12:24 17/10/2016 |
|
Li Mûşê di serdegirtina malan de Hevserokên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Polîsan piştre bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girt û lêgerin didome.
|
12:02 17/10/2016 |
|
Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tipa T2 a Osmaniye Ozgur Înce, diyar kir ku di çavdêriya bijîşk de rastî îşkenceyê hatiye.
|
11:18 17/10/2016 |
|
Polîs û leşkeran li Dêrsime hemwext bi ser malan de girt.
|
10:37 17/10/2016 |
|
Hêzên Pêşmerge li herêma Xazir a rojhilatê Mûsilê gundên Benda Biçûk, Keberlî, Kanî Heram, Esquf ê li binarê çiyayê Zerde û gundê Ercel kontrol kirin.
|
10:03 17/10/2016 |
|
Karkerên Şaredariya Bakirkoyê ya CHP'î piştî peyman neyînî bi encam bû, dest ji kar berdan û dest bi grevê kirin.
|
09:41 17/10/2016 |
|
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin ku bi tu awayî ew rê nadin ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê bibin û ger pêwîst bike ew ê bi Tirkiyeyê re şer bikin.
|
09:37 17/10/2016 |
|
Nûçegîhanê me yê Mûşê Îdris Sayilgan hat binçavkirin.
|
09:24 17/10/2016 |
|
Seyran Eleftoz, xwîşka Leyla Eleftoz Baran a ku ew û zarokê xwe yî 6 mehî Rojvan Çiya niha di girtîgeha Mêrdînê de ne, diyar kir ku roja ewilî Rojvan heta sibehê bê şîr maye, her wiha li girtigehê nexweş dikeve û bijîşk dermanê zarokên 10 salî didin wî.
|
09:22 17/10/2016 |
|
Melîk Ahmet Say ê ku di 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê rastî îşkenceyê hatibû û ji ber vê serî li Dadgeha Bingehîn dabû, dadgeh serîlêdana wî red kir û wek hincet diyar kir ku, ji ber sûcê îşkenceyê di wextê xwe de ji bo meqamên fermî nehatiye ragihandin, dewlet ji vê ne berpirsiyar e.
|
09:22 17/10/2016 |
|
Hat diyarkirin ku, li Hatayê ji aliyê bijîşkên ku piştevaniya komên selefî dikin bi ambulansên girêdayî Wezareta Tenduristiyê birîndar tên veguhastin û li “navendên tenduristiyê yên demborî” tên tedawîkirin.
|
09:21 17/10/2016 |
|
Li gelek bajarên Kurdistanê bi îlanlankirina qedexeya derketina derve re şervanên YPS û YPS-JIN'ê bi meha li dijî hêzên dewletê şer kiribûn û hin ji wan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi meha ye cenazeyên 220 endamên YPS û YPS-JIN’ê hîn jî nehatine teşhîskirin.
|
09:20 17/10/2016 |
|
Tirba Ehmedê Xanî ya li Bazîdê piştî xebatên restorasyonê û xebatên der û dorê vegeriya qada înşaetê.
|
09:20 17/10/2016 |
|
Serokê Komeleya Mavî Çocuk Utku Umut Işigi Kemal Namik Yucel, diyar kir ku li Edeneyê li ser her kolan û riyê zarokên parsektiyê dikin hene û tê xebitandin û wiha got: "Ji 2 hezaran zêdetir zarok li kolanan tên xebitandin."
|
09:18 17/10/2016 |
|
Girtiyê nexweş Necmettîn Olmez ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne, li ser nivîsa Wezareta Dadê ev 4 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin, li dijî binpêkirin û bêhiqûqiya heyî dest bi greva birçîbûnê kir.
|
08:57 17/10/2016 |
|
Li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê ji aliyê Walitiya Amedê ve "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin.
|
08:55 17/10/2016 |
|
Hat ragihandin ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji herêma Xazir dest pê kiriye.
|
21:58 16/10/2016 |
|
Parêzer Hamît Çakan di Lijneya Giştî ya Baroya Êlihê de bi 133 dengî, bû serokê baroyê yê nû.
|
21:53 16/10/2016 |
|
Piştî di saetên êvarî de Geliyê Pilemûriyeyê bi helîkopteran hat bombebarankirin, li herê gelek leşker hatin daxistin.
|
19:41 16/10/2016 |
|
Li Dersimê bi awayekî zêde liv û tevgera helîkopteran xwe dide der.
|
18:38 16/10/2016 |
|
Walîtiya Qersê ya ku li bejahiya Çemçê Madûrê 2 meh berê qedexe îlankiribû, dema heman qedexe 15 rojên din jî dirêj kir.
|