DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

11:14 16/10/2016
 
YBŞ/YJŞ: Divê Iraq me bi fermî vexwîne operasyona Mûsilê
Fermandariya YBŞ/YJŞ diyar kir ku di van rojan de ku operasyona Mûsilê dest pê dike, ew li bendê ne ku hikûmeta Iraqê têkoşîna wan a heyî fermî bike û wiha got: "Em dixwazin hikûmeta navendî helwesta xwe zelal bike û bi awayekî fermî me vexwîne operasyonê."
10:07 16/10/2016
 
13 kesên li Bedlîsê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Duh polîsan bi ser avahiya DPD'ê ya Bedlîsê de girtibûn û 13 kesên di nava wan e hevseroka partiyê jî hene binçavkiribûn. 13 kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
09:18 16/10/2016
 
DÎSK'ê girtina televîzyonan û dûrxistina mamosteyan şermezar kir
Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Wanê girtina televîzyonan, dûrxistina kedkarên perwerdehiyê û operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd şermezar kir.
09:17 16/10/2016
 
20 hezar Şirnexî di konan de têdikoşin
Nunerê Komeleya Rojava yê Şirnexê Mehmet Bîrlîk diyar kir ku 20 hezar welatiyên Şirnexê li derdora bajêr di konan de têdikoşin û ji her kesî xwest ku gelê Şirnexê bi tenê nehêlin.
09:13 16/10/2016
 
Bombe xistin devan û îşkence kirin
Sê welatiyên astengdar ên li mala ku Mahmut Çar lê hat kuştin hatin binçavkirin, hatin berdan. Welatiyên astengdar îşkenceya li wan hat kirin vegotin. Welatiyan diyar kirin ku îşkenceyek hovane li wan hat kirin û ligel meh derbas bûn hêj şopa îşkenceyê li ser bedena wan e.
09:12 16/10/2016
 
'Ji bo Beritan nemirin bila sucdar bên cezakirin'
Malbata Beritan Hacioglu ya 6 salî ku ji ber xwarina li dibistanê jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, xwest ji bo Bêrîtanên din nemirin sûcdar bên cezakirin.
09:03 16/10/2016
 
Sermayê dest pê kir etaran deriyê xwe vekir
Di rojên dawî de guhertina hewayê dest pê kir û ji ber hewa germ û sar nexweşî jî zêde bûn. Bi destpêka sermayê re etaran jî deriyên xwe vekirin û dest bi firotina giha û pinçaran kir.
23:06 15/10/2016
 
Polîsan di serdegirtina DBP'ê de 13 kes binçav kirin
Yekîneyen polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Bedlisê de girt. Polisan di serdegirtina avahiya DBP'ê de 13 kes binçav kirin.
23:00 15/10/2016
 
Televizyonên Iraqê: Operasyona Musulê dest pe kir
Televîzyonên Iraqê diyar kirin ku oprasyona Musulê ya li dijî DAIŞ'ê ku bi rojan e amadekariya wê tê kirin dest pê kir.
21:29 15/10/2016
 
Dê her roj li dijî binçavkirinan çalakiyan pêk bînin
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê li dijî biryara skandal a binçavkirina 55 kesan çalakî li dar xistin. Rêxistina HDP'ê bi gotina "Berxwedan serkeftinê tine" starta çalakiyan da û diyar kir ku heta kesên hatin binçavkirin bên berdan dê çalakiya xwe berdewam bikin.
20:55 15/10/2016
 
Girtina radyo û televîzyonan hat şermezarkirin
Welatiyên Edeneyê û xebatkarên Radyo Dunya girtina radyo û televizyonan bi çalakiyekê şermezar kirin. Welatiyên girtina radyo û televîzyonan şermezar kirin gotin "Dest nedin radyo û televîzyonên me"
19:27 15/10/2016
 
Leşkeran daristan şewitandin
Li Semsûrê duh piştî şer derket, leşkerên ku derketin operasyonê daristana der û dorê gundê Akçali şewitandin.
19:07 15/10/2016
 
Ketin û derketina Pulurê hat girtin
Ketin û derktina navçeya Pulurê ya Dersimê li trafîkê hat girtin.
15:58 15/10/2016
 
HDP û DBP: Me serî netewand û natewînin
Rêveberên HDP û DBP, serdegirtina avahiyan û binçavkirina hevserokên partiyên xwe bi daxuyaniyekê şermezar kirin û diyar kirin ku wan di serdema Çîler û Agar de serî netewand û îro jî serî natewînin.
15:58 15/10/2016
 
Di hefteya 238'emîn de xwestin girtiyê nexweş Înce bê berdan
Di çalakiya ÎHD'ê ya Tîpa F de vê hefteyê hate xwestin ku girtiyê nexweş Yaşar Înce bê berdan.
15:38 15/10/2016
 
Ji giritya nexweş Eplî re azadî hat xwestin
ÎHD'a Îzmîrê di çalakiya xwe ya bi şîara "Nobeta ji bo girtiyên nexweş" de ji girtiya nexweş Aynur Eplî re azadî xwest.
15:17 15/10/2016
 
Qeyûmê parêzerê Şaredariyê yê 13 salan ji kar avêt
Parêzerê Şaredariya Êlihê û Rêberê PKK Abdullah Ocalan Mêhdî Oztuzun ê ku 13 salin parêzeriya şaredariyê dike qeyûmê peyman fesih kir û ji peyvirê girt.
15:09 15/10/2016
 
Dîaz: Yên xizan aştî yên zengîn şer xwestin
Dîrektorê Beşa Serdema Edaletê ya Wezareta Edaletê ya Kolombiya Catalina Diaz, di konferansa bi navê "Zindîkirina Pêvajoya Aştiyê: Kolombiya, Filipinler, Endonezya" ku li Stenbolê pêk hat de diyar kir ku yên xizan ku ketin bin bendaro şer di Referandumê de aştî û yên dewlemend jî şer xwestin.
14:51 15/10/2016
 
10 neviyên ku ji Geverê hatin Stenbolê aqûbeta bapîrê xwe pirsîn
Dayikên Şemiyê di lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin de di hefteya 603'yemîn de aqûbeta welatiyên bi navê Abdulkerîm Yurtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken ku di sala 1995'an de li Geverê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. Neviyên Yurtseven xwestin ku kujerên bapîrê wan bê darizandin.
14:29 15/10/2016
 
Lîsteya skandal a binçavkirina 55 kesan
Dozgerê Komarê yê Antalyayê lîsteya skantal a binçavkirina 55 kesan amade kir. Dosgerê Komarê der barê Parêzerê girtî Hakan Evcin, Firat Goktepe û Ahmet Nadiroglu yên girtî û Nûçegîhanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê mehek berê hat berdan bi îdîaya "Rêveberiya Rêxistina Girtîgehê" tawanbar kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN