DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

14:10 20/10/2016
 
Ji bo Şehbayê meşiyan
Welatiyên Dirbasiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Şehbayê û gundên Efrînê meşiyan.
13:32 20/10/2016
 
Ji ber îxbarê 14 rojin di bin çavan de ye
15 kesên ku di nava wan de Rêvebira KJA'yê Zeynep Altinkaynak jî heye ji ber îxbarên derew ên maîlê ev 14 rojin di bin çavan de ne.
13:24 20/10/2016
 
Bejahiya Tetwanê tê bombebarankirin
Bejahiya gundên Armelan û Kurtikan ên Tetwanê bi obus û çekên giran tê bombebarankirin.
13:24 20/10/2016
 
Cerdevan li Licê gefê li welatiyan dixwin
Li navçeya Licê duh piştî li dijî cerdevanan êrîşa çekdarî pêk hat şûn ve pêkanînên cerdevanan li heremê didome û cerdevana li navenda Licê jî gef li welatiyan xwar.
12:58 20/10/2016
 
Çete êrîş dikin, balafirên Tirk wan diparêzin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gundên herêmên Şehbayê didomin. Balafirên şer û yên keşfê yên Tirkiyê jî li ser wan herêman digerin û rewşê dişopînin.
12:41 20/10/2016
 
Doza Sûrê ya xwerêveberiyê hat dîtin
Doza Hevşaredarên Sûrê û siyasetmedarên kurd ên ku piştî îlankirina xwerêveberiyê der barê wan de hat vekirin hat dîtin, daxwaza rakirina şerta kontrola edlî hat redkirin.
12:34 20/10/2016
 
Girtekên polîsan derewên Walîtiya Mûşê deşîfre kir
Walîtiya Mûşê diyar kiribû ku di serdegirtina avahiyên HDP û DBP'ê de pirtûkên Fetullah Gulen hatine dîtin. Di girtekên midîriyeta polîsan de jî derket holê ku tiştekî wisa tune û daxuyaniya walîtiyê derew e.
12:29 20/10/2016
 
Alîkariya ku girityan şandibû gihişt welatiyan
Alîkariya ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji bo gelê Geverê komkiribûn gihişt welatiyan.
12:19 20/10/2016
 
Der barê Nuceyfî de biryara binçavkirinê
Ji ber peywendiyên bi hêzên tirk re biryara binçavkirina Fermandarê Heşd Nîştimanî û Waliyê berê yê Mûsilê Nuceyfî derket.
11:34 20/10/2016
 
Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiye li ber xwe didin
Çalakvanên li ser sînorê gundê Sorka yê bi Bakûrê Kurdistanê re li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe didin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya dijberî dagirkeran berdewam bikin.
11:26 20/10/2016
 
Li Çewligê 2 kes hatin binçavkirin
Li Çewligê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
11:22 20/10/2016
 
Dijberiya şer jî bûye sûc!
Wezareta Tenduristiyê gotinên Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Selçuk Erez ên "Dijberbûna şer, şeran berpirsyariya mirovî ye" hincet nîşan da û ji bo ku ji pewyira Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban û Dîwana Heysiyetê bê girtin doz vekir.
11:20 20/10/2016
 
Polîsan bi ser konên şirnexiyan de girtin
Di seetên serê sibê de polîsan bi ser konên şirnexiyan de girtin û 5 kes binçavan kirin.
11:13 20/10/2016
 
Xebatkarên nexweşxaneyê ji xwarinê jahrînî bûn
50 xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê, ji ber xwarinê jahrînî bûn.
10:58 20/10/2016
 
Yek jê serpêl 2 leşker li Çelê hatin kuştin
Li navçeya Çelê yek jê serpêl 2 leşker hatin kuştin.
10:10 20/10/2016
 
'Hişmendiya şewitandina Licê û Cizîrê heman in'
Di ser komkujiya Licê re 23 sal derbas bûn. Lê hêj şahidên vê demê di bin bandora komkujiyê de ne. Şahidên komkujiyê dan zanîn ku hişmendiya dewletê ya li hemberî gelê kurd hêj neguheriye û yên ku Licê şewitandîn îro li Cizîrê mirov bi zindî şewitandin.
09:52 20/10/2016
 
Gelo ji bo endamên DAÎŞ'ê yê bombeyî ne axivin kuştin?
Wekîlê HDP'ê Mahmut Togrul, diyar kir ku 3 endamên DAÎŞ'ê yên êrîşên li Tirkiye plan dikirin ji bo neaxivin û planan deşîfre nekin ji holê hatin rakirin.
09:36 20/10/2016
 
Li Enqere û Boluyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
Di serdegirtina malên endamên HDP, ADAD û sendîkayan ên Enqereyê de gelek kes hatin binçavkirin. Li Boluyê jî Hevserokê HDP'a Bajar Ozgur Gunaydin hat binçavkirin.
09:23 20/10/2016
 
Pêkutiyên sirgûnê li ser girtiyên Şirnexê didomîn
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi êrîşên li ser bajêr ve girêdayî polîtîqayên dewletê yên mişextkirin û tundiya li ser girtiyan her diçe zêde dibe. Rêveberiya girtîgehê vê carê jî 11 girtiyên li hember van polîtîqayan ketibûn girevê birçîbûnê mişextî Trabzonê kirin.
09:23 20/10/2016
 
Li Cizîrê bijîşkê bi navê Serdar Kunî hat girtin
Li Cizîrê bijîşkê bi navê Serdar Kunî ku li Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê dixebitî hat girtin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN