12:39 19/10/2016 |
|
37 siyasetmedarên di operasyonên li hemberî HDP û DBP'ê de hatibûn binçavkirin, piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn dê derxînin pêşberî Dozderiya Komarê ya Wanê.
|
12:30 19/10/2016 |
|
Îdîanameya Edîtora JINHA Zehra Dogan ku ji ber nûçe li Nisêbînê şopandibû û dema ji Nisêbînê derket hat girtin hat amadekirin. Îdîanameya hat amadekirin ji aliyê heyeta dadgehê ve hat qebûlkirin. Dogan di 9'ê Kanûnê de derdikeve pêşberî dadgehê.
|
11:50 19/10/2016 |
|
Cenazeyê endamê YPS'ê Reşît Budak li Cizîrê hat definkirin.
|
11:30 19/10/2016 |
|
13 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê birin saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
|
11:30 19/10/2016 |
|
Li Amedê piştî êrîşê cerdevan ketin gundan û welatiyek derp kir. Hêjmara cerdevanên mirine derket 2 yan.
|
11:29 19/10/2016 |
|
Alîkarê Walî Onder Can ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin vê carê jî çav berda keda kedkarên şaredariyê.
|
10:56 19/10/2016 |
|
Di roja 3'yemîn a operasyona Mûsilê de li gundên Kanî Heramî û Kanî Ebbas ên bajarokê Hemdaniye yê li başûrrojavayê Mûsilê giran bûye.
|
10:55 19/10/2016 |
|
Di serdegirtinên malan ên Antalyayê de 3 kes hatin binçavkirin.
|
10:48 19/10/2016 |
|
Hevgerînendeyê berê yê Weşanê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol carekdin îfade da.
|
10:35 19/10/2016 |
|
Li ser riya bejahiya Licê û Pasûrê li dijî cerdevanên ji operasyonê vedigeriyan çalakî pêk hat cerdevanek mir û gelek cerdevan jî birîndar bûn.
|
10:23 19/10/2016 |
|
Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê F.K. ku ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan naskirin ve hat revandin, ji aliyê welatiyan ve hat xelaskirin. F.K., serî li Şaxa ÎHD'ê da û alîkarî xwest.
|
10:19 19/10/2016 |
|
Cenazeyê pêşmergeyê qoserî yê bi navê Servet Abîşka (Berxwedan) serê sibehê li Qoserê hat definkirin.
|
10:13 19/10/2016 |
|
Endamê YPS’ê Xeyetulah Alkan ê di berxwedana xwerêveberiya Geverê de jiyana xwe ji dest dabû li Hênê hat definkirin.
|
10:05 19/10/2016 |
|
Di operasyona Mûsilê de hate hînbûn ku çeteyên DAIŞ'ê sivîlan wekî mertal bi kar tînin.
|
09:38 19/10/2016 |
|
Li 14 gundên Amedê qedexeya du roj berê hatibû îlankirin bi dawî bû.
|
09:21 19/10/2016 |
|
Erol Çay ê ku li standa kampanyaya îmzeyan a ku YPGS'ê ji bo aştiyê daye destpêkirin disekine diyar kir ku ew ligel hemû astengiyan jî dixwazin bihistyariya ji bo aştiyê pêş bixin.
|
09:20 19/10/2016 |
|
Li dijî qereqola Çîçeklî ya Dersimê êrîşa çekdarî hat lidarxistin.
|
09:19 19/10/2016 |
|
Parêzer Nuşîn Uysal Ekîncî ku wekî jin tenê karî beşdarî civîna giştî ya Lijneya Rêvebir a Baroya Amedê bibe diyar kir ku ji 7 jinên namzet tenê yek hatiye hilbijartin û wiha got: "Dema tu li bingeha baroyê dinêrî tu dikarî pirsgirêka jinan bibînî."
|
09:18 19/10/2016 |
|
Li Enqereyê kesê bi navê Ahmet B. yê tê gotin endamê DAEŞ'ê ye û ji Amedê ye di operasyonê de hat kuştin. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku bombekarê zindî bû.
|
09:16 19/10/2016 |
|
Penbe Ekîn a 55 salî ya li mala xwe hat binçavkirin û 27 rojan di hucreyê de di bin çavan de ma û hat girtin, bi endamtiya rêxistinbûyîna YDG-H’ê û beşdarbûyîna çalakiyên wan hat tawanbarkirin.
|