09:20 20/10/2016 |
|
Dewleta Tirk li ser sînorê Bakur û Başûr ji aliyekî ve lez da sewqiyata leşkerî ji aliyê din ve dest bi çêkirina çeperan kir.
|
09:19 20/10/2016 |
|
Serokê Şaxa SES’ê ya Wanê Cengîz Paycû diyar kir ku, bi KHK’yê ku di çarçoveya OHAL’ê de hatin derxistin li Wanê zêdeyî 40 kedkarên tenduristiyê ji peywirê hatien dûrxistin û wiha got: “Divê dev ji nêçira pîrhevokiyê bê berdan.”
|
09:19 20/10/2016 |
|
Li Wanê, li Kuçeya Çaliyê ya li Bûlvara 2’yê Nîsanê ku di xebatên kolînê de li vê kuçeyê rastî hestiyên mirovan hatibû, niha heman erdî veguherandine otoparkê.
|
09:18 20/10/2016 |
|
Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan li dijî plana binesazî ya ku ji aliyê Muduryeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şirnexê bertek nîşan da û got: ''Plan bi awayekî korsanwarî hatiye amadekirin û pêwîst e welatî heta 28'ê cotmehê serlêdana xwe ya redkirinê bikin."
|
09:17 20/10/2016 |
|
Şaredariya Haliliyeyê ya AKP'yî Taxa Devteşt bê rê, bê park, bê av û her wiha di nav çopê de hiştiye. Niştecihên taxê li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku, wan bi dehan carî li şaredariyê geriyaye, lê heta niha şaredarî tu tişt jî nekiriye.
|
09:16 20/10/2016 |
|
Li Îzmîrê, Gerînendeyê Lîseya Pîşeyî ya Konak Çinarliyê destûra têketina dibsitanê ya Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Îzmîrê Bahrî Akan nedabû û li ser vê wî îxbarî polîsan kiribû. Derket holê ku gerînendeyê vê dibistanê, mamosteyên bi îdiaya endamê “FETO/PDY”yê hatibûn binçavkirin û ji peywirê hatibûn dûrxistin, li dibistanê pêşwazî dike û wan dihewîne.
|
09:15 20/10/2016 |
|
Yildiz Onkol, dayika gerîllaya YJA-Starê Azîze Onkol, dest nîşan kir ku keça wê hemû pergal red kiriye û bi evîndariya PKK’ê tevlî nava refên gerîlayan bûye. Bavê Onkol, Ekrem Onkol jî diyar kir ku keça wî pir jêhatî bû û him ji hesp û çiyan hezdikir û hem jî siwariyeke jêhatî bûye.
|
09:14 20/10/2016 |
|
Hezên dewletê li Wêranşarê zagonên OHAL'ê jî bin pê kirin û kesê bi navê Şêxo Mamo ku li Weranşarê hat binçavkirin ev 8 roj e bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk neanîye. Parêzerê Mamo Hasan Kiliç diyar kir ku, ew ji jiyana Mamo bi şik û guman in.
|
09:13 20/10/2016 |
|
Qûîntîn Olîver ê ku di 10’ê nîsana 1998’an de bi Peymana Belsaftê di navbera Îrlanda û Qiraliyeta Yekbûyî û di hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Kolombiya û FARC’ê de şêwirmendiya referandûmê kir dest nîşan kir ku, ceribandinên aşitiyê li gor welatan diguherin û wiha got: “Lê ev jî heye aşitî, ne bi serdestiya leşkerî ya hêlekê, bi hevdîtinan pêk tê.”
|
09:10 20/10/2016 |
|
Endamê Şureya KÎD'ê Mele Ekrem Baran, diyar kir ku hin kes di bin navê îslamê de serî li pergala Serokdewletiyê didin û zorî li mirovan dikin ku serî ji wan re bitewîne. Baran, destnîşan kir ku kesên xwe dixin şûna Xelîfeyan edaleta îslamê binpê dikin.
|
09:10 20/10/2016 |
|
Welatiyên êzidî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Amedê bûn vê zivistanê jî dê di nava zor û zehmetiyan de di konan de demsala zivistanê derbas bikin.
|
09:07 20/10/2016 |
|
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a dibêje 'divê hemû Zarok û xwendekar di dibistanan de 10 kitayên Sirûda Îstiklalê ji ber bikin' da û wiha got: "Ên qala girîngiya ziman dikin divê di serî de dev ji yekperewstiyê berdin û pirengiya civakê ber çav re derbas bikin."
|
09:05 20/10/2016 |
|
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û ji sala 2011'an ve 552 serlêdanên hevdîtinê yên parêzaran û 114 ên malbatê hatin redkirin. Ji 666 serlêdanên hatine redkirin 92 serlêdan piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hatin kirin.
|
09:04 20/10/2016 |
|
Parlamenterê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan ji bo hevdîtina Tevgera Ji bo Demorasiyê Yekitî ya di 23'yê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Şîşliyê pêk bê banga tevlîbûnê kir û got: "Em ê bi vê hevdîtinê bibin hêvî û hêzek nû."
|
08:36 20/10/2016 |
|
Artêşa Tirk gundên Dêr Belût, Hemam û Meydan Ekbis ên Kantona Efrînê topbaran dike.
|
08:16 20/10/2016 |
|
Polîsan bi tevlîbûna helîkopteran bi ser taza Gazî û gelek taxên din ên Stenbolê de girtin.
|
19:29 19/10/2016 |
|
Ji 14 kesên ku piranî zarok in û ev 16 roj e di bin çavan dene, 10 jê bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. 3 kes jî bi hinceta “endamê rêxistinê û çalaki li dar xistinê” hatin girtin.
|
17:31 19/10/2016 |
|
Polîsan bi ser avahiya DBP’a Wanê de girt.
|
17:05 19/10/2016 |
|
Piştî keyayê taxa Latîfiye Mehmet Şefîk Dogu li şûna endamê meclîsê tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin hatibû kuştin. Êrîşa li hemberî Dogu YPS'ê girt ser xwe.
|
16:41 19/10/2016 |
|
Li Kerkûkê ji bo leşkerên Tirkiyeyê ji başûrê Kurdistanê bê derxistin desteyek hat avakirin.
|