21:38 17/10/2016 |
|
Ji bo Fermandarê HPG'ê Serhad Guneş (Serhed) ê ku li Colemergê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Stewrê ya Mêrdînê konê şînê hat vedan.
|
19:55 17/10/2016 |
|
Li herêma Garê ya Şemzînanê leşkerên ku bi ser gelek gundan de girtin, 7 kes binçav kirin û îşkence li welatiyekî kirin. Di encama îşkenceya leşkeran de welatî rakirin nexweşxaneyê.
|
19:49 17/10/2016 |
|
Walîtiya Enqereyê, bi hinceta ewleyiyê heta 30’yê mijdarê hemû civîn, xwepêşandan û meş qedexe kirin.
|
19:03 17/10/2016 |
|
Li Geliyê Pilûmuriyeyê di pevçûnên piştî operasyona xwe dan der de, hat zanîn ku gelek leşker birîndar bûne.
|
17:33 17/10/2016 |
|
Li Dersimê dîsa liv û tevgera hewayî dest pê kir.
|
17:07 17/10/2016 |
|
Parêzer Gulîzar Tuncer ji bo muwekilê xwe Engîn Aktaş ê nexweş û 2 destê wî hatine jêkirin serî li AYM'e da û xwest muwekilê wî bê berdan. Lê AYM'ê daxwaza parêzer a ji bo Aktaş red kir.
|
16:50 17/10/2016 |
|
Li herêmên Navberojan û Garê ya Şemzînanê piştî bombebarana balafirên şer operasyona leşkerî hat destpêkirin.
|
16:47 17/10/2016 |
|
Birayê Hakan Înci yê li Girtîgeha Zarokan a Maltepe rasti îşkenceyê hat Ulaş Încî, ji bo daxwazên birayên wî pêk bîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bedem kir. Încî, anî ziman ku heta daxwaza birayê wî pêk bê dê çalakiya xwe berdewam kir. Piştî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir polîsan êrîş pêk anî.
|
16:19 17/10/2016 |
|
Çoltera gundê Mîşirfê ya Licê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin.
|
15:56 17/10/2016 |
|
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser navê şerê bi DAIŞ'ê û "Herêmên Ewlehiye" şer û dagirkeriya Sînorê li Rojava berdewam dike. TSK ku dikeve sînorê Rojava komên çekdar herêmê teslîmî Tirkiye dikin û diçin. Endamên DAIŞ'e ku Dabiq wekî "Warê Şerê pîroz" bi nav dikir û li wir kom bûbûn, qasabayên Dabiq û Soran vala kirin û ji Tirkiye re hiştin.
|
15:45 17/10/2016 |
|
Qeyûm Hakki Hukuk Kadîrharnoglu ku wekî alîkarê serok tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin îstifa kir.
|
15:20 17/10/2016 |
|
Di serdegirtinên malan ên li navçeyên Cizîr û Silopiyê yên Şirnexê de 7 kes hatin binçavkirin.
|
14:57 17/10/2016 |
|
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, li hemberî şîrteka Eutelsat a ku weşanên Med Nûçe û Newroz TV dan rawestandin kampanyaya şandina name, faks û e-mail kirin.
|
14:43 17/10/2016 |
|
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Antalyayê (ÇHD), têkildarî 17 kesên 2 roj berê hatin binçavkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku we dê heta dawî mafê parastinê pêk bînin û tu carî fêrî êrîşan nabin. Parezeran xwest kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan.
|
14:42 17/10/2016 |
|
Tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î û operasyonên qirkirinên siyasî, li Êlih, Amed û Dersimê hat şermezarkirin.
|
14:08 17/10/2016 |
|
Polîsan êrîşî kesên ku tevlî şîna endamê YPG'ê Şakîr Korkmaz (Serhat Garzan) ku ji aliyê malbatê ve hatibûn danîn kirin. Di êrîşê de bavê Korkmaz û xaleta wî ji ber bombeyên gazê yên avêtin kona şînê birîndar bûn.
|
13:48 17/10/2016 |
|
Li 14 gundên navçeyên Amedê yên ku qedexe hat îlankirin, ketin û derketina gundan hat qedexekirin û bi sedan leşker ketine nav gundan û bi kincên sivîl digerin.
|
13:42 17/10/2016 |
|
Rojnameger Celal Başlangiç ku ji bo operasyona Mûsilê bişopîne çû Silêmaniyê, diyar kir ku talukeya hêzên tev li operasyona Musilê bûne bi hevre şer bikin heye.
|
13:42 17/10/2016 |
|
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê 4 hezar û 150 TL pere ji bo bajarên hatin xerakirin berhevkirin.
|
13:16 17/10/2016 |
|
Li gundê Merenaz a kantona Efrînê mayîna ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li herêmê bi cih kiribûn, teqiya. Di encamê de 2 zarok bi giştî 3 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û jinek jî birîndar bû.
|