07:53 21/10/2016 |
|
Çeteyên DAIŞ'ê saet li derdora 03:00’an de, bi awayekî hemwext ji 3 milan ve êrîşî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kirin. Şerê ku piştî êrîşê dest pê kir, hêjî didome.
|
19:38 20/10/2016 |
|
Li Nisêbînê li Taxa Koçeran a ku qedexeya derketina derve lê didome, 2 cenaze hatin dîtin.
|
17:23 20/10/2016 |
|
Cenazeyê endamên HPG'ê Serhat Orak û Leyla Nas ên di pevçûna li gundê Oranis ê Tetwanê de jiyana xwe ji dest dan hat teşhîskirin.
|
17:18 20/10/2016 |
|
Hêzên dewletê yên ku konên şirnexiyan dorpêç kirin ji bo kon bê rakirin hefteyek dem da wan.
|
17:16 20/10/2016 |
|
Artêşa tirk gundê Keştear ê girêdayî Kantona Efrîn, topbaran dike.
|
16:50 20/10/2016 |
|
Doza derbarê 32 kesên ji bo operasyona leşkerî rawestînin wekî "mertalên zindî" çûbûn Liceyê û derbarê wan de 2 dozên cuda hatibû vekirin hat taloqkirin.
|
16:36 20/10/2016 |
|
Heyeta Parlamentoya Ewropayê ya ji bo hin hevdîtinan hatibû Amedê xwest bi walîtiyê re hevdîtinê pêk bîne lê Walîtiya Amedê daxwaza heyetê qebûl nekir.
|
16:33 20/10/2016 |
|
Di serdegirtina malan a taxa Uluyol a Bazîda Agiriyê de 2 kesan jiyana xwe ji edest da.
|
16:29 20/10/2016 |
|
Li Wanê Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn û Hevserokê DBP'ê yê Rêya Armûşê Mehmet Batum ên bi hinceta beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê bûne hatibûn girtin hatin berdan.
|
16:23 20/10/2016 |
|
Di serdegirtinên malan ên Mêrsînê de 7 kes hatin binçavkirin.
|
16:17 20/10/2016 |
|
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek a ji ber axaftinekî wî li Êlihê bi îdaya "Heqaret li Serokomar kiriye" hatibû vekirin daloqî meha çileya 2017'an hat kirin.
|
15:49 20/10/2016 |
|
Li Şirnex a ku 222 roj in qedexe berdewam dike, walîtiyê daxuyanî, civîn, vekirina standan, kampanyaya îmzeyan, belavok belavkirin, pankart daliqandin, kon vedan û çalakiyên rûniştinê qedexe kir.
|
15:11 20/10/2016 |
|
Heyeta ewropî ya ku dê li Amed û Mêrdînê hin hevdîtinên girîng li gel saziyên kurdan û mafê mirovan bike hat Amedê. Parlementera Îngiliz Julie Ward a ku di nav heyetê de bû li Stenbolê hat binçavkirin û pişt re serbest hat berdan. Heyeta 7 jê parlementer ku ji 15 kesan pêk tê li Amedê di bin dorpêça polîsan de dest bi serdanan kir.
|
14:50 20/10/2016 |
|
Ji 3 qeyûmên ku li şûna endamên Meclîsa Şaredariya Erxeniyê wekî qeyûm hatibûn tayînkirin yê dawî jî îstifa kir.
|
14:43 20/10/2016 |
|
Alîkariyê Waliyê Wanê Onder Can ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin alîkariya zad a ji bo malbatên xizan rawestand.
|
14:28 20/10/2016 |
|
Di serdegirtinên malan de heta niha herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.
|
14:20 20/10/2016 |
|
Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed der barê êrîşên li sînor û Helebê de diyar kir ku Tirkiye, DAIŞ û AAS bi bihevre êrîş dikin, ew ê li hemberî êrîşan xwe biparêzin û hişyar kir ku ger hêzên koalîsyonê van êrîşan nerawestîne ew ê êrîşan wek êrîşa hêzên koalîsyonê binirxînin û bihesibînin.
|
14:19 20/10/2016 |
|
Li herêmên Doskî û Oremarê bi beşdariya gelek leşkeran operasyona leşkerî hat destpêkirin.
|
14:17 20/10/2016 |
|
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku armanca operasyona Mûsilê rizgarkirina welatiyên bajare û hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve bi pêşde diçin.
|
14:12 20/10/2016 |
|
Welatiyê bi navê Ahmet Kaya di çarçoveya operasyona li Enqereyê de li Antalyayê hat binçavkirin.
|