DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

15:31 18/10/2016
 
2 hezar welatiyên Mûsilê koçî Rojava bûn
Bi hezaran welatiyên Iraqê yên li herêmên nêzî Mûsilê ji ber şerê di navbera Hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê koçî Rojava û Bakûrê Sûriyê dibin. Nêzî 2 hezar koçberên Mûsilê li bendê ne derbasî Rojava bibin.
15:31 18/10/2016
 
Polîsan bi ser HDP û DBP'ê de girtin
Polîsan li Colemêrgê bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girtin.
15:31 18/10/2016
 
DAIŞ’ê 7 gund teslîmî çeteyên Tirkiye piştgiriyê dide kir
Çeteyên DAIŞ`ê 7 gundên din ên herêma Şehbayê radestî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide kirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji wan gundan derketin berê xwe dan eniyên şer li dijî hêzên şoreşger a li gundên Um Hoş û Um Qura.
14:33 18/10/2016
 
Bi hezaran welatiyên Mûsilê berê xwe dan Rojava
Bi hezaran welatiyên Iraqê yên li herêmên nêzî Mûsilê ji ber şerê di navbera Hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê koçî Rojava û bakûrê Sûriyê dibin. Derdora 2 hezar koçberên Mûsilê li ser sînor li bendê ne ku derbasî Rojava bibin.
14:25 18/10/2016
 
Li Karazê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Karaza Amedê di nav wan de xebatkarên şaredariyê jî hene 7 kes hatin binçavkirin.
14:24 18/10/2016
 
Cenazeyek anîn Meletiyê
Canezeyekî ku hate hinbûn aydî HPG'iyekî ye anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
14:17 18/10/2016
 
Mexdûrê mîzansena Sûrê axivî
M.S.A. yê ku li Sûrê di dîmenên mîzansenê de cih girtibû li dadgehê axivî. M.S.A. wiha got: "Polîs û leşkeran em anîn ber kolanê û wekî ku em teslîm bûne dîmenên me kişandin. Ji wesayîta kobrayê bi zorê anos bi me dan kirin. Hemû montaj in."
14:06 18/10/2016
 
Greva birçîbûnê li Girtîgeha Şirnexê 9 rojin didome
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çalakiya girtiyan di roja 9'emîn de berdewam dike. Şaxa TUHAD-DER'ê ya Sêrtê, bang li rayedaran kir û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin.
13:58 18/10/2016
 
Cenazeyê Adiyaman 2 hefte ye li morgê tê rawestandin
Cenazeyê endamê YPS'ê Zafer Adiyaman ê ku li taxa Xaçortê ya Wanê jiyana xwe ji dest da 2 hete ye li morgê tê rawestandin.
13:51 18/10/2016
 
Çalakiya rojnamegeran didome
Çalakiya xebatkarên Van TV û Dogu Radyo ya hatin girtin di roja 19'emîn de didome.
13:51 18/10/2016
 
Di mehekê de 313 kes li herêma Egeyê hatin girtin
Li Herêma Egeyê di mehekê de 599 kes hatin binçavkirin û jê 313 kes hatin girtin.
13:18 18/10/2016
 
Xebatkarên Radyo Karacadagê hatin girtin
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi şerta kontrola edlî hat berdan, xebatkarên Radyo Karacadagê hatin girtin.
13:12 18/10/2016
 
Dadgehê cezayê muebetê da mêrê kujer
Rûniştina doza Denîz Aktaş ku ji aliyê hevalê xwe Lokman Bariş Çelik ve hat qetilkirin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê hat dîtin. Heyeta dadgehê cezayê muebetê da Bariş Çelîk ê kujer. Der barê 2 polîsên ku bûn şahidê kuştinê jî doz venekir.
13:03 18/10/2016
 
Navçeya qeyûm hat tayînkirin di nava çopê de maye
Li navçeya Artemêta ku qayûm tayînî şaredariyê hat kirin TOKÎ'yên ji bo erdhejzedeyan hatin çêkirin di nava çopê de maye.
12:32 18/10/2016
 
Zaroka 6 mehî 15 rojin li qereqolê şîr dimêje
Malbata ji navçeya Silopiya ji ber zilma dewletê koçî Îzmirê kirin, 15 rojin di bin çavan de ye. Ligel malbatê zaroka 6 mehî Beyza jî diçe li nezaretxaneyê jîr dimêje.
12:26 18/10/2016
 
Qeyûm karkerên şaredariyê deq kir
Qeyûmê Şaredariya Riya Armûşê Onder Can, derket holê ku karkerên şaredariyê fîş kiriye.
12:05 18/10/2016
 
Gundên Şehbayê tê bombebarankirin
Hêzên artêşa tirk û çeteyên DAIŞ`ê gundê Um-Hoş û Um- Qura yên herêma Şehba topbaran dikin.
11:50 18/10/2016
 
Li Sîlîvriyê hemû amûrên ragihandinê hat qedexekirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta OHAL'ê li Girtîgeha Sîlîvriyê amûrên ragihandinê yên wekî faks û nameyan qedexe kir.
11:46 18/10/2016
 
Dewletê gundê welatiyan firot welatiyan
Li Sarikaya yê navçeya Erdemlî ya Mêrsînê ji ber gundê wan hat firotin pankarta "Gundê Sarikaya bi destê dewletê tê firotin" vekirin. Pankart bi hinceta sûc e hat daxistin. Keyayê gund Mustafa Ulak, diyar kir ku ew dê li dijî vê biryarê li her derê çalakiyan pêk bînin.
11:31 18/10/2016
 
Li Erdîşê 3 kes hatin binçavkirin
Li Erdîşê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN