22:34 14/10/2016 |
|
Li Taxa Gungorê ya Geverê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan êrîşeke roketiyî pêk hat.
|
22:26 14/10/2016 |
|
Li Colemêrg û gelek navçeyên wê li gel liv û tevgera li ser sînor gelek herêm wek “Herêmên Ewleyiya Taybet” hatin îlankirin û her wiha têketin û derketina sivîlan jî hat qedexekirin.
|
18:50 14/10/2016 |
|
Li Cizîrê 3 xebatkarên şaredariyê dema li ser kar bûn ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.
|
18:28 14/10/2016 |
|
Çalakiya ku rêxistina HDP û DBP'ê yên Amedê li hemberî operasyonê qirkirina siyasî da destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam kir. Gelek welatî li ber avahiya rêxistinê çalakiya runiştinê pêk anîn.
|
17:34 14/10/2016 |
|
Li çoltera Licê hêzên dewletê li gelek herêman derketin operasyonê û li navçeyê amadekariyê operasyonek nû tê kirin.
|
16:37 14/10/2016 |
|
Piştî teqîna duh leşker û cerdevanan, gundê Setkarê yê Elkê dorpêç kirine û gefa kuştinê li welatiyan xwarin.
|
16:35 14/10/2016 |
|
Xebatkarên EFJ, Med Nuçe TV, Newroz TV, Ronahi TV û Stêrk TV li Brukselê qutkirina weşanan EUTELSAT'ê şermezar kirin.
|
16:22 14/10/2016 |
|
Hunermendên Elewî balkişandin ser rola hunermendan a di civakê de û ji bo TV10 were vekirin kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.
|
16:21 14/10/2016 |
|
Leşkeran bi hinceta, "ewlehiyê" destûr nedan ku heyata ji Swêdê ya hat konên welatiyên Şirnexê û gel ziyaret bike.
|
16:00 14/10/2016 |
|
Li Wan û Colemêrgê rêxistinên civakî yên sivîl bal kişandin li ser pêkûtî, binçavkirin, girtin û bipêkirinên mafan ên ku di demên dawî de zêde bûye û banga "devji polîtîkayên pêkûtiyê berda" li AKP'ê kirin.
|
15:39 14/10/2016 |
|
Li navçeya Şemzînanê 23 welatiyên piştî teqîna li dijî qereqola Dûrê pêk hat hatin binçavkirin rastî îşkenceyek giran hatin. Ji ber îşkenceyê hestiyên 2 welatiyan jî şikiyan û hat zanîn ku ev derbasî raporên nexweşxaneyê jî bûne.
|
15:36 14/10/2016 |
|
Li Çewlîgê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
|
15:35 14/10/2016 |
|
Hevgiriya Neteweyî ya Şîa, ku li Iraqê tevgera herî bi bandor a siyasî ye, xwest ku dewleta Tirk ji Iraqê derbikeve. Serokê Hevgiriyê Emar Hekîm got ku Tirkiye hedê xwe derbas dike.
|
15:21 14/10/2016 |
|
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku wekî di dosyaya Dîlek Dogan de, di qetilkirina dîmenên Tahîr Elçî de jî îhtimala qutkirinê heye û wiha got: "Em dixwazin bizanin ku di qeydan de dîmenên 13 saniye hatiye qutkirin an na."
|
14:12 14/10/2016 |
|
Ji Amedê gelek tank û maşîneyên zirx ber bi Licê ve hatin sewqkirin.
|
14:11 14/10/2016 |
|
Li Amedê bi sedan welatî neçûn mizgeftên ku propagandaya AKP’ê lê tê kirin û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl rêz girtin. Di nimêjê de operasyon hatin şermezarkirin.
|
13:33 14/10/2016 |
|
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmretê li hember tayînkirina qeyûmê li Dadgeha Qanûna Bingehîn gilî kir.
|
12:46 14/10/2016 |
|
Heyeta ku di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê jî heyî taxên Cizîrê ziyaret kir.
|
12:46 14/10/2016 |
|
Li ser rêya Siltan Şêxmûs a navbera Mêrdîn û Amedê de dema maşîna leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat, Di teqînê de 3 leşker mirin.
|
12:24 14/10/2016 |
|
Herêma Şehîd Kendal û Çiyayê Heftenînê ji aliyê Alaya Fermandariya Gulyazi ve tê bombebarankirin.
|