jî cerdevan êrîşî welatiyan dikin. Cerdevanan êrîşî xebatkarên DEDAŞ’ê û keyayê gundê Sernisê kirin û operasyona leşkerî li herêmê didome.
14:27 19/10/2016
 
Tirkiye gundên hatine rizgarkirin topbaran dike
Li herêma Şehbayê di navbera Hêzên şoreşger û çeteyên DAIŞ'ê de şer didome, li aliyê din artêşa tirk gundên ku hatine rizgarkirin topbaran dike.
13:26 19/10/2016
 
Nazlier ê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
Ciwanê bi navê Hakan Nazlier ê ku li Licê bedena xwe da ber agir û xwe şewitand piştî dermankirina 5 rojan jiyana xwe ji dest da.
13:23 19/10/2016
 
Li Kurdistanê di 9 mehan de 40 hezar û 573 binpêkirinên mafan!
Komeleya Mafên Mİrovan a Amedê (ÎHD) rapora binpêkirinên mafan a 9 mehên dawî aşkera kir, di raporê de hat ragihandin ku li Kurdistanê 40 hezar û 573 binpêkirinên mafan qewimiyê.
12:52 19/10/2016
 
Li Tendurekê pevçûn dijwar dibe
Di çarçoveya operasyona leşkerî ya ku ev du hefteye li Çiyayê Tendurekê hatiye destpêkirin de pevçûn dijwar dibin.
12:49 19/10/2016
 
Çalakiya li dijî AKP-Eutelsatê didome
Li Munchenê, çalakiya ji bo şermezarkirina Eutelsatê dest pê kir, dewam dike. Kurdistanî li binê konê hat vedan, nobetê digirin.
12:45 19/10/2016
 
ÎHD: Hikûmet yekperestiyê diparêz e
Komeleya Mafê Mirovan bîlançoya 3 mehan a Rewşa Awarte bi daxûyaniyek nivîskî aşkera kir.
12:45 19/10/2016
 
Bendava Şehbayê û 5 gund hatin rizgarkirin
Komên şoreşger 5 gund û bendava Şehba ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar kirin.
12:40 19/10/2016
 
Li herêma Omerya şewet derket
Li herêma Omerya ya Nisêbînê şeweta ku duh derketî her ku diçe belevî herêmê dibe.
12:39 19/10/2016
 
Daxwaza 'Bila doza 5'ê Hezîranê neqlî Amedê bê kirin'
Di doza êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de parêzeran xwestin doz careke din neqlî Amedê bêkirin. Dîsa di dozê de derket holê ku parêzerê mexdûr di heman demê de ji aliyê CMUK'ê ve ji bo bersûc hatiye tayînkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN